KONGRA-GEL: Em têkoşînê geş bikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Bi şîara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê geş bikin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL, ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di salvegera 24'an a komploya 9'ê Cotmehê de, em hêzên komploger ên ku di şexsê Rêber Apo de dixwestin hêviya jiyana azad a gelê Kurdistanê tune bikin û qir bikin, her wiha piştevanên wan hêzan bi hêrseke mezin şermezar dikin. Gelê me û mirovahiya pêşverû wê van hêzan ti carî ji bîr nekin ku yekser tevlî hewldanên qirkirina Kurdan bûn. Ev hêzên qalkirî, ji ber nebaşiya mezin a li gelê Kurd kirin, tenê bi hewldanên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikarin xwe bidin efûkirin.

Em şehîdên xwe yên leheng ên bi pêşengiya Halît Oral û Aynûr Artan bi şîara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir û bi mertala ji agir Rêber Apo parastin, bi vê wesîleyê bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin.

Di pêvajoya komploya 9'ê Cotmehê de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê me li dora Rêber Apo civiya, xwedî li Rêberê xwe derket û têkoşîneke bêhempa meşand.

Komploya navneteweyî ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir û 15'ê Sibata 1999'an bi radestkirina Rêbertî li dewleta Tirk dewam kir, bi pêşdîtina mezin a Rêber Apo û bi têkoşîna bi heybet a gel û gerîla negihîşt armanca xwe.

Berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ku 24 sal in li Îmraliyê dewam dike, têkoşîna gerîla ya li Zap-Avaşîn-Metîna û her qadê konsepta şer a dewleta Tirk a bi teknîkê têk bir, hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê ya ku di qirkirina Kurdan de israr dike, aniye ber tunebûnê.

Faşîzma AKP-MHP ji bo hilneweşe timî êrîş dike, lê belê ev êrîş jî wê nikaribe pêşî li hilweşîna wê bigire. Her ku xwe dilivîne bêhtir di nava çiravê de diçe. Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, mînaka dawî ya vê yekê ye.

Gelê me li her qadê ji bo Nagîhan Akarsel li ser piyan e. Şehîd hêza manewî ya gelê me ye. Bi şehîdan têkoşîn biçûk nabe, bêhtir mezin dibe. Sir a ku faşîzma kor naxwaze fêhm bike ev e.

Polîtîkaya dewleta Tirk a dijminatiya li Kurdan, şerê li dijî gelê Kurd sedema bingehîn a hilweşîna civakî exlaqî,s iyasî, aborî ya li Tirkiyeyê ye. Bi daxwaza şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kukrd civaka Tirkiyeyê anîne ber hilweşînê.

Hikumeta AKP-MHP'ê ji aliyekî ve hawara xwe digihîne hevalbendên xwe yên NATO'yê, li aliyê din jî berê xwe dide pênc hêzên Şanghayê. Her wiha diçe ber deriyê wan welatan (Şam, Îsraîl, Misir, Erebistana Siûdî hwd.) ên ku berê quretî li wan dikir. Ev rewş jî bi rengekî şênber radixe pêş çavan ku AKP-MHP gelekî zêde tengav bûye.

Li hemberî Rêber Apo û PKK'ê têk çûn. Aborî têk birin, keştî asê maye. Ji ailyê moral û manewî ve bi lez têk diçe. Ji bo pêşî li hilweşînê bigire weke hewldana dawî êrîş dike.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de jin, ciwan ên ji bo hilweşandina faşîzmê ji bo Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel rabûne ser piyan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, girîng e tevî hêzên demokrasiyê yên gelên Rojhilata Navîn, Apoyiyên enternasyonal û dostên xwe bi şîara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em têkoşînê geş bikin.

Ji bo gelên me; li aştî li şûna şer, demokrasî li şûna zext û zilmê, edaleta civakî li şûna birçîbûn û xizaniyê divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Dem dema hilweşandina faşîzmê ye, dema serxistina azadî û demokrasiyê ye.

Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku di sala 25'an a komploya 9'ê Cotmehê de bi şîara azadiya Rêber Apo bi ruhê Apoyî têkoşînê geş bikin."