Teqîna li Hewlêrê: kesek mir, 4 kes birîndar bûn

Di teqîna ku li paytexta Herêma Kurdistanê ya Federal Hewlêrê li wesayîtekê hatibû bicihkirin de, kesekî jiyana xwe ji dest da û du zarok û du jin birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya servîsên antîteror daye, di encama teqîna ku li wesayîtekê hatî bicihkirin de, ajokar jiyana xwe ji dest da, du jin û du zarok birîndar bûn.

Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan, nehat eşekerekirin. Berdevkek ê hikûmeta Hewlêrê ragihand ku hêzên ewlekariyê  ji bo ku cureya êrîşê tespît bikin, lêpirsîn dane destpêkirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê berpirsek ê Asayîşa Hewlêrê got ku ajokarê jiyana xwe ji dest da, efserekî ku di servîsa antî-teror a Silmaniyê de erkdar bû ye.

Hewlêr di bin kontrola PDK’ê de ye.