Ciwanên Welatparêz Komkujiya Zaxo şermezar kir

Ciwanên Welatparêz komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Seyrangeha Perexê ya Zaxo pêk anî protesto kir.

Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Seyrangeha Perexê ya Zaxo pêk anî protesto kir. Ciwanan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojan bi çekên qedexe û kîmyawî êrîşî Kurdan dike, di encama van çekan de bi dehan komkujî pêk anîne.

Ciwanan anî ziman ku herî dawî dewleta Tirk li seyrangeha Perexê li geştyaran da û 9 kes qetil kirin.

Herî dawî ciwanan hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyan anî ziman û daxwaz kir ku li ber van êrîşan helwestên xurt xelkê Başûr raber bike.