Roja 500’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar e

Hevseroka OHD’ê Meral Halat a di roja 500’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar de axivî û got: ‘’Ev doz, nîşaneya polîtîkaya necezakirinê ya bi salan a li Tirkiyeyê ye."

Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Huqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), roja 500’emîn a Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên komeleyan, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, rêvebir û endamên Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Rêxistina HDP’a Rihayê, Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Mala Jiyanê, Baskê Jinan ê Serokatiya Partiya Gel a Komarê (CHP), Rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Rihayê, Platforma Şaxên Rihayê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Karên Giştî (KESK), Serokatiya Partiya DEVA’yê ya Rihayê tev li nobetê bûn.

Daxwaz ew bû ku daxuyanî li ber deriyê Edliyeyê bê dayîn, lê polîsan nehişt. Girseyê, daxuyanî bi malbatê re li ‘’Quncikê edaletê yê ji bo malbata Şenyaşar’’ da.

Hevseroka Şaxê OHD’ê yê Rihayê Meral Halat diyar kir ku ew wek ÎHD û OHD, ji bo bibin piştgir ji daxwaza malbata re daxuyaniyê didin.

Halatê diyar kir ku tevî astengiyên erkdaran, şideta darazî, fizîkî û derûnî a dayik Emîne Şenyaşar rû bir û ma, nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar 500 roj in dewam dike.

Halat bi bîr xist ku malbatê bi daxwaza edaletê 500 roj in ku dest bi nobetê kiriye û da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 3’yê Adarê ji Dadgeha Cezayên Giran re nivîsiye ku qeydên kamerayê yên nexweşxaneyê hatine dizîn.

Halatê di dewama axavtina xwe de anî ziman ku ew ji kesên kujerên wan nediyar em dizanin ku peywirdarên karên giştî ji ber nasnameyê xwe tên parastin û daxwazên malbatê yên ji bo bidawîkirina nobedê wiha rêz bi rêz kirin: 

“Bila nehiqûqiyên di dosyeya nexweşxaneyê de û xemsarî bi dawî bibin û li dîmenên nexweşxaneyê yên hatine dizîn bê pirsîn û di der heqê berpirsan de dest bi kiriyariyan bê kirin.

*Bila biryara veşartinê ji ser dosyeya lêpirsînê were hilanîn,

*Ji bo dewamkirina bi adilî ya doza Fadil Şenyaşar ji ber tê darizandin, em daxwaza destpêbûyîna pêvajoya pêwîst dikin’’

Kurê Emîne Şenyaşarê Ferît Şenyaşar ê bi pişt re axivî û destnîşan kir ku dayika wî 500 roj in li ber deriyê edliyeyê dimîne.

BI ÇEKÊN DEWLETÊ DI SAZIYÊN DEWLETÊ DE HATIN QETILKIRIN

Şenyaşar îşaret bi wê yekê kir ku yên qetilam kirine bi çekên dewletê û di saziya dewletê de kirine û derbirî ku heta edalet pêk were, Fadil Şenyaşar bê berdan, ên qetilam kirine werin cezakirin ew ê li nobeda xwe dewam bikin.

‘HIQÛQA NEYARTIYÊ PÊK TÎNIN’

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî axivî û wiha got: “Em naxwazin malbata Şenyaşar li ber edliyeyê rojan bijimêrin. Hiûqa neyartiyê tê pêkanîn. Dem dema piştgiriya ji bo malbata Şenyaşar e.“