Bayik bang li hêzên komploger kir: Dev ji vê siyasetê berdin

Cemîl Bayik diyar kir komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî hemî gelan û mirovayetiyê hate kirin û got “Êdî bila di vê komployê de israr nekin û dev ji siyaseta li dijî PKK û gelê Kurd berdin û xwe bidin efûkirin.”

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik tevlî Bernameya Taybet a Stêrk Tvyê bû û di salvegera komploya navneteweyî de ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi encam bûbû, nirxandinên girîng kir.

Beriya 24 salan bêbextên cîhanê hemû kom bûn û li hemberî Rêber Apo û gelê Kurd û yên herêmê komployeke navnetewî pêk anîn. Piştî 24 salan eger em rewşa komployê bixwazin şîrove bikin, niha rewşa komployê û ya hêzên azadîxwazan çi ye? Hûn dikarin çawa şîrove bikin?

Beriya ku bersiva we bidim, di meha Cotmehê de gelek şehîdên me yên mezin hene. Ez dixwazim derbarê hin ji wan nirxandinan bikim. 4’ê Cotmeha 1996’an li Çemê Rêzan hevalê Doktor Sîrwan bi destê Barzaniyan hat qetilkirin. Li gel wî hevalî jî 3 hevalên din hatin qetilkirin. Hevalê Sîrwan ji Ewropayê derketibû û hatibû û tevlî tevgerê bibû. Yê ku yekemîn ji Başûr tevlê tevgera Apoyî bû ew heval bû. Çawa hevalê Hakî Karer li Bakur pêşengî kir, hevalê Doktor Sîrwan jî li Başûr pêşengiyeke wisa kir.

Dîsa 5’ê Cotmeha 1927’an li Lubnanê tevgera Xoybûn (xwebûn) hat destpêkirin, tê zanîn ku di dîroka Kurdistanê de cihekî wê sazî û rêxistinê heye. Wê rêxistinê hin serhildan, berxwedan û têkoşîn pêş xistine. Ji ber wê jî cihekî xwe yê taybet di dîroka tevgerên Kurd de heye.

Her wiha 5’ê Cotmeha 2014’an li Rojava hevala jin Arîn Mîrkan şehîd bû. Wê hevalê çalakiya fedayî li dijî DAÎŞ’ê pêş xist, derbeke mezin li DAÎŞ’ê xistibû.

6’ê Cotmeha 1996’an berpirsyar û fermandarê herêma Qoçgirî hevalê Rohat û bi wî re 17 heval ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Hevalê Rohat fermandarek bû, ne tenê li wê qadê xebitî, di heman demê de li qadên din de jî xebitî; hevalên bi vî rengî di tevgera me de hene.

Dîsa 8’ê Cotmehê Gurbetellî Ersoz li Garê di êrîşa tankên Tirk de tevî 25 hevalên pê re şehîd bûn. Gurbetellî Ersoz akademîsyenek bû, di rojnameyê de dixebitî; dema dît ku li wir nikare erkê xwe pêk bîne hat çiya û di nava gerîla de cih girt û gelek rola xwe pêk anî. Çawa di ragihandinê de xizmetek a baş kir, di nava gerîla de jî xizmetek a baş kir.

Dîsa 9’ê Cotmehê 1956’an de Şêx Mehmûd Berzencî hatibû sirgûnkirin û li Bexda wefat kir. Bi vê munasebetê ez hurmetê xwe jî ji bo wî diyar dikim. Ew jî nirxekî gelê Kurd û nirxekî mezin e.

10’ê Cotmeha 2015’an li Gara Enqereyê dewleta Tirk bi destê DAÎŞ’ê qetlîameke mezin pêş xist. Di wê qetlîamê de 107 mirovên me yên Kurd, Tirk û ji gelên din hemû yên sosyalîst û demokrat yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşîn hatin qetilkirin. Bi wê wesîleyê ez wana jî bi bîr tînim û hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim.

Her wiha di 10’ê Cotmeha 2011’an de li Xakurkê hevalê Rustem Cûdî, Çîçek Botan, Elîşêr Koçgirî û bi wan re 4 hevalên din bi giştî 7 heval di encama êrîş û bomberdûmanê (êrîşa hewayî) de şehîd bûn. Ew bomberdûman ji aliyê dewleta Tirk hat kirin yan hin hêzên din hat kirin, ne zelal e. Bi îhtîmala mezin yên ku alîkariya Tirkiyê dikirin ew qetlîam û bomberdûman pêk anîn.

Dîsa 11’ê Cotmeha 1992’an hevalê Huseyîn Çelebî li Heftanînê di şerê PDK’ê de hat şehîdkirin, tê zanîn ku wê demê Tirkiyê, YNK’ê û PDK’ê bi hevre li dijî Tevgera Azadiya me şer kirin. Di wî şerî de PDK’ê ew heval şehîd kir. Ew jî li Ewropa mezin bibû û tevlê tevgerê bibû. Ji wê derê bera xwe da welat û di nava refên gerîla de cih girt. Dîsa li Ewropa di nava zanîngehê de gelek kar pêş xist, heta saziya ciwanan jî pêş xist û hîn jî bi navê wê saziyê têkoşînek tê rêvebirin.

Weke din 14’ê Cotmeha 1992’an li Doganşehîr a Meletiyê 23 ciwanên Kurd ku xwestibûn bên tevlê gerîla bibin, bê çek bûn, dewletê di rê de ew hemû şehîd kirin.

Dîsa 15’ê Cotmeha 2019’an li Silêmaniyê dewleta Tirk hevalê Demhat û Cemîl bi balafira keşfê şehîd xistin.

19’ê Cotmeha 1960’an dewleta Tirk qanûna Îskan (niştecîhkirina bi darê zorê-sirgûnkirin) di pratîkê de pêk anî. Li Sêwasê 55 mirovê Kurd koçberê aliyê Tirkiyê kirin. Wate neçar kirin ku li bajarê Tirkiyê bimînin û li ser wan jî zexteke mezin pêş xistin.

22’yê Cotmeha 1984 helbestvanê mezin Cîgerxwîn li Swîsreyê şehîd bû. Tê zanîn ku Cîgerxwîn di wêjeya Kurdî de xwedî cihekî girîng û taybet e û gelek xizmet ji gelê Kurd re kiriye. Ji bo wê jî gelê Kurd timî xwedî li Cîgerxwîn derdikeve.

26’ê Cotmeha 1996’an Leyla Kaplan li dijî dewleta qirker û dagirker, li Edeneyê çalakî pêş xist, derbeyeke mezin li polîsên Tirk da û di wê çalakiyê de jî şehîd bû. 26’ê Cotmeha 2013 li Îranê Bahoz li Ûrmiyê û Riza Mihemed jî li Selmasê hatin îdamkirin.

27’ê Cotmeha 1997 Meryem Çolak li Heftenîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat şehîdkirin. Ew heval jî ji Ewropayê tevlê tevgerê bû, bera xwe da welat û hat di nava gerîla de cih girt. Roleke mezin hem ji bo jinên Kurd û hem jî civaka Kurd pêk anî. Di şexsê wan şehîdan de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bibîr tînim, hurmet û minetdariya xwe ji bo wan diyar dikim.

ÇALAKIYÊN HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN

Niha ji bo ku dest bi bersiva pirsa we bikim; weke tê zanîn di pêşengiya Xalid Oral de çalakiyek hat pêşxistin. Navê çalakiyê “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” bû, bi wê çalakiyê xwest ku xelekekê li dora Rêber Apo çêbike da ku komplo nekaribe encam bigire. Wê çalakiyê gelekî deng veda û gelek jî tevlê wê çalakiyê bûn. Li dijî komployê gelek şehadet jî çêbûn, bi wê munasebetê di şexsê hevalê Xalid Oral de yên ku li dijî komployê sekinîn, yên ku li dora Rêber Apo xwestin Rêbertî biparêzin, ez wana bi bîr tînim û hurmet û minetdariya xwe ji bo wan şehîdan diyar dikim. Wana hemû di dil û mejiyê gelê Kurd de cih girtine, hem jî mezin cih girtine. Eger ku em gihîştine wan rojan, ew yek bi saya wan şehîdên qehreman çêbû. Ji ber ku wan ji bo me nirx ava kirin û ji me re rêya têkoşînê diyar kirin bê ka em ê çawa têbikoşin û çawa li dijî dagirkeriyê û komployê bisekinin. Her wiha çawa em bisekinin ku encam bigirin; wana ev yek ronî kirin û danîn pêşiya me.

DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE EV KOMPLO LI SER GELAN Û MIROVAYETIYÊ HATE KIRIN

Niha komploya navnetewî dibe ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevger û gelê me hat pêşxistin, her kesekê tenê wisa fêm dikir û sînordar dibîne, lê ne wisa ye. Di şexsê Rêber Apo de ku çiqasê ji bo tevger û gelê me ew komploya navnetewî hat pêşxistin, esas jî ji bo gelan û mirovatî ew komplo hat pêşxistin. Komployeke mezin e. Yên ku ew êşa bi me, gelê me, bi gelan û bi mirovatiyê da kişandin, ez wan şermezar dikim. Pêwîst e yên ku ew komplo pêş xistine û di wê de cih girt û xizmet kirî, yên ku ew komplo rêxistin kirin û tê de pêşengî kirinî, pêwîst e îro kumê xwe deynin pêşberî xwe û bifikirin? Xizmeta çi kirin? Pêwîst e bibînin. Êdî pêwîst e di wê de israr nekin. Xetayên xwe bibînin ku xetayeke mezin û heta ji wê vêdetir sûcekî mezin kirine, bi gelê Kurd û mirovatiyê dane jiyankirin. Dikarin xwe ji wî sûcî derbixînin û bidin efûkirin. Rêya wê, PKK’ê û gelê Kurd vekiriye. Êdî dimîne ser wan. Lazim e ku êdî di komployê de israr nekin û siyaseta xwe ya ji bo PKK û gelê Kurd biguherînin. Rêber Apo xwest ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Çareserkirina pirsgirêka Kurd, çareserkirina pirsgirêkên gelê Rojhilata Navîn e. Dîsa çareserkirina pirsigrêka Kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn, çareserkirina pirsgirêka azadî û demokrasiyê ya mirovatiyê bû. Rêber Apo hemû jiyana xwe xiste xizmeta wê yekê, ji bo wê têkoşîn kir. Her tim xwest ku vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê û bi rêya siyasî û demokratîk çareser bike. Pirsgirêka Kurd kê çêkiribû, Ewropa çêkiribû. Ji bo wê jî lazim bû vê pirsgirêkê bi Ewropa re çareser bikira, ji ber ku çiqasê em bêjin ku dewletê dagirker û qirker wate li ser Kurdan siyaseta qirkirinê birêve dibin jî, di esasê de Ewropayê pirsgirêka Kurd çêkir û da destê wan. Gotin ku hûn dikarin wê siyasetê bidomînin. Wana jî ew siyasete domand. Hîn jî didomînin. Rastî ev e. Di armanca Rêber Apo de çareserkirina pirsgirêka Kurd hebû. Li ser wî esasî çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn hebû. Wateya wê dixwest ku di hişmendî û wijdanê de guhertinê çêbike, şoreşeke azadî û demkorasiyê pêş bixîne da ku bikaribe daxwaziya azadî û demokrasî ya mirovatiyê pêk bîne. Ji bo wê têdikoşiya. Ji bo ku bikaribe wan armancan pêk bîne, kê ew pirsgirêk çêkiribû, Ewropa çêkiribû, ji bo wê jî Rêber Apo xwest bi Ewropayê re ango bi hevre vê pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku kê pirsgirêk çêkiriye, tu dikarî bi wê re çareser bikî. Eger tu bi wê re nexwazibî çareser bikî û bixwazibî bi hin ên din re çareser bikî, wê ew pirsgirêk ti caran çareser nebe. Rêber Apo ku çiqasê xwest bi Ewropayê re bi hev re wê pirsgirêkê çareser bike, bersiva Ewropayê çi bû; tu nikarî vê pirsgirêkê çareser bikî. Em vê pirsgirêkê çareser nakin, ew yek nakeve xizmeta me. Berjewendiyên me çi dixwaze, çaresernekirina pirsgirêka Kurd dixwaze. Her tim şerê di navbera Kurd û Tirk dixwazin. Ew dikeve xizmeta wan. Ji ber ku me li ser vê esasê Rojhilata Navîn rêxistin kiriye, sîstema xwe rêxistin kiriye. Eger ku armanc û niyetek a wan ya pêşxistina komployê nebûya û bixwastibana pirsgirêka Kurd çareser bikin, Rêber Apo dema çû Ewropa ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin 8 xal da diyarkirin, wê xwedî lê derbiketiba. Çi kirin? Ew danîn bin lingan. Rêber Apo jiyana xwe ji bo wê danî holê, got em dixwazin bi vî rengî pirsgirêkê bi hev re çareser bikin. Bersiva wan komploya navnetewî bû. Nexwastin ku pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber ku eger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê zirarê bibînin. Ji ber ku ew ê bibe sedem ku Rojhilata Navîn ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Ew jî wê di cîhanê de guhertinê bide çêkirin. Ji ber ku Rojhilata Navîn bingeha cîhanê ye. Guhertinên ku li vir çêbibin, wê bandorê li ser cîhanê jî bike. Berjewendiyên wan ew yek nexwast. Va ye ji bo wê ye, yên ku pirsgirêka Kurd çêkirine, komplo berdewam kirin û heta hîn bêhtir giran kirin. Ew di demekê de ye ku Rêber Apo ji bo ku pirsgirêk çareser bibe, hemû şertên wê pêk anîbû, rêya wê zelal kiribû û dabû destê wan. Lê belê wana nexwastin ku çareser bibe.

EWROPAYÊ SÎSTEMA KOMPLOYÊ PÊŞ XIST

Pirsgirêk giran kirin, bi komployê bersiv dan. Va ye pergala Îmraliyê jî wana çêkir. Ji ber ku yê ku bi komployê bersiv dayî, wê çi bike; wê sîstema wê pêş bixîne. Sîstema Îmraliyê sîstema ku komplo pêşxistî ye. Kê ew pêş xist? Ewropa pêş xist. Çiqasî Emerîka, Îngilistan û Îsraîlê pêşengiya wê kir, lê di pratîkê de ê ku esas xizmeta wê kir, ê ku ew pêk anî Ewropa ye. Dema ku Rêber Apo dîl girtin û birin Îmraliyê, Rêber Apo çi got? Got min li pêşberî xwe CPT dît. CPT got ku me ew sîstem daniye û em ê bişopînin. Ew yek aşkera gotin. Ji bo wê jî Ewropa ji sîstema Îmraliyê berpirsiyar e. Ne tenê Tirk berpirsiyar in. Rêber Apo jî got ku Tirk gardiyan in. Wateya wê ev e, tiştên ku timî datînin pêşberî Tirkiyê, Tirkiye tenê pratîk dike. Rastî ev e. Çawa dewleta Tirk îro hin tiştan datîne pêşberî Barzanî û Barzanî di pratîkê de pêk tînin, ên komploger jî her tişt pêş xistin, danîn pêşiya Tirkiyeyê û gotin ku lazim e tu wê pêk bînî; Tirkiye jî wê pêk tîne. Çima ez wê dibêjim, wer AKP/MHP dibêjin em netewî ne, em li dijî Ewropa û Emerîkayê ne; bi vê yekê gelê Tirkiyê dixapînin, pêwîst e gel vê rastiyê baş fêm bike. Yên ku ew anîn ser desthilatiyê jî ew in. Ji wana destûr girtin. Bi alîkariya wan hatin ser desthilatiyê. Ev rastî ye. çima? Ji ber ku yên ku komplo pêş xistine, yên ku sîstema Îmraliyê li ser wê esasê pêş xistine, dixwastin ku şerê Kurd pêş bikeve. Wê jî dixwastin bi kê pêş bixin, bi desthilatiya AKP/MHP’ê. Ji bo wê jî ew anîne ser desthilatiyê. Ewane vê komployê bi vî rengî bi rê ve dibin. Wate wê çawa ew sîstem û statuya ku Ewropayê -Îngilîz û Fransa- danî, yên ku ew wana bi navê modernîteya kapîtalîstî teslîm girtî ku Emerîka, Îngilistan û Îsraîl e, wê bi rê ve dibin. Rastî wiha ye. Komployeke pir mezin e. Wate di dîrokê de dikarim bêjim ku komployeke wiha mezin li dijî tu kesî û li dijî tu gel û tevgerî pêş neketiye. Ji ber çi ewqasê hêzan di vê komployê de cih girtin? Ew girêdayî rastiya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo ne wisa rêberekî normal e. Naşibe rêbertiyên gelên din. Eger rêbertiyek û tevgera ku ew bi rê ve dibe çiqasî mezin be, komploya ku li dijî wê rêbertî û tevgerê pêş bikeve jî wê ewqasî mezin be. Eger wisa nebe, komplo nikare pêşiya wê bigire, nikare Rêbertî û wê tevgerê bê bandor bike. Wate ku gelek dewleta di komployê de cih girtin ku sûceke mezin li hemberî gel û tevgera me û mirovatiyê kirin, sedema wê ev e.

ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD TÊ WATEYA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ

Ji ber ku dîtin ku Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Çareserkirina pirsgirêka Kurd tê wateya çareserkirina pirsgirêka azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn e. Ew jî di cîhanê de guhertinekê pêş dixe. Yên ku di sîstema modernîteya kapîtalîst de cih digirin dîtin ku ev yek ji bo wan metirsiyeke mezin e, ji bo wê lazim e pirsgirêka Kurd çareser nebe, lazim e li Rojhilata Navîn, demokratîkbûn û xwişk û biratiya gelan pêş nekeve. Ew nakokiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş xistine pêwîst e dewam bike. Ji ber ku Rêber Apo dixwaze wana çareser bike. Çareserkirina wana jî nakeve xizmeta wan. Komplo ji bo wê pêş xistin. Armanca komployê ew bû; wê çawa bikaribin ew tevgera ku Rêber Apo ji bo mirovatiyê û nirxên wê pêş dixe, wê bê bandor bikin. Di armanca komployê de bi temamî îmhakirina Rêber Apo hebû. Destpêkê îmhakirina fîzîkî hebû, Rêber Apo ew vala derxist; paşê jî xwestin bi rengê siyasî Rêber Apo îmha bikin. Tişta ku niha tê rêvebirin li ser wê esasê ye, ji bo wê ev tecrîd her ku diçe tê şidandin. Ji bo wê CPT, Ewropa û Emerîka wan yek jî dengê xwe dernaxîne. Ji ber ku armanca wan îmhakirina Rêber Apo dixwest. Wisa fêm kirin ku ger Rêber Apo îmha kirin, wê tevgerê îmha bikin û pirsgirêka Kurd ji holê rakin. Ji ber ku Rêber Apo û PKK nahêlin ku ew qirkirinê temam bikin. Ger ku tecrîdê ew qasê dişidînin ji bona wê ye. Lazim e her kes vê yekê fêm bike. Rêber Apo li dijî komployê xurt sekinî, di aliyê xwe de komplo vala derxist, xwest ku tevger jî û mirovatî jî vê komployê vala derxîne. Ji bo wê jî çekek pir mezin da destê tevger, gelê Kurd û mirovatiyê; paradîgmayek pêş xist û da dest. Wate yên ku li dijî komplo, desthilatiyê û koletiyê disekinin, yên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, wê bi kîjan felsefe, îdeolojî û paradîgmayê têbikoşin ku bikaribin armancê xwe pêk bînin, ew yek zelal kir û da destê her kesî. Bi vî şeklî komplo vala derxist. Eger ku îro her ku diçe Rêbertî û têkoşîna ku Rêbertî pêş xistî fêm dike û xwedî lê derdikevin, ji ber wê ye. Ji ber ku dibînin ku komploya hatî pêşxistin, ne wisa tenê ji bo

