Ji duh ve li bajarên Iraqê li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêkanî xwepêşandan tên lidarxistin û her ku diçe berfirehtir dibin. Ji bilî girtina sefaretxaneya dewleta Tirk a li Bexdayê û daxistina ala Tirkiyeyê, navendên dayîna vîzeya Tirkiyê yên li tevahiya Iraqê hatin girtin.
Her wiha duh çalakvanên sivîl ên bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê jî li dijî navenda dayîna vîzeyên Tirkiyê xwepêşandan li dar xist.
Yek ji çalakvanê sivîl Zanyar Cûma ku xwepêşandan organîze kiribû bi rêya ANF’ê helwesta xwe ya li dijî bombebaranên dewleta Tirk a dagirker nîşan da.
PEYAMEK LI PIŞT VÊ ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ HEBÛ
Cûma destpêkê diyar kir ku ew weke çalakvan biryar daye ku li hemberî ew bombebarana li Zaxoyê ya geştyarên Ereb kir armanc xwedî helwest be û nerazîbûna xwe nîşan bide û got; “Mixabin ku hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê armanc û peyama rast a Tirkiyeyê fêm nakin. Tirkiye bi vê bombebaranê ve ragihand ku şerê wê ne bi PKK’ê re, di rastiyê de armanckirina gelê Iraqê ye. Armanceke din a vê bombebarankirina geştyaran jî ev e ku herêma Kurdistanê ji bo geştyaran cihek aram nebe û geştyar weke alternatîfa navçeyên geştyarî yên herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê bikin. Ev yek jî şerê aborî ye, ji ber ku welateke ku li ser geştyarî dijî.”
‘KOMÎSYONA MAFÊ MIROVAN A LI PARLEMENTOYA IRAQÊ DI DESTÊ ZILAMÊ TIRKIYEYÊ YE’
Cûma her wiha bal kişande ser asta destwerdana Tirkiyê ya di karûbarên Iraqê û ragihand; “Pêwîst e hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê bi rêya aborî bersiva Tirkiyeyê bidin. Bi rengekî ku herî kêm ji bo demekê deriyê Îbrahîm Xelîl bigirin; vê demê wê Tirkiye siyasetên xwe li ber çavan re derbas bike. Lê mixabin nikarin helwesteke navxweyî nîşan bidin, ji ber ku niha serokatiya komîsyona mafê mirovan a li parlementoya Iraqê bi destê kesekê ye ku zilamê Tirkiyê ye, ew jî Erşed Salihî ye ku bi aşkerayî di malpera xwe ya taybet de weke beşek ji Tirkiyê be behsa xwe dike û wefadariya xwe ya ji bo Tirkiyê ragihandiye. Pêwîst e ew zilamê Tirkiyeyê li parlementoya Iraqê ji erkê bê dûr xistin da ku bikarîn li dijî Tirkiyê helwest bigirin.”
‘PÊWÎST E HIKÛMETA IRAQÊ GEŞTYARIYA JI BO TIRKIYEYÊ RAWESTÎNE’
Zanyar Cûma nêrîna xwe domand û got; “Yekemîn helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî bombebaranên Tirkiyeyê ev e ku pêwîst e geştyariya ji bo Tirkiyê rawestîne, ji ber ku aboriya Tirkiyeyê weke çavkaniyeke hêza aborî pişta xwe bi geştyarên Iraqê girêdide. Lê mixabin hikûmet wî rêbazê esas nagire. Niha helwesta hikûmet û daxuyaniyên didin pir baş in lê berdewam nake; ji ber wê jî pêwîst e desthilata Iraqê rêbazên cidî esas bigire, bi şêweyekê ku pêwîst e sefaretxane û navendên fermî yên Tirkiyê bigire ku îro me wek çalakvan navenda wîze ya Tirkiyê girt. Lê eger hikûmet rêbazê pêwîst esas negire wê ev yek berdewam neke.”
‘JI BO XWÎNA ŞEHÎDAN PÊWÎST E HIKÛMET RÊBAZÊN TUND ESAS BIGIRE’
Çalakvanê sivîl Zanyar Cûma di dawiyê de têkildarî çalakiya xwe ya girtina navenda wîze ya Tirkiyê ya li bajarê Kerkûkê got; “Îro em çalakvan û hejmarek welatiyên Kerkûkê me çalakiyek ji bo girtina navendeke hikûmetî ya Tirkiyê li dar xist û em serketî jî bûn. Lê mixabin nûner û endamên hizbên Kurdistanî tevlê çalakiyê nebibûn. Pêwîst e hikûmet helwestê nîşan bide, ji ber ku çalakvanên sivîl heta astekê dikarin rol bilîzin. Eger hikûmet û parlemento bixwaze ji bo xwîna şehîdan welatiyan razî bike, pêwîst e li hemberî êrîşên hovane yên Tirkiyeyê rêbazên tund esas bigire.”