Tevgera Azadiyê ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadiyê) têkildarê komkujiya duh li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat daxuyaniyeke nivîskî da. Tevgera Azadiyê diyar kir ku divê hêzên Iraqê yên welatparêz dengê xwe derbixin û tişat pêwîst divê bê kirin. Tevgera Azadiyê ji her kesê xwest ku li hemberî zilm, neheqî, sûc û komkujiyê êdî bêdeng nemînin û got: “Eger vî sûcî qebûl bikin, wê tu kes û aliyek nekare xwe biparêze û bi pêş bikeve. Di heman demê de wê bombeyên Erdogan bên ser hemû malên vî welatî.“
Tevgera Azadiyê Komkujiya Zaxoyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Xiyaneta navxweyî wê hîn bêhtir êşê bi xwe re bîne. PDK bi pey sivikkirina sûcên dewleta Tirk û hinceta anîna dagirkeran ketiye.“
Tevgera Azadiyê, bang li gelê Kurdistanê û hemû aliyan kir ku malên dewleta Tirk boykot bikin û tevahiya rêyên dîplomasî, aborî û siyasî yên li gel Tirkiyeyê qut bikin.
Tevgera Azadiyê diyar kir ku helwesta şermezarane ya hinek Kurdên li Iraqê û Kurdistanê xizmeta siyaseta li dijî Kurdan dike.