Ciwanên Hewlêrê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
Ciwan li pêşiya Keleha Hewlêrê kom bûn û dewleta Tirk a ku qetlîama Zaxoyê kiribû, protesto kirin.
Ciwan li pêşiya Keleha Hewlêrê kom bûn û dewleta Tirk a ku qetlîama Zaxoyê kiribû, protesto kirin.
Dewleta Tirk li gundê Perexê ya Zaxoyê qetlîamek kiribû. Nerazîbûnên li hemberî vê qetlîamê zêdetir dibe.
Li Iraqê jî xwepêşandanê protestoyê zêde dibin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên protestoyê didome.
Ciwan li pêşiya Keleha Hewlêrê kom bûn û dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.
Di xwepêşandinê de ji bo bîranîna cangoriyan mûm hate vêxistin û sloganên li dijî êrîşên dagirker hate berzkirin.
Tê payîn îro piştî nimêja Înê wê xwepêşandanên protestoyê zêdetir bibin. Li ser medyaya dîjîtal bang tê kirin ku piştî nimêja Înê wê xwepêşandanên protestoyê werin kirin.