Cenazeyê Şehîd Berfîn Rêbaz hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz ku 11’ê Hezîranê li Metîna di êrîşeke dagirker a dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Silêmanî bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz ku 11’ê Hezîranê li Metîna di êrîşeke dagirker a dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Silêmanî bi merasîmekê hate veşartin.
Piştî cenazeyê gerîlaya YJA Star Berfîn Rêbaz (Sara Ehmed) ku 11’ê Hezîrana 2022’an di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de li Metînayê şehîd bû, ji aliyê bi dehan kesî ve li Dukan hate girtin û ber bi Silêmanî hate rêkirin.
Piştî wecîbeyên olî û civakî ya li Mizgefta Hacî Mihemedî Çemî Simor hate pêkanîn û şûnde li Goristana Qirgey Niwê ya Silêmanî hate veşartin.
Di merasîmê de ligel malbat, kesûkarên şehîd Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên û Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û dîsa Kongreya Star, Nûnerên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) dîsa gelek endamên Tevgera Azadî û bi dehan welatî amade bûn.
Di saetên şevê de cenazeyê şehîd bi dirûşman hate veşartin.