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ GEŞTIR DIBE

Rêber Apo û Kurdan e, di heman demê de ji bo wan û mirovatiyê ye. Lewma xwedî li Rêber Apo û Kurdan derdikevin. Her ku yên xwedî li azadî û demokrasiyê derdikevin, yên desthilat ên komploger jî li dijî Rêber Apo û PKK’ê disekinin û bi navê PKK’ê, Kurd û Kurdistanê û mirovatiyê çi hebe, dixwazin ji holê rakin. Niha têkoşîna li dijî komployê her ku diçe mezintir dibe. Ji bo wê lazime her kes êdî vê bibîne. Ên komploger di siyasetên xwe de israr nekin. Xwe ji sûc derxînin û bidin efûkirin. Bêyî PKK û gelê Kurd ew nikarin siyasetê bikin. Ev jî derketiye holê. Ger ku dixwazin siyasetê bikin û bi gelê Kurd re dostaniyê bikin, rêya wê eve ku divê siyaseta xwe ya li hemberî Rêber Apo û PKK’ê biguherînin. Ya din jî di aliyê me de di aliyê PKK’ê, gelê Kurd û dostên wê de wezîfeyek heye ku lazime bê pêşxistin. Ew wezîfe çiye? Ji bo çi ew komploya navnetewî pêş ket? Li ser çi esasê pêş ket? Komplogeran ji çi sûd girtin? Lazime em jî di wî alî de kêmasiyên xwe bibînin. Em jî wana rast bikin. Ger ku me rast kir, wê demê em dikarin baştir li dijî komployê bisekinin û encam bigirin. Lazime gelê me wê baş bizanibe; heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe wê komplo bidome. Ji ber ku em dixwazin komployê bidawî bikin, wê çaxê lazime em ew pêngava ku tevgera me pêşxistî ya ‘Dem dema azadiyê ye’, hîn xurtir pêş bixin da ku bikaribin azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ger ku me karî Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bikin, pirsgirêka Kurd çareser dibe. Ji ber wê Rêber Apo got, ‘Hûnê çi bikin ji bo xwe bikin’. Ger ku we ji bo xwe kir û encam girt, jixwe ez li vir ango li zindanê de namînim. Eger ku ez ketime Îmraliyê û di bin tecrîd û êşkenceyê de me, ger ku li ser min şereke derûnî û taybet her saetê tê rêvebirin, sedema wê eve ku min Kurd ji tunebûnê ava kir û rakir ser piyan. Min di şexsê Kurd de mirovatî rakir ser piyan. Min ruha da û hestê wan ê azadî û demokrasiyê mezin kir. Tola wê ji min distînin. Eger ku hûn dixwazin ez ji wê derê derkevim, wê çaxê divê hûn vê têkoşînê mezin bikin, divê têkoşîna we pirsgirêka Kurd çareser bike, wê demê wê komplo bi dawî bibe. Lazime her kes wisa nêzî meseleya komployê bibe.

-We bi berfirehî qala komployê kir. Weke agahiyeke dawî, CPT daxuyanî daye, di esasê de nirxandinên we piştrast dike. Dawiya Îlonê çûne Îmraliyê û gotine ku 6 mehên din em ê rapora xwe eşkere bikin, 6 mehên din dem bidin Tirkiyê. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Çima CPT çû Îmraliyê? Pêwîst e gelê me û dostên me vê yekê baş fêm bikin. Ji ber ku berê çi gotibûn, heta dawiya Îlonê lazim e Tirkiye nexşeya xwe diyar bike. Ê Îlon xelas bû. Tirkiyê ti nexşeyek neda nîşandan. Her wiha di qada navnetewî de gelekan xwedî li Rêber Apo derketin. Xwedî li mafê hêviyê ya di qanûnên Ewropayê de heyî derketin; gotin lazim e Ewropa wê qanûnê pêk bîne. Pêwîst e Rêber Apo ji zindanê derxînin. Her wiha gotin ku em dixwazin Rêber Apo bibînin. Em dixwazin nîqaş bikin. Em dixwazin hin tiştan ji Rêber Apo fêm bikin, her wiha fikrên me hene ku em dixwazin ji Rêber Apo re bêjin. Zextek mezin wisa çêbû, îro xelas bû û Tirkiyê nexşeya xwe diyar nekir, qanûna Ewropa jî cidî negirt, CPT neçar ma ku biçe. Eger ku çûye ji ber wê çûye. Ji ber ku eger neçûba wê demê sûcên ku Ewropa û CPT li dijî Rêber Apo û gelê Kurd dike, wê zelaltir derketiba û her kesê wê ev yek baştir fêm bikiriba. Ji bo ku vî barî li ser xwe rakin, çûn. Lîstikan dikin. Xapandinan dikin. Ne tenê Tirkiye xwedî li qanûnên xwe dernakeve, belku Ewropa jî xwedî li qanûnên xwe dernakeve. Li holê hiqûq û edaletek nîne, bi temamî şerek heye. Jixwe Ewropa komplo pêş xist û pêk anî. Jixwe eger Ewropayê ev komplo pêk ne anîba, Îmralî çênedibû, pirsgirêka Kurd wê biketiba ser rêya çareseriyê. Yê ku nexwest pirsgirêka Kurd çareser bike û bi komplo û şer bersiv da, wê çibike? Wê vê yekê bidomîne. Ew siyaseta ku niha li ser Rêber Apo li Îmraliyê tê rêvebirin, ne tenê Tirkiye li ber wê sûcdar e, di esasê de Ewropa, CPT sûcbar in. Ji ber ku wana sîstema Îmraliyê danîn. Wana komplo pêş xist û sîstem jî ya wan bû. Wê sîstemê bi rê ve dibin. Armanca komplo û wê sîstemê çi bû? Ji holê rakirina Rêber Apo bû. Eger ku tecrîd ewqasê tê şidandin û dengê xwe dernaxin, ji bona wê ye. Wate vê yekê rast dibînin, ji ber ku siyaseta wan e. Lewma deng dernaxin û xwedî li qanûnên xwe dernakevin. Gel û dostên me, lazime vê bizanin. Wate ew qanûnên wan ji bo Kurdan nameşe. Qanûna ku li dijî Kurdan tê rêvebirin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê radike. Vê jî rast û maf dibînin. Hem Tirkiye, hem jî Ewropa berjewendiyên xwe di vê yekê de dibînin. Emerîka wan jî berjewendiyên xwe di vê de dibînin. Lazim e her kes wê bizane; ew mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û Kurdan nameşe. Kurd li derveyî vê dinyayê dibînin. Qanûnên vê dinyayê ji bo Kurdan nameşe. Qanûnên îmhayê tên meşandin. Çi Rêber Apo ji wî zindanî de derdixe? Têkoşîn. Heta niha jî ger tiştekî ku Kurdan qezenc kiribe hebe jî bi têkoşînê qezenc kiriye. Ji wir û şûnde jî çi qezenc bike wê bi têkoşînê qezenc bike. Ji ber ku derveyî wê hemû rê li Kurdan girtine. Lazime Kurd xwe nexapînin. Başe, CPT dixapîne, dewleta Tirk dixapîne, weke din Ewropa, Emerîka û welatên din Kurdan dixapînin, lê lazime Kurd xwe nexapînin. Nebêjin qanûn hene, demokrasî û mafê mirov, edalet, mirovatî û hiqûq heye, ewane ji bo me jî derbasdar in. Ne wisa ye, ewane ne ji bo Kurdan ji bo xwe dimeşînin. Êdî Kurd ne neçar e li gorî qanûnên wan tev bigere. Ji ber ku di qanûnên wan de mirina Kurd heye. Kurd wê çawa wê yekê qebûl bike. Lazime xwe bi wan ve girê nede, hêvî neke. Ger tiştekî bike jî divê ji bo xwe bike. A rast ev e. Kesê ku wan qanûnan ji bo Kurdan bikar bîne tune yeî derket holê. Hemû lîstokin. Hiqûq hemû xistine bin berjewendiyên xwe. Ên ku qaşo siyasetê dikin, qilifek bi navê hiqûq pêş xistine, berjewendiyên xwe birêve dibin. Rastî ew e.

