Hesen Şêxanî: Rewşa Iraqê ber bi xirabbûnê ve diçe

Çavdêrê siyasî Hesen Şêxanî diyar kir ku hikumeta Iraqê lewaz bûye û got; “Ji ber wê serweriya welat û sînor ne parastî ne û bi êrîş û destwerdanên welatan re rû bi rû ye.”

Nakokiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê rewşa siyasî ya welat bi temamî aloz kiriye, hêzên Şîî di nava Çarçoveya Hemahengiyê de hewldanên xwe yên ji bo avakirina hikumetê zêdetir kiriye, Tevgera Sedir jî bi hinceta têkdana lîstokê ya di pêşbirkê de çepera kolanên Iraqê ji wan standiye.

Rewşa Iraqê û aloziya di navbera aliyan de gihîştiye astekê ku rêveberên siyasî di piştperdeyê de hişyarî didin ku wê rewşa heyî têk biçe, bi taybetî piştî belavbûna qeyda deng a serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ku bi rengekî aşkera behsa metirsiya xirabiya rewşê dike, her wiha behsa hilbijartina bijardeya çekdarî ya li dijî hevrikê xwe Sedir kiribû.

Çavdêr û siyasetmedarê Kerkûkî Hesen Emîn Şêxanî ku di heman demê de endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ye di hevdîtineke xwe ya bi ANF’ê re bal dikişîne ser alozî û dibetiyên rewşa niha ya Iraqê, her wiha behsa sedemên lewazbûna serweriya Iraqê ya li beramberî êrîş û destwerdanên dewletên cîran û çendîn mijarên din kir.

NIHA IRAQ BI ÇAR EGERAN RE RÛ BI RÛ YE

Şêxanî têkildarê rewşa niha ya Iraqê got, “Piştî hilweşîna rejîma Baas ew hişmendiya ku hikumeta Iraqê bi rê ve dibe, tenê navnîşana wê guheriye û bûye demokrasî û destûr. Lê heman hişmendiya berjewendîxwaz û serwerbûna aliyekî di hikumetê de bûye sedem ku rewşa Iraqê ber bi encameke pir xirab ve biçe. Niha Iraq bi çar egeran re rû bi rû ye ku divê parlemento hilweşe yan jî di zûtirîn demê de hikumet bê avakirin. Ji ber ku hikumeta Iraqê ji 4’ê Nîsanê ve heta niha di valatiyeke yasayî de ye, her sê serokatiya (wezaret) hikumetê jî tenê kar bi rê ve dibin û ti desthilatiyeke wan tune ye. Egereke din jî ev e ku careke din bi rengekî ku jiyan li naverast û başûrê Iraqê raweste xwepêşandan dest pê bikin ku berê ev yek rû daye û gelek ciwan jî bûne qurbanî.”

TÊ PÊŞBÎNÎKIRIN KU REWŞA IRAQÊ BER BI XIRABTIRBÛNÊ VE BIÇE

Şêxanî her wiha îşaret bi dibetiya derketina şerê navxweyî kir û ragihand; “Egera çaremîn jî derketina şerê navxweyî ye. Ji niha ve em dibînin ku li başûrê Iraqê şerekî ragihandinî ya dijwar di navbera her du aliyên sereke yên hêzên Şîî de dest pê kiriye ku piştî belavbûna qeydên deng ên Nûrî Malikî û zêdebûna gefan û nemana ewlehî û asayîşê ya li navçeyên başûrê Iraqê bûye sedem ku em pêşbîniyeke wiha bikin ku di demek nêzîk de rewşa Iraqê ber bi xirabtirbûnê ve biçe.”

