Li Kerkûkê ala Tirkiye anî xwar û li Xaneqîn jî ala Tirkiye şewitandin

Xwepêşandanên ku li Kerkûkê li ber avahiya vîzeyê ya Tirkiye kom bûn ala Tirkiye anî xwarê. Li Xaneqînê jî xwepêşandan destpê kir û ala Tirkiye hate şewitandin.

Piştî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Seyrangeha Perex a Zaxoyê ku jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn, rê li ber xwepêşandanên girseyî vekir.

Xwepêşandanên li ber avahiya Navenda Vîze ya Tirkiye kom bûn, ala Iraqê li ser avahiyê anîn xwar û ala Iraqê danîn.

Li aliyê din Navenda Vîze ya Tirkiye ya li Silêmaniyê ji bo xwepêşandan neyê kirin, ji bo demek nediyar karê xwe sekinandin.

Li bendê ye ku îro saet 17:00’an li Silêmanî jî xwepêşandanek bê kirin.

Li Xaneqînê jî xwepêşandan destpê kir û welatiyên herêmê ala Tirkiye şewitandin.