LI HOLÊ NE HIQÛQ HEYE NE EDALET

Li holê ne hiqûq heye ne edalet. Eger wisa bibûna gelê wê bikarîbana wisa nêzî Rêber Apo bibin. Ka bi xwe gotin ku heta dawiya Îlonê lazime Tirkiye di qanûnên xwe de guhertinên çêbike, nexşeyê diyar bike. Kir? Na, başe çima CPT û Ewropa xwedî li qanûnên xwe dernakevin? Çima ji bo wê li dijî Tirkiyê hin biryaran nagirin? Li ser wê jî dibêjin em tiştekî diyar nakin û emê piştî 6 mehan rapora xwe bidin Tirkiyê, ger ku Tirkiyê got eşkere bikin vê çax emê aşkera bikin. Ger ku negot jî em aşkera nakin. Piştî 6 mehan dîsa em ê dem bidin dewleta Tirkiyê yanî piştî salek şûnde belkî em daxuyaniyekê bidin. Ew henek e. Henekê xwe dikin. Gelê Kurd divê vê yekê qebûl neke. Lazime CPT demildest encama Îmraliyê bi gel re parve bike. Gelê me jî lazime vê bixwaze û ew parêzerên ku serlêdankiribûn jî lazime vê bixwazin, hunermend, nivîskar û her kes jî vê yekê bixwazin, bêjin ku tu çûyî Îmraliyê, lazime tu demildest encama Îmraliyê bi me re parve bikî yan jî aşkera bikî. Di wir de lazime zextê pêş bixin. Ya rast eve. Pêwîste gelê me û dostên me ji her aliyê ve vê zextê mezin bikin. Ya rast eve.

ÇALAKIYA RÛKEN Û SARA ÇALAKIYEKE GELEKÎ MEZIN E

-Weke bertek û helwesta li hemberî wan siyasetan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser qadên gerîla, milîtanên PKK û PAJK’ê Sara Tolhildan û Rûken Zelal çalakiyeke pir bi bandor li Mêrsînê kirin. Çalakiyê nîqaşên cuda jî bi xwe re anîn holê. Bandora wê çalakiyê ya piştî vê derketî holê, hûn çawa şîrove dikin?

Çalakiya ku Sara û Rûken pêş xistin, çalakiyeke serketî û pir mezin e. Belkî hin kes dixwazin vê çalakiyê erzan bidin diyarkirin û ji bo wê jî dixebitin. Dibe ku hinek dixwazin wê bê wate bikin jî, lê ew çi bikin jî bê sûd e. Kes nikare rastiya vê çalakiyê wisa veşêre, ne jî erzan bike û wisa berovajî bike. Dewleta Tirkiyê ya komploger li dijî tevgera me û gelê me hemû tiştî dike. Tişta ku nekirî nîne. Ew jî li ber çavan e. Her kes dibîne. Li Bakur çi ser gelê me dike, li zindanan çi dike, li Rojava, Başûr çi dike. Li dijî gerîla hemû çekan bikar tîne. Ji balafirên keşfê, bomberdûman bigre heta bi helîkopter û tank, hemûyan bê navber bikar tîne. Li gel wan çekên qedexekirî bikar tîne. Çekên kîmyewî, bombeyên nukleer ên taktîkî, termobarîk û her cûre gazan bikar tîne. Li zindanan her roj cenaze derdikevin. Îdaman dikin. Dibêjin nexweş bû mir, ket mir, nizanim bi gelek şêwazan wisa her kesî dixapînin. Gelê Kurd xistiye zindaneke sergirtî, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye ji holê radike. Niha li Kurdistanê ku dixwaze bi navê Kurdistanê çi hebe ji holê rabike, ne tenê êrîşî mirovan dike, êrîşî dar û beran û ajalan jî dike. Wate li Kurdistanê çi heye dixwaze ji holê rake. Va ye li Botanê dar û ber nehişt. Mijar ne ku daran dibirin û dibin difiroşin û ji xwe re pere qezenc dikin e, belku şerê tunekirinê birêve dibe. Eger wan dar û beran li Botan û Dêrsimê û li cihê din dibirin, ew siyaseta qirkirinê ye. Yanî ji bo mirovê Kurd derfetên jiyanê nahêle. Heta ji bo ajalan jî derfetê jiyanê nahêle. Yanî di cîhanê de tu kes siyaseteke wiha li dijî gelan birêve nebiriye. Li Rojava her rojê qetlîaman dike. Gelek cih dagir kiriye, demografiya wê diguherîne. Wê jî her kes dizane. Roj nîne ku mirovan nekuje. Li Başûr her roj sûîqestan dike, li Şengal, Mexmûr, Silêmanî û li Qadên Parastinê yên Medya, yanî siyaseta qirkirinê li ser Kurdan birêve dibe. Eger ku tu li ser gelê Kurd vê siyasetê birêve bibî, mafê mirovê Kurd jî heye ku xwe biparêze. Ev jî maf e. Ev yek di aliyê saziyên navnetewî de jî hatiye pejirandin. Qey wê gelê Kurd tunebûna xwe qebûl bike; ev yek ne mumkûne. Ev yek ji derveyî exlaq û wijdanê mirovatiyê ye. Gelê Kurd wê li dijî wan tiştane xwe biparêze, ew jî mafê wan e. Eger ku Sara û Rûken ev çalakiya li Mêrsînê pêş xistin, ji bo wê bû. Başe ji ber çi yê wê çalakiyê rexne dikin, dixwazin biçûk, erzan û bê bandor û berovajî bikin, çima li dijî siyaseta dewleta Tirkiyê ya li ser gelê Kurd, gerîla birêve dibe û kîmyewiyê û bombeyên nukleerî yên taktîkî bikar tîne, dernakevin. Çima ji dewleta Tirkiyê, ji desthilatiya AKP/MHP’ê re nabêjin ku siyaseta hûn dikin siyaseta sûc e. Hûn sûc dikin û dixwazin her kesî jî bikin şirîkê xwe. Hûn dixwazin gelekê ji holê rakin. Bi wê jî hûn li hemberî xwe bertekên mezin çêdikin. Eger ku ew çalakî pêş ketiye, sedema wê dewleta Tirkiye, desthilatiya AKP/MHP ye. Di nav gelê me de gotinek heye ku dibêje, tu çi biçînî tu wê hildiberînî. Tiştên ku li Kurdistanê çandin çiye? Şer, qetlîam, êşkence, lêdan, koçberî û tunekirin e. Li ser hemû civaka Kurd birêve dibin, li ser jin, zilam, ciwan, yextiyaran, li ser zarokan birêve dibin, li ser xwezaya Kurdistanê birêve dibin. Ger ku te ew kir, helbet wê berdêla wê jî hebe. Tu berdêlan bi Kurdan bidî jiyankirin, gelo ma Kurd jî wê bi te nede jiyankirin? Kurd jî wê bi te bide jiyankirin. Ev jî mafê Kurdan e. Yên ku dibêjin bila şer nebe, bila şîdet nebe, wê çaxê lazime vê ji dewleta Tirkiyê bixwazin. Dewleta Tirkiyê dixwaze Kurdan ji holê rake. Kurd naxwaze dewleta Tirkiyê ji holê rake. Naxwaze Tirkan ji holê rake. Yê ku dixwaze Kurdan ji holê rake dewleta Tirkiyê ye. Dibêjin yên ku Tirkiyê parçe dikin, yên ku xiyanetê lê dikin; yên ku parçe dikin ew desthilatî ye û yên xiyanetê jî dikin ew bi xwe ne. Dema ku komara Tirkiyê nû ava dibe jî axaftina Mustefa Kemal hene, nivîs hene; di meclîsa Tirkiyê de Kurd hene, axaftina wan hene. Mustefa Kemal heta xwesriyê qebûl dike. Her ku diçe bi qetlîaman xiyanetê li Kurdan dikin. Yên ku xiyanetê dikin, ew bi xwe ne, ne Kurd in. Kurd mafên xwe dixwazin, tiştekî din naxwazin. Yên ku Tirkiye û civaka Tirkiyê perçe perçe dike, ew bi xwe ne, ne Kurd in. Kurd tevgereke rast, mafdar û rewa birêve dibe. Eger ku Sara û Rûken li Mêrsînê ew çalakiya mezin kirin, lazime her kes li ser wê bifikire û ji xwe re encaman derxîne. Rast nêzî meseleyê bibe. Çima ev çalakiye pêş ket, sedem çiye? Dewleta Tirkiyê li ser Kurdan û gerîla çi dike ku wan du keçên Kurd vê çalakiyê dikin. Bila sebeb tiştek nekirine, li dijî zilma dewleta Tirk sekinîn. Tişta ku kirinî ev e. Ew xetek e. Xeta xweparastinê ye. Kes nikare wisa dev dirêjî vê xetê bike. Pêwîste her kes rast nêzîk bibe û rast biaxive. Axaftina derveyî vê çalakiyê, encama wê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirkiyê çêkirî jî wê bibînin. Ew axaftinên din hemû vala ne. Pêwîste her kes li pêşberî vê xet û çalakiyê bê îman û wijdanê û bê wijdaniyê neke.

QETILKIRINA JÎNA EMÎNÎ

-Li Îranê jî piştî ku jina Kurd Jîna Emînî hat qetilkirin, bi pêşengiya jinan de serhildan destpê kir, ew çend rojin ku didome. Li gorî hin çavkaniyan nêzî 200 mirov û heta zêdetir hatine qetilkirin, lê dîsa jî çalakî tên domandin. Weke hevserokatiya konseya KCK’ê we daxuyaniyek ji bo hemû aliyan, gel da û heta we hişyarî da Îranê û rexne jî kir. Ew serhildan hê jî didome. Hûn ji bo yên serhildanê dikin û hem jî ji bo dewleta Îranê dixwazin çi bibêjin?