PÊŞBÎNIYÊN SIYASÎ ÎŞARET DIDIN KU ŞERÊ NAVXWEYÎ DERBIKEVE

Hesen Emîn Şêxanî di dewamê de bal kişande ser metirsiyên şerê navxweyî ya li ser welat û serweriya wê û wiha pêde çû; “Niha Iraq xwedî serweriyeke xwe yê welê nîne ku bikaribe hemû dezgehên dewletê kontrol bike. Eger di navbera kom û aliyên desthilata Iraqê de şer biqewime wê vemirandina agirê şer bibe karekî pir zehmet. Ji ber ku zêdetirî 70 hêzên çekdar hene ku her yek ji wan ji aliyê welatên navçeyên tên piştevanîkirin. Beşek zêde ji berpirsên leşkerî yên wan komên çekdar bazirganên şer in û li benda firsendekê ne ku bikaribin welat û neyarên wê talan bikin. Eger şerê navxweyî biqewime wê çirûskên wê ber bi Herêma Kurdistanê jî bê. Em hêvîdar in ku ti şerek neqewime, lê hemû şîroveyên siyasî yên piştî gurbûna gefan pêşbîniya derketina şer dikin. Ji ber ku ti aliyek qebûl nake ku aliyeke din li meydana siyasî ya Iraqê bavêje. Niha nava mala Kurdan, Sûnî û Şîiyan belav e û pereyeke zêde ji dahata Iraqê tê dizîn û ew yek jî pirsgirêkan kûrtir dikin û çareseriya rewşê jî wê hêsan nebe.”

JI BER HIKÛMETA NAVENDÎ LEWAZ BÛYE SERWERIYA IRAQ Û SÎNORÊN WÊ NE PARASTÎ NE

Şêxanî her wiha behsa destwerdanên welatên derve û êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê kir û di derbarê lewaziya helwesta Iraqê ya li hemberî bombebaranên Tirkiyê yên di nava xaka Iraq û herêma Kurdistanê de got; “Serweriya hikûmeta Iraqê pir lewaz e, niha hikûmeta Iraqê ya heyî jî tenê kar bi rê ve dibe û ti desthilateke wê ya wisa tune ye. Sedemê bê helwestiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî wan bombebarên Tirkiye dike yan jî wan destwerdanên welatên din li Iraqê pêk tînin çavkaniya xwe ji vê yekê digire ku niha navmala pêkhateyan lewaz e. Di hikûmetê de hevbeşî nayê kirin û hikûmeta navendî lewaz bûye, lewma sînor û serweriya welat jî Ji ber belavbûna aliyan û ne yekdengbûna wan lewaz bûye. Lewaziya hikûmeta Iraqê bûye sedem ku welatên navçeyê daxwaza beşek ji Iraqê bikin ku Tirkiye daxwaza wîlayeta Mûsil û bajarê Kerkûkê dike. Welatên kendavê jî daxwaza herêma Sûnî dikin û ji aliyê din ve jî navçeyên başûrê Iraqê weke xaka xwe dihesibînin. Lewaziya Iraqê bûye sedem ku sînor nekaribe bê parastin û li hemberî destwerdanên welatên cîran bê sekinandin.”

‘EV PÊVAJO JI BO JIYANA HEMÛ IRAQIYAN WÊ BIBE PÊVAJOYEKE DIJWAR’

Çavdêrê siyasî û endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Emîn Şêxanî di dawiyê de îşaret bi çawatiya nêzîkbûna Kurd a di vê rewşa metirsîdar û hesas a Iraqê kir û got; “Pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê pirsgirêkan kêm bikin, ji ber ku ti hêviyek ji bo bicîhanîna madeya 140 û 55 madeyên din ku girêdayî rewşa siyasî, yasayî û ewlehî li Iraqê û hemahengiya di navbera aliyên Iraqê û mafê Kurd e nemaye. Hikûmeta Iraqê niha xwe nêzî vê mijarê nake. Çêkirina hevsengiya li Iraqê bi hêsanî çênabe, ji ber ku baweriya di navbera aliyên siyasî dubare çênabe, lewre ev pêvajo ji bo jiyana hemû Iraqiyan wê bibe pêvajoyeke dijwar.”