PKK: Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

PKK: Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala têkbirina teqez a komployê, sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ku hewl dide komployê dewam bike, sala parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Em dikevin sala 25'an a Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li dijî Rêber Apo hate kirin. 24 sal in di asta komployê de êrîşên faşîst-qirker dewam dikin û berxwedana herî bi wate ya dîrokê li dijî van êrîşan tê meşandin. Beriya her tiştî em komploya navneteweyî ku yek ji êrîşên herî hovane yên dîrokê ye û hêzên komploger ên ku ev êrîş kirin, şermezar dikin. Rêber Apo 24 sal in bi berxwedaneke awarte komplo pûç kiriye, hêzên komploger têk biriye û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku nîşaneya komployê ye tevizandiye. Em Rêber Apo û vê berxwedana dîrokî ya Îmraliyê bi rêz silav dikin. Em şehîdên xwe yên leheng ên ku bi şîara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir, ji hevrê Halît Oral û Aynûr Artan destpê kir û gihîşt heta hevrê Sara Goyî, Rûken Zelal û Nagîhan Akarsel, bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk 24 sal in li ser şopa Rêber Apo bi wêrekî û fedakariyeke mezin li dijî komployê têdikoşin û komployê têk dibin. Di sala 25'an a têkoşînê de em ji wan re jî serketinê dixwazin.

Weke ku tê zanîn, êrîşa komploya navneteweyî ya ji bo îmhakirina Rêber Apo hate kirin, bi serkêşiya DYE, Îngilistan û Îsraîlê ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hate plankirin û bicihanîn. Ji bo Rêber Apo îmha bikin, PKK'ê tasfiye bikin û Kurdan qir bikin van hêzan sûcekî mezin li dijî mirovahiyê kirin. Dawiya dawî, mirovahî xistin vî halî. Di encama Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku bi komploya navneteweyî xwestin bi ser bixînin, mîna ku li Ûkraynayê hatiye kirin cîhan veguherandine gola xwînê û li ser hevsengiya hovîtiya nukleerê bi cih kirine. Em bang li van hêzan dikin ku di salvegera 24'an a komployê de encamên di asta felaketê de afirandine bi rengekî rast binirxînin, şaşitiyên xwe sererast bikin û sûcên xwe bidin efûkirin.

KARÊ ME YÊ SALA 24'AN EYNIKA PRATÎKA ME YA SALA 25'AN A LI DIJÎ KOMPLOYÊ YE

Hêzên komploger bi îmhakirina Rêber Apo, bi tasfiyekirina PKK'ê û qirkirina Kurdan re xwestin ku azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn asteng bikin. Li dijî vê êrîşkariyê weke gel û tevger me bi pêşengiya Rêber Apo 24 sal in em li ber xwe didin. Di serî de gerîlayên me yên leheng û tevgerên me yên jin û ciwanan, gel û dostên me bi dayina bi hezaran şehîdî ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn têkoşiyan. Encamên vê têkoşîna dîrokî ya 24 salan li holê ne; Hêzên komploger mirovahî ber bi felaketê dehf dan, lê têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo ji aliyê jin û gelê me ve li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, ji bo tevahiya mirovahiyê bû çavkaniyeke nû ya îlham û hêviyê. Karê ku me di nava 24 salan de kir eynika karê me yê ku di sala 25'an de li dijî komploya navneteweyî bê kirin. Mîna ku her carê kir, bi destpêkirina sala 25'an re jî Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û sekna Rêber Apo rêya me ronî dike û hînî me dike ku di sala 25'an de çawa karibin li hemberî êrîşa komployê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Hêzên me yên gerîla yên leheng di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her qadê bi çalakiyên mezin pêşwaziyê li sala 25'an a komploya navneteweyî dikin û nîşanî her kesî didin ku wê bi serketî pêşengiyê ji berxwedana azadiyê re bikin. Jinên Kurd ku li ser bingeha Jineolojiyê ya Rêber Apo di nava şoreşeke mezin a azadiyê de ne, bi formula 'Jin, Jiyan, Azadî' vê carê li Rojhilatê Kurdistanê rabûn ser piyan û hem careke din nîşan dan ku sedsala 21'ê sedsala jinê ye, hem jî rê û rêbazên têkoşîna li dijî komploya navneteweyî raxistin pêş çavan. Gelê me û dostên me bi pêşengiya jin û ciwanan li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê li dijî komployê çalakiyan lidar dixin û ev çalakî weke mizgîniya wê yekê ye ku di sala 25'an de wê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bê hilweşandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.