Niha jineke Kurd bi êşkenceyê hat kuştin, li ser wê ev serhildan çêbû. Sedem ev e. Kê ew keç şehîd xist? Dewleta Îranê ew şehîd xist. Gel ev yek qebûl nekir. Jixwe gelek zext û pirsgirêk hene û dema ku jineke Kurd wisa bi lêdan û êşkenceyê hat şehîdkirin, hemû gel li dijî wê rabûn. Destpêkê dibe ku jin rabûn, lê her ku çû ne tenê jin, gelên Îranê li gelek herêman jî tevlê jinan bûn. Her ku çû mezin bû. Tişta ku tînin ziman, tiştên rast û rewa ne û daxwazên wan daxwazên demokratîk in. Divê dewleta Îranê guh bide jin û civakê. Yanî birûne û bi wan re diyalogê bike. Pirsgirêk û daxwazên wan nîqaş bikin. Çareser bikin. Ya ji Îranê tê xwestin eve. Lê Îran çi dike; li şûna ku guh bide yên ku daxwazên wan demokratîk û rewa ne, cidî nêzîk bibe, diyalog bike û pirsgirêkan çareser bike, bi şîdetê diçe ser. Yanî dixwaze bi şîdetê wan daxwazan ji holê rake. Her ku dixwaze wê yekê bike, hê bêhtir mirin çêdibin, pirsgirêk hê jî giran dibe. Yanî pêwîste dewlet bibîne ku ew şêwazê ku birêve dibe, pirsgirêkan çareser nake, belku pirsgirêkan hîn jî giran dike. Heta ji wan re xetereyê jî çêdike. Pêwîste wê bibînin. Derket ku bi vê riyê pirsgirêk çareser nabin. Pêwîste bi diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêk esas bigire. Niha li şûna ku vê esas bigirin, derdikevin û çi dibêjin; vaye Emerîka û Îsraîl vê yekê li dijî Îranê pêş dixe û dixwazin Îranê xirab bikin. Başe ev çiqasê rast e? Yanî dibe ku hinek bi wê bawer bikin, lê civak nikare bi wê bawer bike. Yên Jîna kuştî ne Îsraîl û Emerîka ye, saziyeke dewleta Îranê ye. Li ber wê dewlet berpisiyar e, di bin berpirsiyartiya wan de ew jina Kurd hatiye qetilkirin. Eger ku dibêje ew serhildanên pêş ketinî, destê xwe yê derve heye, ango ji derve vê pêş dixin, ew ne rast e. Te bi xwe zemînê wê çêkiriye û di vî zemînî de ew yek pêş ketiye. Hêzên derve hesabên xwe li ser Îranê nînin, belê hene. Yanî ew jî dikarin ku bixwazibin ji vî zemînî sûdê bigirin. Ê tu vî zemînî didî, ew jî li ser wê zemînê dixwaze kar bike. Eger ku tu naxwazî dewletên derve dest neavêje hundirê te û ji bo te pirsgirêkan çêdike, wê çaxê lazime tu pirsgirêkên ku di hundir de heyî çareser bikî. Wê demê ye ku destê derve wê zêde nekaribe tevlêheviyê çêbike. Yanî pirsgirêk ne ji derve, li hundir e. Ji bo wê jî pêwîste di hundir de bê çareserkirin. Ya rast jî eve. Ji bo wê jî ew axaftine zêde bandorê li gel nake. Jina Kurd û jinên Îranê, jina ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin in. Wê jinê ew desthilatî anî ser desthilatiyê. Yê ku ew Şah xistî ev jin e. Yanî niha çawa dibe yê ku ligel jinê bi hevre li dijî Şah sekinî, bi têkoşîna jin Şah têk birin niha li dijî jin disekinin. Lazime di wir de jî rastiya xwe bibînin. Ya ku ji wan tê xwestin yek jî eve. Şoreşeke pir mezin çêbû, şoreşeke demokratîk bû. Eger ew berdewam bibûna, wê Îran bibûya welateke demokratîk. Her kesê dikaribû bi rehetî xwe têde îfade bikira. Dibû modelek ji bo Rojhilata Navîn. Dîroka Îranê jî xizmeta vê yekê dike. Lê ew dîrok û ew şoreş esas negirtin, di wir de berovajî wê şoreşê desthilatî pêş ket. Ji bo wê jî ew jina ku bi wan re bi hev re Şah xistin hatin dijberî hev. Başe di wir de kê berpirsiyar e, ne hêzên derve, bi xwe berpirsiyar e. Siyaseta ku birêve dibin ew yek çêkirin. Ji bo wê jî gelek şehadet çêbûn. Ez bi vê munasebetê hurmeta xwe ji bo wan şehîdan diyar dikim. Yanî bi rastî jin li azadiya xwe xwedî derdikeve. Ew yek xwedî derketina li azadiya gel e. Rêber Apo jî got, sedsala 21’an wê bibe sedsala şoreşa jin. Yanî di tiştên ku pêş dikeve de jî mirov dikare vê bibîne. Ew tevgerên jin ên li Îranê bê navbeynkariyekê, jinên cîhanê jî kete tevgerê. Her kesek rola jinê dibîne û diaxive jî. Ev tevgere her ku diçe wê li cîhanê jî mezin bibe. Dewleta Îranê Kurdan berpirsiyarê wan serhildanan dibîne. Ji bo wê jî êrîşî Kurdan û saziyên wan dike. Hin şehadet jî çêbûn. Bi vê munasebetê ez wan şehadetan jî bibîr tînim û hurmetê xwe diyar dikim. Ji wan sazî, partî û gelê Kurd jî sersaxiyê dixwazim. Yanî dewleta Tirkiyê û dewleta Îranê pêwîste vê şaşitiyê jî nekin, yanî welê Kurdan berpirsiyar nebînin û bi şîdetê neyên ser Kurdan. Divê bi Kurdan re bikevin nava diyalogê. Pêwîste pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bikin. Bi vî şeklî pirsgirêka Kurd çareser nabe. Hê bêhtir giran dibe. Çiqasê pirsgirêka Kurd li Îranê giran bibe, wê pirsgirêkên gelên din û pirsgirêkên din ên li nava Îranê jî giran bike. Yanî hîn pir giran nebûye, lazime bikeve nava diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan a bi diyalogê esas bigire.

BI QESTÎ HEVAL NAGÎHAN QETIL KIRIN

Ne bi tenê li parçeyekî Kurdistanê di heman demê de li hemû parçeyan cînayet û sûîkast pêk tên. Herî dawîn li Silêmaniyê hevala me Nagîhan Akarsel a ku Endama Lêkolînên Jineolojiyê bû, di êrîşeke bêbext de şehîd hate xistin. Berê jî li Silêmaniyê sûîkastên wisa hate kirin û ev wekî ‘kujer ne diyar’ hate diyarkirin. Derbarê van sûîkast û qetilkirina Akarsel hûn dixwazin çi bibêjin?

Heval Nagîhan him ji bo jinan û him jî ji bo gelê Kurd kedeke mezin dan, xizmetên mezin kir. Wê temamê jiyana xwe da tevgera jinan û xizmeta gelê Kurd. Ne bi tenê ji bo Bakurê Kurdistanê wê ji bo hemû jinên Kurd û ji bo jinên dinyayê ev xebat meşand. Ev xebat ji bo gelê Kurd û mirovayetiyê xizmeteke mezin e. Bi vê wesîleyê ez bi hurmet vê hevalê bi bîr tînim. Em ê tu carî destûrê nedin ku keda wê qels bibe, em ê xeyal û hedefên wê têxin meriyetê. Ev deynê me ye, em ê di her şert û mercan de, vî tiştî bibînin.

Bi qestî li heval Nagîhanê dan. Ji ber ku wê ji bo gelê Kurd, ji bo jinan û ji bo mirovayetiyê karên girîng dikir. Ew endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê bû û edîtora kovara Jineolojiyê bû. Dewleta Tirk dijminê jinan e, dijminê Kurdan e, dijminê mirovayetiyê ye, dijminê nirxên mirovayetiyê ye. Desthilatdariya AKP û MHP’ê kê dike hedef? Kî ji bo jinan, gelê Kurd û mirovayetiyê kedeke mezin bidin, wan dikin hedef. Çi kesê tê ber wan nakin hedef, xizmeta kê zêde be, wan dikin hedef. Ev jî rastiya rejîmê datîne holê.

Jineolojî ya ku heval Nagîhan xizmeta wê dikir û ked dida wê, berhema Rêber Apo bû. Rêber Apo ev qad ji bo gelê Kurd û mirovayetiyê vekir. Heval Nagîhan xwedî li vê qadê derket, ango xwedî li Rêber Apo derket. Xwedî li felsefe û paradîgmaya Rêber Apo derket. Xwest vê felsefe û paradîgmayê di pratîkê de pêk bîne. Ji bo geşkirina feraseteke nû û wijdanekî nû deyne holê, xwest vî tiştî li dinyayê belav bike. Dema ku heval Nagîhan kirin hedef, tê wateya ku jin kirine hedef. Ji ber vê him jinên Kurd, him jî kesên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ji xwe re dikin esas, divê xwedî li heval Nagîhan derkevin. Wê xeyal û hedef çawa bi cih werin? Wê tola wê çawa bi awayekî mezin were bidestxistin? Bi kûrbûna di Jineolojiyê de, bi kûrbûna di xeta ku Rêber Apo ji bo jinan ava kiriye, tola wê bi awayekî mezin dikare were stendin. Bi vî awayî wê heval Nagîhan were jiyîn.

