KCK: Divê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî geştir bibe!

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn divê her kes têkoşîna li dijî komploya navneteweyî têbikoşe.

Di daxuyaniyan Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em di 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser Rêber Apo bi armanca qirkirina gelê Kurd li ser esasê tinekirina Rêber Apo pêk hat, careke din şermezar dikin. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê di şexsê kesên ku li dijî komploya navneteweyî li ber xwe dane û şehîd bûne bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo bîranîna şehîdan dubare dikin.

Hevrê Halît Oral û Aynûr Artan li dora Rêber Apo xeleka ji agir ava kirin, li dijî komploya navneteweyî yekemîn berteka mezin dan û li dijî komploya navneteweyî pêşengiya têkoşînê kirin. Helwesta van hevalan a li hemberî komplo û xiyanetê, di dîroka mirovahiyê û dîroka me ya têkoşînê de bûye yek ji çalakiyên herî watedar. Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurdistanê wê van hevrêyên leheng ên ku li dijî komploya navneteweyî bi avakirina xeleka agir xwedî li Rêber Apo derketin, ti carî ji bîr nekin û rêya ku xêz kirine bidomînin. Van hevalan nîşanî me dan ku em ê çawa li dijî komployê bisekinin û di her şert û mercî de Rêber Apo çawa biparêzin. Armanca me ya herî bingehîn ew e ku em li ser riya ku ew ronî kirine bimeşin û bigihîjin armancên ku wan destnîşan kirine. Em van şehîdên mezin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Fêmkirin û hîskirina hest û daxwazên van hevrêyan û bi hezaran şoreşger û welatparêzên ku bi meş û dilsoziya xwe ya bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo re gihiştine şehadetê, helwesteke gelekî girîng e.

GELEK HÊZ DI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DE CIH GIRTIN

Dema ku dewleta Tirk a qirker û mêtînger Rêber Apo neçar kir ku ji Sûriyeyê derkeve û ji bo vê jî gefên şer zêde kirin, Rêber Apo ji bo pêşî li komkujiyeke dewleta Tirk li ser gelê Sûriyeyê bigire biryara derketina ji Sûriyeyê da û di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd ji dorhêla pevçûnan derxîne, şert û mercên çareseriya siyasî ya demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd bide çêkirin, çûyîna Ewropayê tercîh kir. Daxwaza Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çûyîna Ewropayê û afirandina şert û mercên li Ewropayê ji ber girîngiya pirsgirêka Kurdistanê ya bi Ewropayê re ye. Parçebûna Kurdistanê bo çar parçeyan û derketina pirsgirêka Kurd bi tevlîkirina gelê Kurd di nava pêvajoya înkar û tinekirinê de, encama polîtîkayên welatên Ewropayê yên li Rojhilata Navîn û sîstema ku wan ava kirine ye. Ji ber vê yekê afirînerê rastî yê pirsgirêka Kurd Ewropa û welatên Ewropayê ne. Rêber Apo jî çû ser çavkaniya ku pirsgirêka Kurd afirand û xwest pirsgirêk di çavkaniya xwe de çareser bike. Bi vî awayî Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Ewropayê firsend afirand û firsend da ku xeletiya dîrokî ya ku kiriye were sererastkirin. Lê belê welatên Ewropayê ji firsenda ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd da wan, bi tevlîbûna komploya navneteweyî ya bi pêşengiya DYA'yê rast nenirxandin. Ewropa bi girtina hemû deriyên xwe li ber Rêber Apo, nîşan da ku ew ne alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd in, ne tenê hêza pirsgirêka Kurd afirandine, di heman demê de xitimandinê jî diparêzin. Her wiha welatên Ewropayê ne tenê ji rû bi rû bûna pirsgirêka Kurd dûr ketin, qanûnên xwe û yên gerdûnî jî binpê kirin. Welatên Ewropayê bi vê helwesta xwe nîşan dan ku dema mesele dibe berjewendiyên aborî û siyasî,  ti nirx û zagonan nas nakin. Gelek hêz rasterast û nerasterast beşdarî komploya li dijî Rêber Apo bûne. Ji ber vê yekê komploya ku hatiye kirin xwedî karakterekî navneteweyî ye. Xala hevpar a hemû hêzên komploger ên tevlî komployê bûne, lihevkirina wan a li ser qirkirina Kurdan e. DYA’yê armanc kir ku li Rojhilata Navîn xeteke Kurd a ku xizmetê ji polîtîkayên xwe re bike biafirîne, xeta azadiya Rêber Apo li dijî vê politikaya xwe dît û bi vê armancê bûye hêzê sazkirin komploya tinekirina Rêber Apo û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Ji bo vê jî bi bandora xwe ya siyasî, aborî û leşkerî, bi taybet NATO’yê di nava komployê de cih girt. Durûtiya welatên Ewropayê bû ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî beşdarî komployê bibin. Welatên Ewropî ku xwe weke mafên mirovan û nîzama hiqûqî nîşan didin, ji bo berjewendiyên aborî û siyasî bi paşguhkirina qanûnê, ketine nava helwesteke durû. Welatên Ewropayê bi van helwestan nîşan dan ku dema mijar dibe Kurd ti nirxên exlaqî, hiqûqî û însanî li ber çavan nayê girtin.

