Fermandariya YRK'ê: Li qadên êrîş lê hate kirin hêzên me nîne

Fermandariya YRK'ê ragihand ku li qadên Pênciwîn, Şarbajar û Çarta yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin, ti hêzên wan nîne û nerazîbûn nîşanî hin saziyên çapemeniyê yên Başûrî da ku bi karê sîxurtiya dagirkeran radibin.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên li herêmên Pênciwîn,  Şarbajar û Çarta yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di navbera 3-6'ê Cotmeha 2022'an de balafirên keşfê li ser qadên Pênciwîn, Çarta û Asosê geriyan.

Fermandariya YRK'ê diyar kir ku 4'ê Cotmehê saet di 14:00 de li bejahiya gundê Şêx Elmaran ê li herêma Çartayê balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser wesayiteke sivîl û hate gotin, "Heta niha der barê windahiyan de ti agahiya me nîne."

Fermandariyê ragihand ku heman rojê saet di navbera 18:00-19:00 de jî bejahiya Çartayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin û got, "Li van cihên ku êrîş lê hatiye kirin, ti eleqeya hêzên me nîne. Di van êrîşan de zerarên madî gihîşt gelê me yê welatparêz."

'HIN SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ MÎNA SÎXURTIYA DAGIRKERAN KAR DIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi weşangeriya hin saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê hate kirin û hate ragihandin, "Hin saziyên çapemeniyê ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rewa bikin, PKK'ê û hêzên me dikin hedef. Weke sîxurtiya dagirkeran kar dikin. Em bang li van saziyên çapemeniyê dikin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê bi rengekî rast tevbigerin. Li van qadên ku êrîş lê hatine kirin, ti eleqeya hêzên me û PKK'ê nîne."