HPG: 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di 7 çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Pergaleke kameraya mobese ya ku li ser wê mayîn hatibû danîn jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser xeta fedaî ya şehîdên me yên nemir ava kirine, li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk a dagirker, berxwedaneke dîrokî dikin. Hêzên me di şertên herî dijwar de şer dikin bêyî teredut diçin ser dagirkeran, derbên giran li dagirkeran dixin. Di 7 çalakiyên hêzên me de 6 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî hatiye birîndarkirin. Di heman demê de pergaleke kameraya mobeseyê ku li ser wê mayîn hatibû danîn jî hatiye îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 23 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 8 caran bi balefirên şer, 59 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kiriye.

Çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 6’ê Cotmehê de saet di 10.00’an de dema ku dagirkeran hewl dane têkevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi sabotajê li wan hatiye xistin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 6’ê Cotmehê de saet di 13.00’an de dema ku dagirkeran hewl dane bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bidin, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 6’ê Cotmehê de saet di 15.00’an de tîmên bi tevger pergala kamerayê ya mobeseyê ku li ser wê mayîn hatibû dayîn û li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi awayekî profesyonel îmha kirine.

Di 6’ê Cotmehê de dagirkeran dema ku hewl dane li dora çeperên şer ên Şehîd Xursî ya Qada Berxwedanê ya Sacayê pergala kamerayê bi cih bikin, tîmên me yên bi tevger ew xistine kontrolê. Saet di 18.00’an de bi taktîka sûîkastê û bi çekên ferdî li wan hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 7’ê Cotmehê de saet di 01.50’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Xursî ya Qada Berxwedanê ya Sacayê dane.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

6'ê Cotmehê saet di 08:30'î de li Xakurkê, tîmên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş xistin.

6'ê Cotmehê saet di 16:00 de li Xakurkê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me her wiha bi çekên giran li dagirkeran xistin ên ku xwestin bi wesayitan dest li qada çalakiyê werdin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

6'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer 12 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

6'ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, çeperên şer ên li Şehîd Xursî ya li Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz û Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê û çeperên şer ên li Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 11 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin. Heman rojê artêşa Tirk a dagirker malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitand û avêt nava çeperên şer ên li Şehîd Bahoz. Bi rêya aspîratoran jî dûyê kîmyewî û gaza bi jehr şand çeperên şer.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

6'ê Cotmehê qada Gundê Yekmalê û qadên Ergenê û Deşta Kafya yên Garê, Girê Hîva û Geliyê Şehîd Mûnzûr ên Qendîlê 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6 û 7'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Hakkarî 59 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

6'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço û Girê FM'ê bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

6'ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê geriya.

ÊRÎŞÊN ÎRANÊ YÊN BI HAWAN Û OBUSAN

6'ê Cotmehê li Xakurkê hêzên Îranê bi obus û hawanan bombe li qadên Girê Berbizinê û Hornê yên Goşînê barandin."