HÊZÊN ÎXANETKAR JÎ DI NAV KOMPLOYÊ DE CIH GIRTIN

 Di komploya li dijî Rêber Apo de hin hêzên Kurd ên ku xiyanet û hevkariyê qebûl kirin jî cih girtin. Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd, gerîla û gelê wê yê welatparêzê Kurdistanê; ji bo azadiya Kurdistanê berdêlên mezin dane û têkoşiyan. Lê ev hêzên hevkar û xayîn, di komploya navneteweyî de cih girtin û bi hêviya tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwestin berjewendiyên aborî ji xwe re çêbikin. Ev hêz îro jî li kêleka dewleta Tirk a qirker û mêtînger û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê radiwestin û di şerê li dijî gerîla de cih digirin. Ev jî nîşan dide ku ev beşên kurdperwer yên hevkar û xayîn, tu eleqeya wan bi kurdayetî û azadî û rizgariya Kurdistanê re nîne. Komên hevkar û xiyanetkar parçeyek ji qirkirina Kurdan e. Dema ku gelê Kurd tê qetilkirin û êrîş li ser hebûna wan tê kirin, ev komên hevkar û xayîn rola ku vê yekê vedişêre û rewa dike dilîzin. Ji xwe kurdayetiya hevkar, xayin ji aliyê mêtîngeran ve ji bo vê hatiye afirandin û bi wan tê rêvebirin. Ji ber ku sala 24’emîn a komploya navneteweyî bi dawî dibe, pêwîst e ev rastiya kurdayetiya hevkar û xiyanetkar were dîtin û rola wê di komploya navneteweyî û qirkirina Kurdan de baştir were fêmkirin.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hêzeke dij Kurd e ku ji bo îmhakirina Rêber Apo û pêkanîna qirkirina Kurdan a bi komployeke navneteweyî hatiye ser desthilatdariyê. Ji dema ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hat ser desthilatdariyê, tecrîda li ser Rêber Apo girantir kir û di şert û mercên tecrîda giran de armanc dike ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî tine bike. Ji bo qirkirina Kurdan bikin, êrîşî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd dikin, berê xwe didin kampên Şengal û Maxmûrê, Başûr, Rojava, Rojhilat û her wiha Bakur û hewl didin her cihî dagir bikin. Ev hemû meyl û êrîş nîşan didin ku AKP-MHP hêzek e ku bi komploya navneteweyî hatiye afirandin. Ji ber vê yekê ji bo pûçkirina komploya navneteweyî û pûçkirina konsepta tasfiyeyê ya li dijî qirkirina Kurd, divê armanca sereke serkeftina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û tinekirina AKP-MHP’ê be.

EWROPA, DMME Û CPT JI PERGALA TECRÎD Û ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ BERPIRSYAR IN

Ewropa, DMME û CPT’yê ji tecrîd û pergala êşkenceya Îmraliyê ku bi komploya navneteweyî hatiye afirandin berpirsyar in. Ji ber ku diviyabû dewletên Ewropayê di çarçoveya sîstema hiqûqî ya Ewropayê de nêz bibûna, lê bi komployeke navneteweyî re tevlî plana dîlgirtina Rêber Apo û radestî Tirkiyeyê bûn. Li aliyê din sîstema Îmraliyê bi erêkirina saziyên Ewropayê di çarçoveya komployê de hat afirandin. Dema ku Rêber Apo birin Îmraliyê, heyeta CPT’yê ew pêşwazî kir. Ev rewş jî derdixe holê ku Ewropa û CPT’yê di nava komploya navneteweyî de cih digirin û ji pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê hatiye afirandin berpirsyar in. Ji ber vê yekê saziyên Ewropa û CPT’yê, her çendî li dijî AÎHM’ê be jî, ji bo pergala Îmraliyê ku Rêber Apo tê de ragirtiye, biryareke erênî nagirin û ji bo pêkanîna hin biryaran jî gavên pêwîst naavêjin. Lê DMME’ê diyar kir ku biryara darazê ya der barê Rêber Apo de ne hiqûqî ye û ev biryar paşve kişand. Lê belê ne DMME û ne jî CPT’yê gavên ku vê biryarê hewce dike navêjin. Ev yek bi awayekî vekirî dide xuyakirin ku saziyên Ewropa û CPT’yê bi mêtîngerî û faşîzma AKP-MHP’ê re li hev dikin. Bi dîtina vê rastiyê re, divê were fêhmkirin ku komplo tenê bi têkoşînê dikare bê tinekirin û ji bo pûçkirina komployê divê hîn bêhtir têkoşîn bê dayîn. Divê gelê Kurd û dostên wan bi hêz û têkoşîna xwe bawer bin, vê yekê esas bigirin û zanibin ku komplo tenê bi têkoşînê tê pûçkirin. Divê tu hêviyek ji CPT’yê û saziyên din tune be. Lêkolînên hiqûqî ancax bi pêşxistin û mezinkirina têkoşînê dibe xwedî wate. Ji ber vê yekê divê her kes girîngiya têkoşîna li dijî komploya navneteweyî zêdetir fêm bike û ji bo vê têbikoşe.