DIXWAZIN RONAKBÎRIYA SORAN TÊK BIBIN

Gelo çima li Silêmaniyê û li herêma Soranê dixwazin van cînayetan bikin? Divê gelê Soranê baş fêm bike ku armanca van cînayetan çi ye. Herêma Soran a ku wekî herêma rewşenbîr, ronakbîr, nivîskar û akademîsyenan tê zanîn, divê baş fêm bike ku bi van cînayetan re çi dibe hedef. Bi avakirina tirsê re, dixwazin hemû kesan bêdeng bikin û ji xwe re bikin kole. Ji ber ku li herêma Soranê taybetiyeke gelê me yê li wir heye, ew jî ev e ku zilm, desthilatdarî û koletiyê qebûl nake, hestên wê yên azadiyê gelekî xurt in. Ji ber vê her dem bi tevgera azadiyê re ne. Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK û Tirkmenên bi wan re tevdigerin, baş bi vî tiştî dizanin.

Çawa ku Rêber Apo û PKK’ê bûn motora ku gelê Kurd bi pêş ve bibin, li Başûr jî herêma Soranê û ronakbîrên wê ji bo Başûr motor in. Wan ronakbîriya li Başûr pêk anîne. Dewleta Tirk û Barzanî naxwazin vê ronakbîriya li Soran biçe Behdînanê. Ji ber vê dixwazin ev ronakbîrî were tefandin. Sedema êrîşên li Silêmanî û Soranê ev in. Divê gelê me, ronakbîrên me û siyasetmedarên me vê rewşê baş bizanibin. Tişta ku ji wan tê xwestin divê li hemberî van sûîkastan li ber xwe bidin. Ne bi tenê bi daxuyaniyan, divê li hemberî dewleta Tirk, Barzanî û Tirkmenan rabin û helwesteke xurt nîşan bidin.  Divê bibêjin ‘Em ê nehêlin hûn li herêma me van tiştên xerab bikin’. Him divê xwedî li şehîdan derkevin û him jî divê bi helwesteke wisa xwedî li xwe derkevin. Heke nehêlin xayîn di nav wan de bi cih bibin û li hemberî wan derkevin, biçin ser wan û tolê bistînin, dewleta Tirk, Barzanî û Tirkmen wê nikaribin li vê herêmê zilmeke wisa li gel bikin, bi tirsandina gel wê nikaribin vê herêmê teslîm bistînin.

Gel, ronakbîr, hunermed û bi taybetî jinên herêma Soranê divê xwedî li dîroka xwe derkevin. Di nava dîrokê de herêma Soranê li dijî zilmê bûye, bi azadiyê re bûye. Heke îro dijmin êrîşî PKK’ê dike, sedema wê ev e ku PKK hestên gelê Kurd temsîl dike. Ji ber ku PKK nahêle dewleta Tirk û Barzanî hedefa xwe pêk bînin, êrîşî PKK’ê dikin. Sedema wê ev e. Tişta ku ji wan tê xwestin ev e ku vê rastiyê bibînin û divê li gorî vî tiştî tevbigerin. Heke wisa tevbigerin ne Tirk ne jî îstîxbarata PDK’ê û ne jî Tirkmen wê nikaribin xerabiyên wisa bikin. Ew bi xwe dizanin, heval Nagîhan ji bo gelê Soranê kedeke mezin da. Wê deynê xwe yê ji bo PKK’ê çawa bidin? Heke xwedî li heval Nagîhan derkevin û li dijî dewleta Tirk bin wê karibin deynê xwe bidin. Tişta ku ji wan tê xwestin ev e.

GERÎLA CARINAN 24 SAETA BIRÇÎ DIMÎNE Û LI BER XWE DIDE

Yek ji sedema ku êrîşên wisa li hemberî sivîlan dikin ev e ku li hemberî berxwedana gerîla têk çûne. Di şer de rewşa dawîn çi ye?

Dewleta Tirk a qirker ferqê naxe navbera gerîla û sivîlan. Ji bo wan Kurd hemû wekî hev in. Dibêjin ‘Di navbera Kurdên spî û reş de tu ferq tune’ Gotineke wan din jî heye ku dibêje ‘Kurdên herî baş, Kurdên mirî ne’. Ji bo wan di nabera gerîla û Kurdên din de jî tu ferq tune. Dewleta Tirk dibêje ‘Pirsgirêka me ne bi Kurdan re ye, pirsgirêka me bi PKK’ê re ye’. Barzanî jî dibêje ‘Sedema êrîşên dewleta Tirk PKK ye, heke PKK nebûya wê dewleta Tirk êrîş nekira.’ Armanceke dewleta Tirk û Barzaniyan heye. Dixwazin vî tiştî bibêjin; PKK û gelê Kurd ji bo mirovayetiyê têdikoşin, divê hûn piştgiriyê nedin PKK’ê û di vê têkoşînê de cih negirin, divê hûn li derveyî vî tiştî bin, wê demê em ê karibin PKK’ê tasfiye bikin û qirkirina Kurdan temam bikin. Wateya vî tiştî ev e. Pratîka wan jî li ber çavan e. Bi tenê êrîşî gerîla nakin. Li Başûr, Rojava û Bakur êrîşî ser hemû tiştên li ser navê Kurdan dikin. Li Îspanyayê ga hene ku êrîşî rengê sor dikin, desthilatdariya AKP û MHP’ê û dewleta Tirk li ku derê li ser navê Kurdbûnê tiştek hebe, êrîşî wir dikin. Naxwazin li dinyayê tiştek li ser navê Kurd û Kurdistanê bimîne. Vî tiştî bi eşkere dibêjin. Li hemberî vê siyasetê Rêber Apo û PKK helwesteke qehremanî nîşan dide. Ji ber ku li hemberî wan kesan e yên ku dixwazin Kurdbûnê bikin hedef û nahêlin qirkirina Kurdan pêk were. Bi tenê asteng nake, di heman demê de Kurdan ji qirkirinê jî rizgar dikin, Kurdan dikin xwedî nasname û keramet, bi vî awayî xwestin hurmeta li hemberî Kurdan pêk were. Têkoşîna gelê Kurd wisa gihandin asteke mezin. Ji ber vê li dinyayê hejmara kesên ku dixwazin rastiya gelê Kurd û PKK’ê û paradîgma û felsefeya wê fêm bikin, roj bi roj zêde dibe.

Ew dibêjin qey ew ê karibin pirsgirêkên xwe wisa çareser bikin. Li ser gerîla her cure êrîş heye. Li ser gerîla 24 saetan bi balefir, helîkopter, tank, top, çekên kîmyewî yên hatine qedexekirin, çekên taktîk nukleer û bombeyên termoborîk dixwazin encamekê bistînin. Ji ber ku bi Peymana Lozanê re salvegera 100’emîn a avakirina Komara Tirkiyeyê nêz dibe. Dixwazin beriya vê dîrokê encamekê bistînin. Ji bo vê hemû derfetên di destê xwe de seferber kirine. Li dinyayê heta niha tiştekî wisa nehatiye dîtin. Li hemberî vê teknolojî û çekan gerîla qehremaniyeke mezin nîşan dide. Carinan rojekê nan naxwe, birçî dimîne, nikare serê xwe bişo. Her dem li ser gerîla êrîş heye. Di nav van şertan de pêşiya dagirkeriyê digire û her roj derban lê dixe.  Ew şehîd, şehîdên hemû mirovayetiyê ne, ne bi tenê şehîdên gelê Kurd in.

BARZANÎ ÇÛN HEWARA DEWLETA TIRK    

Dewleta Tirk her roj derban li ser hev dixwe û ji ber ku xwe nagihîne hedefên xwe, zêdetir êrîşan dike. Dema ku tevî hemû derfetên xwe nikare bi ser bikeve, vê carê Barzaniyan dixe dewrê, jixwe li pişt wan NATO heye, bi hemû derfetên NATO’yê vî şerî dimeşînin. Lê ev jî têr nake, divê hinek kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd têxin dewrê. Çawa ku li Bakur cerdevan xistine dewrê, li Başûr jî Barzaniyan dixin dewrê. Barzanî cerdevanên Başûr in. Barzanî bi destê dewleta Tirk dixwaze PKK’ê ji holê rake. Dewleta Tirk jî bi destê Barzanî dixwaze PKK’ê ji holê rake. Di vê rewşê de bi hev re dixwazin li hemberî PKK’ê şerekî hevpar bikin. Roj bi roj rola PDKê deşîfre dibe. Belkî ji bo gelê Kurd bi eşkeretî nikarin bibêjin ‘Em tevî dewleta Tirk li hemberî PKK’ê şer dikin’ lê bi awayekî sergirtî vî tiştî dikin.  Lê êdî hatine asta ku nikaribin vî tiştî veşêrin. Gelek gerîla xistin kemînê û şehîd xistin, li Xelîfanê sê kom îmha kirin. Me nasnameya wan hevalan ji raya giştî re eşkere kir, her kes dizane. Li Girê Amêdiyê ji bo Tirkan rê çêkirin, di navbera û hêzên Tirk de, nêzî hêzên Tirk qereqolek çêkirin. Dema ku ev rê û qalekol çêkirin, ji bo ku em nikaribin tiştekî bikin, bi balefirên keşfê û wesayîtên hewayî yên bêmirov her dem digeriyan. Bi vî awayî ew diparastin.  PDK û Barzanî ji bo parastina dewleta Tirk hatin vê herêmê. Ji ber ku dewleta Tirk li vê herêmê ketiye rewşeke dijwar, hatin bi hawara wan ve. Kemînan datînin, erzaqê wê ji hevalan re biçe qut dikin, çûn û hatina di navbera qadan de asteng dikin, erzaqan ji dewleta Tirk re dibin, cenaze û birîndarên wan radikin, li herêmên ku dewleta Tirk nikare têkevê ji wan re pêşengtiyê dikin, di her awayî de êdî vê rastiyê venaşêrin.  Me bi dehan caran ew hişyar kirin ku bila alîkariyê nedin dewleta Tirk. Temam hûn alîkariyê nadin me, jixwe em alîkariyeke wisa jî naxwazin lê alîkariyê nedin dewleta Tirk a faşîst. Tişta ku hûn dikin tu eleqeya wê bi Kurdbûnê tune, xizmeta Kurdbûnê nake.

