Şêniyên Zaxo li dijî komkujiyê çalakiyek lidarxistin
Duh şev li bajarê Zaxoyê bi armanca şermezarkirina komkujiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin, çalakiyek hat lidarxistin.
Duh şev li bajarê Zaxoyê bi armanca şermezarkirina komkujiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin, çalakiyek hat lidarxistin.
Şêniyên Zaxoyê ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Perexê ya Zaxo pêkanî, duh şev li ber Pira Delal a bajêr kom bûn û bi pêxistina mûman yên di komkujiyê de şehîd bûn bi bîr anîn.
Di 20’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker gundê Perex yê Zaxoyê topbaran kir û di encamê de piraniya wan jin û zarok, 9 geştiyar hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn. Qurbaniyê êrişê hemû ji netewa Ereb bûn û ji navçe û bajarên naverast û başûrê Iraqê ji bo geştê hatibûn.