Şêniyên Amedê wê li dijî komploya navneteweyî bimeşin

Li Amedê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek were lidarxistin. Ji bo meşê banga tevlîbûnê hate kirin.

Ji bo meşa protestokirina salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê li Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Hewldana 78’an û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’a Amedê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag axivîn.

 Hayrettîn Altûn diyar kir ku wê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li Rêya Emek a Rezan a Amedê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” kom bibin û meşekê li dar bixin. Altûn got: “Weke di her serdemê de, gelê Kurd niha jî dixwaze berxwedanê pêş bixe. Heke gelê Kurd bi sazî û dezgehên xwe ve xwedî li Abdullah Ocalan derkeve wê demokrasî pêk bê. Em ê bi vê boneyê di 9’ê Cotmehê saet di 15.00’an de li ser Rêya Emekê bên ba hev. Banga me li tevahiya gelê Amedê ew e ku xwedî li demokrasî û kedê derkevin û tevlî meşê bibin.”

BANGA TEVLÎBÛNÊ

 Parlamentera HDP’ê ya Amedê û Berdevka Meclisa Ciwanan Dêrsim Dag jî diyar kir ku hêzên serdest xwestin bi Komploya 9’ê Cotmehê re têkoşîna gelê Kurd tesfiye bikin û wiha got: “Nekarîn roja me tarî bikin û ev 24 sal in berxwedan û têkoşîn didome. Ji 1998’an heta niha têkoşîna gelê Kurd roj bi roj mezintir bû. Yên ku digotin ‘Em ê têkoşîna Kurdan tune bikin’, şahidiya Rojava kirin. Komploya navneteweyî heta niha bi kêr nehat û dê ji vir û şûnde jî bi kêr neyê. Lê perspektîfa ku ava kiriye bo hemû gelan bû mînak. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li hemû cîhanê teşe digire. Divê baş bê zanîn ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi komplo û tecrîdê qels nabe. Meşa me wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin. Di serî de ciwan û jin, banga min li her kesî ew e ku tev li meşê bibin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bimre komploya navneteweyî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.