Li Iraqê xwepêşandan: Alavên Tirkiyeyê boykot bikin-NÛ BÛ

Di serî de li Kerkûk, Bexda, Necef, Kerbela, Wasit û gelek deverên din li dijî êrîşa dewleta Tirk a li Perexê ku jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn, welatî daketin qadan û alavên Tirkiyeyê boykot dikin.

Welatiyên Iraqî di saetên sibê de li pêşiya avahiya Navenda Serlêdanan ji bo Vîze ya Tirk li Kolana 90. A li nêzî Walîtiya Kerkûkê kom bûn.

Welatiyan êrîşa dewleta Tirk a dagiker a li ser Seyrangeha Perexê ya li Zaxo protesto kirin.

GEŞT Û ALAVÊN TIRKIYE BOYKOT BIKIN

Li Bexda, Necef, Kerbela û Wasitê jî xwepêşandan destpê kirine û alên Tirkiye hatin daxisitin û bang hate kirin ku çûyîna Tirkiye ya geştê boykot bikin.

Serokê Odeya Bazirganan a Diyalayê Muhammed Samî Hamid bi peyamekê bang li bazirganan kir ku hemû alavên Tirkiyeyê boykot bikin û dîsa kargeh û şirketên ku ji bo geşt û turîzmê tûrên geştê ji bo Tirkiye organîze dikin ku van geştan betal bikin û gel teşwîq bike ku neçin Tirkiyeyê. Samî Hamid got: “Rûmeta welatê me û mirovê me ji berî fêde, kar û berjewendiyên kesî tê.”