EM BANG LI CIWANÊN KURD DIKIN KU BIDIN SER ŞOPA HEVRÊ SARA Û RÛKEN

Bi taybetî çalakiya fedaî ya hevrê Sara û Rûken a li Mersînê, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ji bingehê ve hejand; nîşan da ku Rêber Apo wê bi rengê Zîlanî bê parastin û rêbaza têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê careke din zelal kir. Maskeyên li ber rûyê rejîma şerê taybet a faşîst a AKP-MHP'ê anî xwarê û ji her kesî re raber kir ku ev rejîm hildiweşe. Em vê çalakiya dîrokî ya ku dijmin bêzar kir û hêvî û wêrekî da dostan, silav dikin û şervan û fermandarên HPG û YJA Starê hemûyan ên çalakiyeke bi vî rengî serketî kirin pîroz dikin. Hevrê Sara û Rûken ên ku bi rengê Zîlanî Rêber Apo parastin, careke din bi rêz û minet bi bîr tînin. Em dixwazin her kes zanibe ku jin ên ciwan û ciwanên Kurd hemû li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê mîna Sara û Rûken in. Em bang li ciwanên Kurd dikin ku li ser şopa hevrê Sara û Rûken têbikoşin, ku xeta fedaî ya Zîlan bi rengekî bêhempa xistin meriyetê.

Xuya ye faşîzma AKP-MHP'ê bi çalakiya li Mersînê re ewqasî hejiya ye, ku qaşo ji bo bersivdana li vê çalakiyê sibeha 4'ê Cotmehê li Silêmaniyeyê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê hevrê Nagîhan Akarsel bi namerdî qetil kir. Bi rêya vê yekê qaşo hewl da jinên Kurd ên li Mersînê bûn fedaî, li Rojhilatê Kurdistanê rabûn serhildanê bitirsîne. Halbûkî bi vê helwesta xwe eşkere kir ku ji têkoşîna azadiyê ya jinê û pêşengiya gerîla ya fedaî çiqasî ditirse. Lê belê tirs bi kêrî encamê nayê. Dagirkerî, komkujî û êrîşkarî çiqasî giran dibe bila bibe, faşîzma AKP-MHP wê di xwîna ku dirijîne de bifetise û di demeke nêz de bê avêtin. Bêguman ev têkçûna wan jî wê li ser bingeha têkoşîna jinê, derbên têkoşîna jinên Kurd pêk were.

EM RASTGIYA NAGÎHAN AKARSEL RAST FÊHM BIKIN

Em careke din jin a Kurd a şoreşger hevrê Nagîhan Akarsel a ku ruh û fikrê azadiyê yê Apoyî bi xurtî pejirand, bi rêz û hezkirin bi bîr tînin. Di serî de jinên Kurd em bang li ciwanan û kedkaran dikin ku rastiya Nagîhan Akarsel rast fêhm bikin û ji bo bicihanîna armancên wê bidin ser şopa wê. Eşkere ye ku divê em li ser komkujiya Silêmaniyeyê bisekinin û dersên rast jê derxînin. Beriya her tiştî nîşan dide ku dijminê qirker-faşîst dikare bi her awayî êrîşên nemerdane bike. Wê demê divê em rastiya vî dijminê baş nas bikin û li gorî wê yekê jî bikevin nava têkoşîneke rêxistinbûyî û plankriî. Rastiya MÎT'ê ya bi tirsonekî tevdigere û karaktera wê ya dijminatiyê baş bibînin. Em li ku dibin bila bibin, çi karî dikin bila bikin, divê şoreşger û welatparêz hemû zanibin ku di nava şerekî mezin de ne û li dijî dijmin tedbîrên pêwîst werbigirin, baldar bin, li ser vê bingehê xwe biparêzin û bi vî rengî tevbigerin.

EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN DAXWAZA AZADIYÊ YA CIVAKA ÎRANÊ

Demeke kurt beriya salvegera 24'an a komploya navneteweyî, nêzî sê hefte ne li Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê bûyerên dîrokî diqewimin. Piştî ku jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, jinan dest bi serhildana azadiyê kirin û ev serhildan li tevahiya Îranê, li nava her beşên civakê belav bû. Serhildaneke azadîparêz û şoreşger heye ku li dîroka Rojhilatê Kurdistanê û civaka Îranê tê. Vê rewşê bandor li her kesî kir bi taybetî jî li rêveberiya Îranê. Siyaset û mejiyê paşverû yê serwer ê mêr kete nava tirsê, hêzên azadîparêz hemû jî bi coş û kelecan bûn. Hate dîtin ku bi azadiya jinê cîhaneke nû ya ji jiyana azad ava dibe.

Bêguman bi qasî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev bûyer û gav ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê gelekî girîng e. Ji xwe qîrîna azadiyê ya ji Îranê bilind bû li tevahiya cîhanê belav bû û di serî de jinan hemû hêzên demokratîk piştgirî dan. Tê fêhmkirin ku ev rewş wê dewam bike û li Kurdistanê, Îranê û Rojhilata Navîn encamên mayinde biafirîne. Daxwazên azadiyê yên jinan û civaka Îranê bêguman gelekî mafdar û rewa ne. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin van daxwazên rewa û mafdar. Em bang li rêveberiya heyî ya Îranê dikin, ku bêyî hincetekê ji xwe re peyda bike, bêyî ku xwe bispêre gotina 'Hêzên derve' daxwazên azadiyê yên rewa yên jinan û civaka Îranê bibîne, pirsgirêkan li ser bingeha hevdîtin û diyaloga bi nûnerên gel re çareser bike, li hemberî gelên ku rabûne têkoşîneke rewa ti carî bi tundî tevnegere. Em serhildanên azadiyê yên rewa û mafdar ên bi pêşengiya jinan têne kirin silav dikin û di wê baweriyê de ne ku wê encamên serketî bi xwe re bînin.

GERÎLAYÊN ME BI LEHENGÎ RÊYA SERKETINA BERXWEDANÊ RONÎ DIKIN

Bi destpêkirina sala 25'an a komploya navneteweyî re weke gel û tevger em di pêvajoyeke gelekî krîtîk de ne. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo hilweşîna xwe rawestîne heta jê tê êrîşî gerîla dike, zext û zilma li ser Rêber Apo û gelê me giran dike. Tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê li hemû zindanan û li nava jiyana civakî belav dike. Di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê, ji bo gerîla li her qadê bitepisîne, dixwaze ku dîtkatoriya qirker-faşîst a dijminê Kurdan bi sazî bike. Bêguman Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd wê firsendê nedin vê yekê, li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî berxwedana topyekûn li her qadê hîn xurtir bimeşînin û faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin, hilweşînin. Biryardariya me li ser vê bingehê ye. Berxwedana Îmraliyê hêviya vê yekê ji me dike. Gerîlayên me di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her qadê bi lehengî li ber xwe didin û rêya me ya serketinê ronî dikin. Bi pêşengiya jin û ciwanan; gelê me û dostên me li ber hqadê di nava berxwedaneke mezin de ne, xwedî wê hêzê ne ku faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.

Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala têkbirina teqez a komployê, sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ku hewl dide komployê dewam bike, sala parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Armanca me bi vî rengî ye û ji bo bicihanîna wê jî hêz û îradeya me heye. Em ê di sala 25'an de li ser vî esasî şer bikin û teqez bi ser bikevin.

Li ser bingaha van hemûyan em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku rastiya sala 25'an a komploya navneteweyî rast fêhm bikin, têkoşîna sala 25'ân li ser xeta serketinê ya fedaî li her qadê her timî bimeşînin, bi têkoşînê bersivê bidin komployê, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku sembola komployê ye parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."