Niha şer ketiye qonaxeke din, dewleta Tirk dixwaze bi lezgînî encamekê bistîne. Ji ber vê hemû derfetên xwe xistiye dewrê, bi armanca şikandina îradeya gelê me, dixwazin îradeya gerîla bişkînin. Lê êdî Barzanî bi eşkeretî bi dewleta Tirk re tevdigerin. Ji ber vê pêvajoya ku em ketinê ne wekî berê ye. Şîddeta wê zêdetir bûye û gihiştiyeke asteke xetere. Divê gelê me vî tiştî bibîne. Ji bo vê bi ruhê berxwedanê yê ku Rêber Apo li Îmraliyê dike,  bi ruhê berxwedanê yên ku gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê dike, divê ruhê heval Sara û Rûken ên ku li Mêrsînê derbeke xurt li dijmin dan, li Tirkiyeyê bandoreke mezin çêkirin, nîşanî me dan ku em dikarin dijmin têk bibin û bi kîjan metodê dikarin têkoşîna xwe geş bikin û ji îmhayê rizgar bibin, her kes ji xwe re bike esas. Li ku derê dibe bila bibe! Divê her kes bi vî ruhî peywir û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Gerîla li gorî xwe peywirên xwe bi cih tîne lê ev nayê wateya ku xetere ji holê rabûye. Lê hemû bar li ser milê gerîla ye. Divê her kes vî barî hilgire. Tişta ku ji her kesî tê xwestin ev e. Herî dawîn heval Sara û Rûken ev peywir danî ber hemû kesan, her kes hişyar kirin. Wan gotin ‘Dijmin dixwaze me ji holê rake, divê em jî wisa xwe biparêzin, ji xeynî vî tiştî tu rêyeke din tune’ û ev peywir danîn ber hemû kesan. Li ser vî esasî divê her kes van peywiran bi cih bîne. Em hatine asta ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bixînin, em dikarin derbên xurt li wan bidin. Hedefa me ev e. Me berdêl da û êş kişand. Me ev tişt anî asta dawîn û êdî divê em encamekê bistînin.

Qehremanên ku li tunelan û li derve di bin şertên dijwar de li hemberî mêtingeran têkoşîneke mezin didin meşandin, silav dikim, ez hurmeta xwe pêşkêşî wan dikim, şehîdên me bi bîr tînim, ez sersaxiyê ji hemû gelê me re dixwazin. Bi rastî ev şehîdên me, her yek şehîdên mezin in, ew şehîdên mirovayetiyê ne. Tişta ku ji her kesî tê xwestin ev e, divê ev şehîd çawa bi heybet were jiyîn? Dema ku peywirên ji bo Rêber Apo û azadiyan werin pêkanîn ew ê ev şehîd bi heybet werin jiyîn. Dema ku em şehîdan bi heybet bidin jiyîn, tê wateya ku em xwe bi heybet didin jiyîn.

TU ELEQEYA BARZANIYAN BI KURDBÛNÊ TUNE

We di nirxandinên xwe de qal kir lê ez dixwazim dîsa bipirsim. Herî dawîn li Dola Balîsanê komek gerîla ketin kemînê. Ligel gelek bangên we û nerazîbûnên gelê Kurd PDK hê jî di vê helwesta xwe de israr dike?

Heke mirov bibêje PDK wê şaş be, beşeke mezin a PDK’ê ji vê rewşê aciz in û ne di nav vê siyasetê de ne. Barzaniyan ji bo xwe hegemonyayek ava kirine, atmosfereke tirsê çêkirine. Ji ber vê gelek alî nikarin zêde dengê xwe derxînin lê nayê wateya ku vê siyasetê qebûl dikin. Ji ber ku her kes dizane ku vê siyaseta li dijî PKK û gelê Kurd xizmeta gelê Kurd nake. Tu eleqeya vê siyasetê bi Kurdbûn û welatparêziyê tune. Ji ber vê divê mirov nebêje PDK, ji ber ku Barzanî van tiştan dikin. Vî tiştî jî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî dikin, berjewendiya xwe ne li cem gelê Kurd, di dewleta Tirk de dibînin. Dema ku dîtin ew alîkariyê bidin dewleta Tirk wê derb li PKK’ê were xistin û wê Kurdistan ji wan re bimîne. Dibînin ku dewleta Tirk dixwaze PKK’ê tasfiye bike, ew jî dibêjin ‘Heke em li dijî PKK’ê bin, wê PKK tasfiye bibe û wê Kurdistan ji me re bimîne’.

Dewleta Tirk di dîroka xwe de kê hevkariya wê kiriye û bi saya vê hevkariyê kesên li hemberî wê serî hildane ji holê rakirine, piştre ev kesên alîkarî dane wê ji holê rakirine. Di vê meseleyê de bi dehan mînak hene. Dewleta Tirk di navbera Kurdan de cihêkariyê nake. Lê tekane tişta ku dike, wê çawa Kurdan bi hev bide şerkirin. Cihêkariya wê ev e ku wê çawa Kurdan bi destê Kurdan ji holê rake. Vî tiştî ji xwe re dike esas. Ji dîrokê heta niha li ser vî esasî siyaseta xwe dimeşînin. Herçiqas me ev rewş aniye rojevê, Barzanî berjewendiya xwe dikin esas.Ne diyar e wê berjewendiya xwe heta ku derê biparêzin.Wan destkeftiyên xwe jî bi saya têkoşîna PKK’ê stendine. Dema ku dewleta Tirk ew qebûl kir û alîkarî dan wan, ev tişt ne ji bo wan bû. Ji bo ku PKK ji holê were rakirin ev tişt hate kirin. Ji ser PKK’ê ji Tirkiyeyê van derfetan bi dest dixînin. Wan derfetên di destê xwe de bi têkoşînê bi dest nexistine.  Keda PKK’ê di vî tiştî de gelekî zêde ye. A niha jî tefşo li lingê xwe dixin. Ez wan hişyar dikim, divê ev derfetên ji ser PKK’ê bi dest xistine, ji bo tunekirina PKK’ê nexin dewrê. Divê gelê Kurd vî tiştî qebûl neke.

EM LI BENDA DAXUYANIYA LI SER BALÎSANÊ NE

Niha tişta ku li Balîsanê kirin li holê ye. Li ser vê bûyerê şerê psîkolojîk jî dimeşînin, ji bo ku rastî dernekeve holê gelek agahiyên şaş-derew belav dikin. Li gorî agahiyên ji me re hatine, balafirên dewleta Tirk hevalên me nekirine, wan ji bo hevalên me kemîn danîbûn, êrîşê hevalên me kirine. Du hevalên me şehîd xistin, sê hevalên ku birîndar kirin jî li gel xwe birine. Di destê me de ev agahî hene. Ji bo ku ev rastî neyê fêmkirin dibêjin “Balafirên dewleta Tirk bomberdûman kirien, piştre jî ew birîndar birine”. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk nikarin li Balîsanê hevalên me tespît bikin, lê ew dikarin tespît bikin û agahiyê bidin. Nexwe balafirên keşfê yên dewleta Tirk wê çawan bizanibin ku li Dola Balîsanê 5 kes dimeşin? Tiştek wiha ne pêkan e. Ev bi destê PDK’ê û Barzaniyan rû dide. Divê gelê me vê yekê bizanibe. Ger mîna gotina wan be bila daxuyanî bidin û hevalên me yên birîndar ku birine radestî me bikin. Wê demê wateya gotina wan hebe. Lê heta niha ne daxuyaniyek dan, ne bersivek dan û ne jî wan hevalan radestî me kirin. Malbatên hevalên me yên ku berê wan şehîd xistibûn, bi mehan cenazeyên zarokên xwe xwestin. Ji bo na vê çalakiyan jî kirin, lê tu bersivek jî nedan. Siyaseta ku dimeşînin li ser vê bingehê ye. Li tu derê cihanê jî mînaka vê tuneye. Hûn ê hem bikujin, hem cenazeyan nedin û hem jî li ser vê yekê înkar bikin. Divê gelê Kurd hesaba vê bipirse. Çima daxuyaniyek nadin? Çima agahiyek nadin? Çima bersivek nadin? Ji ber ku naxwazin sûcên wan derkeve holê.

