Li Wanê ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin

Li Wanê 20 partiyên siyasî, komele, rêxistinên sivaka sivîl û sendîka ji bo balê bikêşin ser girtiyên nexweş, daxuyaniyeke hevpar dan.

Bi mebesta balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Wanê 20 partiyên siyasî, komele, rêxistinên sivaka sivîl û sendîkayan daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li pêşiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hat dayîn û pankarta bi Kurdî û Rirkî ya “Ji girtiyên nexweş re azadî” hatibû vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa OHD’a Wanê Îslam Kartal da zanîn ku binpêkirin û mirinên biguman ên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: “Em roj bi roj ji rêgezên parastina aştî, edalet, wekhevî, azadî, rûmeta mirovan, mafê jiyanê û mafê jiyanê yên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de dûr dikevin. Mixabin ku encamên herî giran ên vê dûrketinê jî li girtîgehan dibe. Girtî terkî mirinê hatine kirin û girtîgeh veguherîne qadên wisa ku mirov nema dikare lê bijî. Her cureyên binpêkirinên mafên mirovan û miameleyên dermirovî li girtîgehan tên kirin.” 

Kartal, diyar kir ku Wezareta Dadê li hemberî bangawaziyên ji bo berdana girtiyên nexweş xwe li bêdengiyê datîne û wiha bi dawî kir: “Ji girtîgehan an darbest derdikevin an jî girtî piştî ku tên berdan jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî Emel Haceroglû ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, tevî serlêdanan jî dereng şandin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin ku 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatibû berdan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Tenê di sala 2022’yan 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Divê desthilatdariya siyasî û rayedar ji bo pêşîlêgirtina mirinan, di zûtirin demê de tevdîran bigirin. Banga me li Wezareta Dadê û saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku bikevin nava liv û tevgerê.” 

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû. 

Van saziyan îmze dane daxuyaniyê: “OHD, TJA, Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER), ÎHD, KESK, Atolyeya Çand Hunerê ya Aryenê, GOÇ-DER, Komeleya Jinan a Starê, TMMOB, DÎSK, TUHAY-DER, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Baroya Wanê, HDP, DBP, MEBYA-DER, Koma Şanoyê ya Şanowan, Komeleya Ziman û Çandê ya Arsîsa, Komeleya Zanist Antropolojî Huner û Çandê (BASK-DER) û Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê.”