CPT: Êrîşa li Zaxo ji baregeha Tirkiyeyê hat kirin

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT), diyar kir ku bombebarana li gundê Perexê yê Zaxoyê ji baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê hatiye kirin.

Artêşa Tirk a dagirker duh li dijî seyrangeha li gundê Perex a bi ser navçeya Zaxoyê ya Dihokê komkujî pêk anîbû. Di komkujiyê de yek jê pitik 9 geştiyarên Ereb ên ji Iraqê hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûbûn. Nûnerê Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) Kamaran Osman ji ajansa MA‘yê re axivî û êrîş nirxand. Osman destnîşan kir ku leşkerên Tirk ên li Baregeha Xamtirê ya li Zaxoyê seyrangeha gundê Perexa Zaxoyê çar caran topbaran kirine.

Osman anî ziman ku bombebaran li gundê geştiyariyê Perexê pêk hatiye û li vî gundê 30 malbat dijîn. Osman destnîşan kir ku leşkeran ji baregeha li Xamtirê êrîş bi ser geştiyaran ve birine û di encama vê topbaranê de 9 geştiyarên Ereb jiyana xwe ji dest dane.

Osman da zanîn ku leşkerên Tirk zextan li ser gund dikin ku gundî dest ji mal û milkên xwe berdin û gund terk bikin.