Berê jî li Hewlêrê gelek hevalên me şehîd xistin, cenazeyên wan jî nedan. Cenazeya wan hevalên me li ku derê ne kes nizane. Heta tê gotin li ser wan cenazeyan avahî jî çêkirine. Çawa ku dewleta Tirk li Newala Qeseba avahiyan çêdike, ew jî heman tiştê dikin. Armanca dewleta Tirk çi ye tê zanîn; dixwaze gelê Kurd bênirx û bêdîrok bihêle. Baş e, Barzanî dixwazin çi bikin? Ew jî dixwazin gelê Kurd û PKK’ê bêdîrok û bênirx bihêlin. Divê êdî gelê me vê yekê baş bibîne, bê helwest nemîne û helwestek baş pêş bixe. Heke helwestekê nîşan nedin wê ew jî wan tiştan bidomînin. Texrîbatên mezin bigihijînin gelê Kurd. Lê gelê Kurd di hîn parçeyan de xwe gihandiye statuya jiyana azad. Ger pêşiya vê hatibe girtin, bi destê Barzaniyan pêk hatiye. Mîna gotina dewleta Tirk ku dibêje, “Pirsgirêke me ne bi gelê Kurd re bi PKK’ê re heye” ew jî dibêjin, “Sedema êrîşên dewleta Tirk PKK’ê ye, ger PKK’e nebûya dewleta Tirk êrîş nedikir”. Çi eleqeya wê bi Kurdbûnê re heye?

DIXWAZIN WELATPARÊZIYA AMEDÊ JI HOLÊ RAKIN

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê jî siyaseteke qirêj dimeşîne. Ji xeynî rêbazên qirêj ên ku we diyar kir, bi festîvala ku li Sûrê tê li dar xistin, hewl didin di siyaseta Kurd de dualîtiyê çêbikin û polîtîkayên xwe yên şerê taybet girantir bikin. Di derbarê van mijaran de hûn dixwazin çi bibêjin?

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser navê Kurd û Kurdistanê dixwaze her tiştî ji holê rake û vê yekê bi awayekî vekirî pêk tîne. Ew hesab dikin ku heke wisa bikin, ew dikarin encam bigirin. Li ser vê bingehê bi tevlîhevkirina hişê her kesî jî şerê taybet dimeşîne. Difikirin ku ger wisa bikin wê karibin her kesî dîl bigirin û qirkirinê temam bikin. Berî niha jî dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd bû; Li dijî çiyayê Lurdan, xwezaya Kurdan û hemû zindiyên Kurdistanê bû. Niyet û armanca wan ew e ku di her warî de ti qada jiyanê ji Kurdan re nehêle. Birîna daran li cihên wekî Dêrsim û Botanê parçeyek ji vê siyasetê ye, mesele ne birîna daran û firotina wan e. Ev parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye û ji ber vê yekê zerarê dide xwezayê. Vê yekê bi zanebûn dike. Ew şer bi vê yekê didin meşandin.

Mînak qaşo dixwazin li Sûrê festîvalekê saz bikin. Yên ku li Sûrê hemû mal hilweşandin, kevir li ser kevir nehiştin, îro li Sûrê festîvalekê li dar dixin. Tu eleqeya Kurdan bi vê festîvalê re nîne. Derdê wan tenê asîmîlekirina Kurdan e. Armanca wan ew e ku bi Kurdan bidin ji bîr bikin çi anîne serê wan. Dixwazin şopa bûyerên li Amed-Sûrê qewimîn ji holê rakin û her kesî bixapînin. Ji bo vê jî divê gelê me neçe vê festîvalê, li dijî wê derkeve, qebûl neke. Festîvaleke wiha ji bo Amed û Sûrê şermek mezin e. Mînak berê Turkeş dixwest biçe Amedê, lê Amediyan ev yek qebûl nekir, li dijî vê yekê derket û bi vî awayî Turkeş lingê xwe ji Amedê qut kir û careke din neçû Amedê.

Dema em li îro dinêrin, em dibînin ku dîsa rêyên Amedê girtine, dixwazin welatparêziya Amedê û welatparêziya Kurdistanê ji holê rakin. Hûn ê ewqas Sûrê bi erdê ve bikî yek, gel wêran bikî, tevahî rêyên xerab deynin pêşiya wan, ewqas komkujî bikî, mirovan di zindanan de îdam bikin, her roj serî li êşkence û girtinan bidî, her roj çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar bînin, her roj êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê bikin û gel qetil bikin; piştre jî hûn ê herin li Sûrê festîvalekê li dar bixin. Ev tê çi wateyê? Wateya vê 'Ez çi bikim bila bikim, Kurd fêhm nakin û ez dikarim bi hêsanî wan tiştên ku min kiriye bidim jibîkirin'. Kurd êdî ne Kurdê berê ne. Kes nikare wan tiştên pêk hatine bi Kurdan bide jibîrkirin. Kurd tola hemû tiştên jiyane hiltînin û wê hilînin.

DIVÊ HER KES DI NAVA TIFAQA KED Û AZADIYÊ CIHÊ XWE BIGIRE

Ji ber polîtîkaya qirkirinê ya li ser tevgera me, li Tirkiyeyê Îtîfaqa Ked û Azadiyê hat avakirin. Ev tifaq her roj mezintir dibe. Ya rast ev tifaq nûnertiya gelên li Tirkiyeyê dike, êdî AKP- MHP’ê û CHP’ê siyaseta Tirkiyeyê diyar nake, ev tifaq diyar dike. Niha ji bilî tifaqên AKP û CHP'ê, Tifaqa Ked û Azadiyê hatiye avakirin. Ev di siyasetê de rêya sêyemîn e. Ev polîtîka roj bi roj xurtir dibe û bandorê li tevahiya siyaseta Tirkiyeyê dike. Niha jî dibînin ku li Tirkiyê bêyî wan kes nikare siyasetê bike, vê yekê xeternak dibînin. Ji bo vê jî hewl didin vê tifaqê bixin destê xwe, dixwazin rêya sêyemîn qels bikin û bêbandor bikin û ji bo AKP-MHP’ê li ser desthilatdariyê bimîne vê yekê dikin. Li ser vê bingehê taktîkên xwe pêk tînin. Divê her kes vê yekê bibîne û van taktîkan pûç bike. Ji bo vê jî divê her kes di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih bigire. Ji ber ku her ku ev tifaq xurt bibe wê lîstikên dijmin xera bibin û desthilatdariya faşîst bi dawî bibe. Bi vî awayî dê pirsgirêkên Kurdan, gelên din, Elewiyan û komên din bên çareserkirin. Rêya sêyem jî ku HDP’ê û gelek partî û rêxistinan tê de ne, tenê dikare bibe çareserî. Her kes dizane ku hêza wê ya esasî HDP’ê ye. Her kes hemfikir e ku HDP’ê dê di hilbijartinên pêş de roleke diyarker bilîze û HDP’ê dê encaman diyar bike. Rûxandina vê desthilatdariya AKP-MHP’ê ne desthilatdariya CHP’ê ye. Li hemberî vê jî wê hewl bidin vê tifaqê xira bikin.

LI DIJÎ LÎSTÎKÊ PERÇEKIRINA HDP’Ê, EZ HER KESÎ HIŞYAR DIKIM

Ji bo qirkirina neqediya ya li ser Kurdan temam bibe, li Tirkiyeyê hem hêzên komploger û hem jî sermayedar AKP-MHP’ê anîn ser desthilatdariyê. Ji ber ku komplo tê wateya temamkirina qirkirina li ser gelê Kurd. Li vir bi destê AKP-MHP’ê hinek pêşketin bi dest xistine û dixwazin bi dawî bikin. Yanî bi tasfiyekirina PKK’ê, qirkirina Kurdan temam bikin. Ji ber vê jî dixwazin AKP-MHP’ê li ser desthilatdariyê bimîne. Dê çawa wan li ser desthilatdariyê bihêlin? Bi qelskirina tifaqa ku HDP’ê tê de ye. Eger vê tifaqê, HDP’ê û Kurdan perçe bike, wê demê CHP’ê jî nikare bibe desthilatdar, AKP-MHP’ê dê bimînin. Taktîkên ku tên bikaranîn li ser vê bingehê ne, MÎT vê taktîkê dimeşîne.

Eger CHP’ê difikire ku bi girtina hinek dengê kurdan, wê bibe desthilatdar, xwe dixapîne. Tê lîstikên Erdogan û Bahçelî. Ez her kesî hişyar dikim; Yên ku Tifaqa Ked û Azadiyê û HDP’ê qels dikin, xizmeta AKP-MHP’ê dikin, xizmeta siyaseta qirkirinê dikin. Divê kes xizmeteke wiha neke. Yê ku dibîne yên ku xizmeteke wiha dikin, bila li hember wan bisekinin, wan bidin sekinandin û bêjin: "Hûn nikarin vê bikin."

Li Tirkiyeyê yekem car hêviyek çêdibe, hêzên demokrasiyê gavekê diavêjin. Mesele ne tenê hilbijartin e, Tirkiye dê çarenûsa her kesî diyar bike, pirsgirêka Kurd jî di nav de dê hemû pirsgirêkan çareser bike. Dewleta Tirk dixwaze pêşî li vê bigire. HDP’ê bê girtin, parçe bibe, Kurd parçe bibe. Li dijî vê siyasetê divê em tifaqa HDP’ê xurtir bikin, wê demê lîstikên wan jî dê vala derdikeve. Hemû lîstik dê li wan vegerin. Yê ku di hilbijartinan de paşeroj û çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike jî ev tifaq e. Ji ber vê banga min ew e; Divê her kes di vê tifaqê de cih bigire ji ber ku ev tifaq hêzeke wisa ye ku dikare xwe ji faşîzmê rizgar bike.