Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ev daxuyanî da:
“Hevala me Berfîn Rêbaz a ku zaroka bi rûmet û wêrek a gelê Başûrê Kurdistanê ye, yek ji milîtana jîr a PKK’ê û fermandara wêrek a artêşa me ya YJA Starê di 11’ê Hezîrana 2022’an de li Metînayê şehîd bûye. Hevala me Berfîn bi tevlêbûna xwe ya di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, bi helwesta xwe ya welatparêziyê, bi şervaniya xwe ya wêrek, bi hevrêtiya xwe ya samîmî, bi hunermendiya xwe ya afirîner û bi rastiya jina azad a ku di kesayetiya xwe de ava kiriye, bûye yek ji şehîda me ya sembol. Di vê serdemê de ya ku xeta îxanetkar a Kurd li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar dike, axa welat û nirxên me pêşkêş dike, heqîqeta ku di şexsê heval Berfîn de şênber bûye, ji bo gelê Kurd bûye çavkaniya rûmet û serbilindiyê.
Nasnameya hevala me Berfîn wisa ye:
Nasnav: Berfîn Rêbaz
Nav û paşnav: Sara Ahmed
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Navê dê û bav: Xeraman – Ahmed
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Hezîrana 2022’an / Metîna
Hevala me Berfîn li Silêmaniyê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Silêmanî ji berê ve mohra xwe li dîroka Kurdistanê daye û bûye warê berxwedana bi rûmet a Hepsêxan, Fatmaxan, Adîlexan, Leyla Qasim û heta hevala me Viyan Soran. Hevala me Berfîn a ku xwedî bîreke dîrokî bû tu carî jiyaneke ji adetî qebûl nekiriye. Wê her dem derdora xwe daye ber lêpirsînan, aliyên paşverû yên civaka xwe qebûl nekiriye û li hemberî van aliyên paşverû têkoşiyaye. Ji ber ku xwedî kesayetiyeke wisa bû ku serhildêr bû û tişta heyî qebûl nedikir, van tiştan rê li ber hevala me Berfîn vekiriye ku her dem di nav lêgerînan de be.
Di encama van lêgerînên wê de, wê PKK û Rêber Apo nas kiriye û dîtiye ku jiyan watedartir dibe. Di demên xwendekariyê de wê derfetên lêkolînê zêdetir bi dest xistiye û polîtîkayên du rû yên li Başûrê Kurdistanê yên ku li ser navê azadî û serxwebûnê desthilatdar in bêtir analîz kiriye. Di vê pêvajoyê de pêngavên şoreşger ên ku li Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê geş bûne, ji nêz ve şopandiye. Di vî şerî de hema bibêje her roj me şehîd daye û van şehadetan bandor li ser hevala me Berfîn kiriye.
Hevala me Berfîn welatparêzî û şoreşgeriya rastîn di nav gerîlayên Kurdistanê de dîtiye û bi taybetî ketiye bin bandora şehadeta heval Rêbaz ku di sala 2015’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. Piştî ku ew tevlî nav refên gerîlayan bûye, ketiye bin bandora têkiliyên hevrêtiya di nav PKK’ê de û ji bo ku bibe hevrêyeke baş xwe tevlî nav jiyana azad a gerîlayan kiriye. Bi saya dersên Rêbertî û Partiyê wê têkoşîna me ji nêz ve nas kiriye û Berxwedana Zindana Amedê bandoreke mezin li ser wê kiriye û soz daye ku wê jiyana PKK’ê di bin her cure şertan de biparêze. Wê lêhûrbûnên xwe yên li ser fêmkirina cewhera PKK’ê bi Îdeolojiya Rizgariya Jinan a Rêbertî kûrtir kiriye, wekî jineke Kurd a ku di nav civakê de li ser wê zext, êşkence û biçûkxistinên mezin heye, bi awayekî kûr fêm kiriye. Heval Berfîn teşeya jiyana ku li ser jinan hatiye ferzkirin tu carî qebûl nekiriye, wekî şoreşgereke jin ji bo vî tiştî têkoşiyaye. Dema ku wê xwe di nav îdeolojiya azadiyê ya Rêbertî de kûrtir kiriye, dîtiya ku bêtir azad bûye û hemû jiyana xwe li ser vî esasî nirxandiye. Hevala me Berfîn her dem xwestiye bibe milîtaneke baş û xurt, dîtiye ku ev tişt bi ked û fedakariyê pêk tê û ji ber vê bêyî hesab tevlî her kêlîka jiyanê bûye, li ku derê kêmasiyek dîtiye xwestiye temam bike.
