5 girtiyên ku PDK wan bernade, dest bi rojiya mirinê kirin

5 girtiyên ji Şêladizê yên ku divê piştî Cejna Qurbanê bihatina berdan lê PDK wan bernade, dest bi rojiya mirinê kirin.

Girtiyên Şêladizê yên bi navê Yusif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yusif û Nêçîrvan Hacî du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û nayên berdan.

Li gorî biryara dadgehê diviyabûher 5 girtî piştî Cejna Qurbanê bihatana berdan, lê hêj nehatine berdan.

Parêzerê girtiyan Beşdar Hesen ragihand ku diviyabû ev 5 girtî beriya cejna Qurbanê bihatana berdan, lê ji ber destwerdanên partiyan serbestberdana wan hatiye rawestandin.

Beşdar Hesen got; “Ji ber ku nayê berdan 5 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine, tu xwarinekê naxwin. Beriya çend rojan Tîma Parêzeran, Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Komîsyona Mafên Mirovan daxwaz kiribûn ku sedema destgîrkirina girtiyan bê ronîkirin, lê bersiveke pêwîst nehatibû dayîn.”