Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de didome

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku malbata Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 500’î de didome.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve daye destpêkirin ket roja 500’emîn. Dayik û lawê xwe vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê hatin ber Dadgeha Rihayê û dest bi nobedê kirin. 

Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê ji aliyê tevahiya dinyayê ve hat bihîstin û wiha got: “Bi vê têkoşîna me êdî hemû kesan rastî û heqîqet dîtin. Daxuyaniyên Waliyê Rihayê ya têkildarî doza me hê jî li ser malpera walîtiyê tê dîtin. Gelek parlamenterên AKP’ê bi me re hevdîtin kirin û anîn ziman ku em di doza xwe de mafdar in. Tevî ku hemû rastî tên zanîn jî hê jî edalet bi cih nehatiye. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.” 

Ferît Şenyaşar bal kişand ser temenê dayika xwe û got: “Li ber edliyeyê emrê wê qediya. Ev şerma rayedarên hemû Tirkiye û dewletê ye. Bila demildest edalet pêk were. Bila birayê min Fadil Şenyaşar bê berdan.” 

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê belav kir: “Em li cihê rast disekinin. 500 roj in em ji bo heqê xwe têdikoşin. Heta ku edalet bi cih were wê nobeda me berdewam bike. #JiBoMalbataŞenyaşarEdalet ji bo her kesî edalet.”