Hevrê Berfîn baş dîtiye ku şoreşgeriyeke yekgirtî bi kesayetiya ku di warê îdeolojîk û leşkerî de mumkun e, di çarçoveya avadaniya ji nû ve ya gerîlayan de bi perwerdehiyan bûye gerîlayeke profesyonel û xwestiye tiştên hîn bûye zûka têxe pratîkê.Di navbera salên 2016 – 2018’an de li qada Zapê gerîlatî kiriye û tecrubeyên mezin bi dest xistiye. Dema ku nûnerên xeta îxanetkar a Kurd li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar kirine, hevrê Berfîn tevlî gelek çalakiyan bûye û derbên giran li dagirkeran xistiye. Wê bi pratîka xwe nîşan daye ku Kurdbûna azad û bi rûmet çawa ye. Li ser vî esaasî ew bûye temsîla herî heqîqî ya helwesta şoreşgeriya neteweyî û Kurdbûna bi rûmet a welatparêziya heqîqî ya li Başûrê Kurdistanê.
Hevrêya me Berfîn a ku piştî Zapê derbasê qada Garê dibe, li Akademiya Leşkerî ya Jina Azad ango Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde dibîne. Rêhevala me Berfîn bi perwerdehiya ku dîtiye, tecrubeyên xwe yên di jiyan û şer de zêdetir li ser bingeheke zanistî datîne û bûye fermandara jin a pêşeng. Piştî her perwerdehiya ku didît û her lêhûrbûna ku dikir, li hemberî azadiya fizîkî ya mîmarê jiyana me ya azad Rêber Apo zêdetir xwe berpirsyar hîs kir û azadiya fizîkî ya Rêbertiya me ji xwe re esas girt. Di wê baweriyê de bû ku ji bo bidestxistina vê armanc û hedefa xwe divê têkoşîn û şerê xwe zêdetir berfireh bike û pêşniyar kir ku biçe herêmên ku şer lê dijwar bûye. Li ser vê bingehê di asta fermandariya yekîneyê de derbasî qada Metîna bû. Bi awayekî aktîf tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê bû ku di sala 2021’an de dema êrîşên dijmin zêde bûn hate destpêkirin. Hevrêya me Berfîn ku li ser xeta Kêste û Derarê di gelek çalakiyên ku derb li dijmin hatî xistin de cih girt, bi têkoşîna xwe hewl da agirê berxwedana destanî ya Berxwedaniya Zendûra mezintir bike.
Rêhevala me Berfîn li hemberî hewldanên hin hêzên Kurd ên xayîn û hevkar ên ku bi dagirkeriya Tirk re hevkariyê dikin yên ji bo tecrîdkirina Partiya me PKK’ê ji gelê Başûrê Kurdistanê, xwedî hêrseke mezin bû. Weke jineke Kurd a ji Başûrê Kurdistanê û milîtaneke Apoyî bi bawerî û îradeya di têkoşîna xwe de bersiva pêwîst nîşanî van hevkaran da û di vî warî de ji hemû ciwan û jinên ciwan ên Başurî re bû mînak. Rêhevala me Berfîn bi jiyan û têkoşîna xwe şênber kir bê ka her ciwanê Başûr ku xwe weke welatparêz û şoreşger bi nav dike, divê çawa û li ku derê têbikoşe, bû milîtaneke fedakar ku hemû gelê Kurd bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê wê ji xwe re mînak bigire.
Rêhevala me Berfîn ku bi qasê hostatiya xwe ya li qada şer, bi kêrhatiya xwe ya di hunerê de ji aliyê hemû hevrêyên xwe û gelê me ve tê naskirin, bi stran û helbestên xwe yên şoreşgerî hewl da rêhevalên xwe yên şehîd nemir bike. Di vê wateyê de hunera xwe ya gerîlatiyê ya ku ji Hozan Mizgîn û Delîla girtiye berdewam kir û îspat kir ku şoreşgerî hunera herî mezin e û gerîla hunermendên hoste ne. Bi vê taybetmendiya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe û gelê me bûye çavkaniya moralê.
Rêheval Berfîn ku di qonaxa herî krîtîk a şerê me de ku di sala 2022’an de jî bi terzê fedaî pêş ket, bi ruhekî fedayî yê mezin şer kir û ji bo pêşî li pêşvehatina dagirkeran bigire, bê dudilî ber bi qada şer ve meşiya, di encama êrîşa dijmin de gihiştiye şehadetê. Jiyana rêhevala me Berfîn a ku meşa li ser şopa rêhevalên me Viyan Soran û Helmet ku her tim ji xwe re mînak digirt weke yek ji prenîbên herî bingehîn ên xwe diyar kirî, mîna Viyan bi lehengî û fedakar; mîna Helmet zana bûye.
Malbata wê ya hêja, gelê Silêmanî yê welatparêz û gelê Başûrê Kurdistanê ku rêhevalekî hêja û bedew wek rêheval Berfîn diyarî hemû gelê Kurdistanê kir, bila bi zarokên xwe yên leheng serbilind bin. Em sersaxiyê ji malbata welatparêz a rêhevala me Berfîn û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Weke rêhevalên têkoşer ên rêheval Berfîn, em soza pêkanîna şoreşa azadiyê ya ku me daye hemû şehîdên xwe û rê nedin dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê dubare dikin.”