Ji bo Nagihan Akarsel konê sersaxiyê hate danîn

Li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li cihê lê şehîd ketî, konê sersaxiyê hate danîn.

Ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a 4’ê Cotmehê li cihê ku di encama sûîkastekê de şehîd bûbû, konê sersaxiyê hate danîn.

Di serî de gelek nûnerên saziyên jinan, kesayet berê xwe dan kon, sersaxî dan malbatê û hevalên wê.

Li kon wêneyên Nagîhan Akarsel hate hildan û gul hatîn danîna ber wêneyên wê.

Endama mekteba siyasî ya YNK'ê Şehnaz Îbrahîm Ehmed, nivîskar Elî Kerîmî, Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên, gelek  kesayet û nûnerên saziyên jin û rêxistinan amade bûn.  

Li merasîmê hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên axivî û bal kişand ser qetilkirina jinên Kurd û got ku divê tola jinên tên qetilkirin bê hilgirtin.

Piştre hevrê û endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî jî anî ziman ku li Başûr cînayetên siyasî zêde bûne û got: “Êrîş ne tenê ser hevala me Nagîhan Akarsel tenê bû, êrîş li ser hemû jinan e.” Qeredaxî anî ziman divê hikûmet û desthilat bi erka xwe rabin, pêşiya cînayetên wiha bigre û got: “Em ê xeyalên Nagîhanê bi cih bînin.”

Serdanên ji bo konê sersaxiyê didomin.

Konê sersaxiyê wê heta êvarî bidome.