BI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ RE XWESTIN SEROKÊN SEXTE BIAFIRÎNIN

Yek ji armanca komploya navneteweyî jî afirandina serokên sexte bûye. Hêzên komploger weke di destpêka komployê de îro jî ji bo bidestxistina armancên xwe di nava hewildanê de ne. Ji xwe aramanca ragirtina Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de, têkiliyên wî yên bi derve re qutkirin û birîna dengê wî, ji bo ku serokên sexte derkevin pêş û ji aliyê gelê Kurdan ve bên qebûlkirin. Gelekî girîng e ku gelê me û dostên me bi taybet ciwan û jin vê plana hêzên komploger zanibin û li hemberî vê jî weke heta niha helwestekê pêş bixin. Beriya her tiştî divê ciwanên Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser xeta Rêber Apo hîn bêhtir xwedî helwest bin. Divê ev plan bi sekneke xurttir li dijî tecrîd û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê were pûçkirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir têkoşîn bê dayin.

TÊ XWESTIN KU RÊBER APO BIDIN JIBÎRKIRIN

Polîtîkayeke din a tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ew e ku bi girankirina tecrîd û pergala êşkenceyê ya li ser Rêber Apo, Rêber Apo bidin jibîrkirin. Ji bo vê jî li Îmraliyê tecrîda mutleq tê meşandin, ji bo pêşxistina fikrên li dijî jiyana modernîteya demokratîk û xeta jina azad xebateke taybet tê meşandin û ji bo vê jî rêbazên şerê taybet tên bikaranîn. Bi van kirinan tê xwestin ku Rêber Apo bê jibîrkirin û têkoşîna azadiyê û xeta azadiyê tasfiye bike. Îro yek ji pîvanên herî girîng ên têkoşîna li dijî komployê ev e. Ji ber vê yekê ji bîrnekirina Rêber Apo û helwesta li hemberî kesên ku dixwazin vê bikin, divê weke çalakî û têkoşîna herî mezin bê fêmkirin û pêşxistin.

Gelê Kurd û dostên gelê Kurd bi taybet ciwan û jinên Kurdistanê li dijî komploya navneteweyî di nava têkoşîneke mezin û bênavber de ne û nehiştin hêzên komploger bigihêjin armancên xwe. Bêguman li dijî komployê têkoşîna herî mezin Rêber Apo da. Rêber Apo 24 sal in li dijî komployê têdikoşe û li ber xwe dide. Ligel vê Rêber Apo li dijî hêza komploger a herî xeternak a AKP-MHP'ê helwest û têkoşîna herî mezin dide. Girankirina tecrîdê bi helwesta Rêber Apo ya li dijî AKP-MHP'ê ve girêdayî ye. Divê ev rewş pir baş were fêmkirin û bi vê hişmendiyê nêzî Rêber Apo bibe. Em berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ya li dijî hêzên komploger ku dijminê hemû mirovahiyê û Kurdan in, silav dikin. Divê her kesên xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin, di serî de Kurd, vê berxwedana dîrokî û bêhempa ya Rêber Apo hîn zêdetir fêm bike û bi dil û mejiyê xwe tevlî wê bibe.

EM TÊKOŞERÊN LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ SPAS DIKIN

Weke Tevgera Azadiya Kurd, em spasiya xwe û rêzdariya xwe ji bo her kesê ku li dijî komploya navneteweyî li Rêber Apo xwedî derketine û nehiştine hêzên komploger bigihêjin armancên xwe, dixwazin. Bi hezaran dostên gelê Kurd di serî de jin bi salan e li dijî komploya navneteweyî li hemû cîhanê têdikoşin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebatên kampanya didin meşandin. Em spasiyên xwe pêşkêşî jin, dost, akademîsyen, nivîskar, hunermend, rewşenbîr û ciwanên enternasyonal dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanyayan li dar dixin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn, em bang li her kesî dikin ku li dijî komploya navneteweyî hîn bêhtir têbikoşin û bi hişmendiya ku rêya vê yekê bi tinekirina tifaqa AKP-MHP'ê ye tevbigerin û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê mezin bikin.Komploya navneteweyî wê ti carî negihêje armanca xwe, faşîzm û mêtînger wê têk biçe, yên ji bo azadiya gelê Kurdistanê û biratiya gelan têdikoşin wê bi ser bikevin.”