KONGRA-GEL: Hêzên ku çavên xwe ji dewleta Tirk re digirin ji komkujiyê berpirsyar in!

KONGRA-GEL, qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê bi tundî şermezar kir û got, “Berpirsyarê vê komkujiyê hêzên ku heta îro êrîşên dewleta Tirk ji nedîtî ve hatin û piştgirî dan wan in.”

Hevserokatiya KONGRA-GEL, têkildarî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

“Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li dijî sivîlên ku piraniya wan zarok û jin bûn û ji bo betlaneyê hatibûn gundê Perex ê girêdayî parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê de, 9 kes mirin û 23 kes jî bi giranî birîndar bûn. Em vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin, êşa wan êşa me ye û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Ev êrîş; terora dewletê ya plankirî ye ku dixwaze gel bitirsîne û ji herêmê bide revandin. Berpirsiyarê vê qetlîamê ew hêzên ku heta îro çavê xwe li êrîşên dewleta Tirk girtin û piştgirî dan wan in. PDK’a Iraqê jî bi her cure hevkariya xwe ve berpirsyarê sereke ye. Dîsa berpirsyarê berdewamiya êrîşan hikûmeta Iraqê ye ku li hemberî êrîşên li ser axa Iraqê bêdeng dimîne.

Her wiha NATO yê her cure piştgirî dide ‘polîtîkayên înkar û îmhayê’ yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd dimeşîne û komkujiya li dijî gerîlayên Kurd ên bi çekên nukleerî yên taktîkî, termobarîk û kîmyewî yên ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin erê kirî û saziyên navneteweyî yên ku li hemberî vê yekê bêdeng dimînin, hevkarên komkujiya li gundê Perex ê Zaxoyê ne.

Bi vê êrîşa dawî re polîtîkayên terorîst û qetlîamker ên dewleta Tirk bi awayekî ku serê wê nikare bê nixumandin û nayê înkarkirin derket holê. Tiştek nayê veşartin, her tişt li ber çavan e. Êrîş terorîzma plankirî ya dewletê ye û sûcê mirovahiyê ye. Divê teqez bê darizandin û cezakirin. Ger ku li dijî dewleta Tirk pêkanîn û ceza neyên dayîn, tê wê wateyê ku wê ji bo ku terora dewleta Tirk li ser gelê Kurd hîn zêdetir bibe û dom bike, rê li ber dewleta Tirk were vekirin.

Kurd, Ereb, gelên herêmê, hikûmeta Iraqê, sîstema navneteweyî; bi helwest û biryarên xwe yên li hember terora dewletê ya li gundê Perêx a Zaxoyê pêkanî wê weke ku bi ezmûnekê re rû bi rû manî be. Ji bo pêşeroja gelan pir girîng e ku hevgirtina gelan û têkoşîna demokrasî û azadiyê ji vê ceribandinê bi serketî derbikeve. Di vê wateyê de divê li her qadê xwedî li hêrsa raya giştî ya li dijî terora dewleta Tirk a li Iraqê bê derketin û bê berfirehkirin.

Di vê wateyê de divê em bi dostên xwe re li Kurdistan, Rojhilata Navîn û derveyê welat li her qadê ji bo ku di saziyên navneteweyî de biryarên pêwîst li dijî terora dewleta Tirk bigirin, pêwîst e têbikoşîn. Di vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku hemû dînamîkên civakî yên li dijî faşîzma dewleta Tirk bi hev re têkoşîna hilweşandina faşîzmê bilind bikin.

Di vê pêvajoya ku hesab ji hemû qetlîamên terora dewleta Tirk tê pirsîn û rejîma faşîst ber bi hilweşînê ve diçe, bi baweriya me ya ku wê hemû hêzên ku piştgiriyê didin demokrasî û azadiyan wê serkeftinê ji xwe re bikin armanc û em ji her kesî re serketinên mezin dixwazin,.”