'Sîstema me ji bo çar parçeyan bingeha perwerdeya bi zimanê dayikê ye'

Hevberdevka Qada Perwerdeyê Bêrîvan Kaya bi bîr xist ku 27 sal in li Kampa Mexmûrê perwerdeya bi zimanê dayikê didin û got, sîstema perwerdeyê li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ev qasî 27 sal in, li ser esasê Zimanê Kurdî perwerde tê dayîn. Têkildarî sala nû ya perwerdeya li Mexmûrê, Hevberdevka Qada Perwerdeyê Mamoste Bêrîvan Kaya ji ANF’ê re axivî.

Kaya diyar kir ku sala nû ya perwerdeyê di 13’ê Îlonê de destpê kir û got: “Berî ku em dest bi sala xwe ya nû bikin, weke plansaziya ku me daniye pêşiya xwe, di civîna par a qada perwerdeyê de biryar hat dayîn ku komxebatek li ser pirsgirêkên perwerdeyê yên heyî bê çêkirin. Bi diyarkirina komîsyonekê, ev pirsgirêkane hatin lêkolînkirin. Bi qasî du mehan vê komîsyonê lêkolînên xwe yên cuda meşand û hemû pirsgirêkên perwerdeyê nirxand. Bi vî rengî komxebata me bi awayekî serketî, di meha Tebaxê de bi encam bû. Bi vê amadekariyê nêrîn, nirxandin û pêşniyarên çêbûyîn, ji ber ku komxebata ku çêbûyî li gel giştî sazî û meclîsên wargehê pêk hat û ev ji bo sala nû bû bingehek. Di vî alî de hinek û guhertin û veguhertinên ku me di pergalê de çêkirî, wek rêveberî barê me hinek din siviktir kir. Bi van amadekariyan wek qada perwerdeyê ji bo amadekariyên sala nû, du perwerdeyên wek xweser û giştî hatin dayîn. Ev amadekariyane ji bo destpêkirina sala nû ya 2022-2023’an bû bingehek.” 

‘PERWERDEYA LI MEXMÛRÊ JI BO HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BINGEHEK E’

Kaya destnîşan kir ku serlêdanên qeydên dibistanan di 13’ê Îlonê de destpê kir  û wiha pêde çû: “Li gorî hejmara niha, bi giştî qasî 3 hezar xwendavan li wargehê hene. Pênc dibistanên me yên dayikê hene ku di bin sîwana weqfê de karê xwe dimeşînin. Her wiha 4 dibistanên seretayî, du yên navîn û dibistanek amadeyî heye. Ji bo xwendina asta jor jî, peymangeh heye. Li kêleka vê ji bo akademiya ku bikare di nava pergala perwerdeyê ya wargehê de, guhertin û veguhertinan çêbike, amadekarî tên meşandin. Bi giştî dema mirov temaşe dike, perwerdehiya li Mexmûrê bi rastî jî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê  bi giştî û bi taybet jî di aliyê zimanê Kurdî de bingehek e. Ji ber ku perwerdehiya li Mexmûrê xwedî dîrokek e ku 27 salên xwe temam kiriye. Zoriyên ku di aliyê ziman de jî heyî, me derbas kirin. Di perwerdehiya ku em didin de, di asta sereke de girîngî didin zimanê Kurdî. 

Îsal xebatek ji bo dibistana seretayî, bi taybet hat meşandin. Ji bo ku em bikarin bala xwendevanan bikêşin, li ser dîwarên dibistanên seretayî wêne hatin çêkirin û her wiha me dibistanên xwe nû kirin.” 

Kaya da zanîn ku piştî 2015’an û şûn ve dema pergala hevserokatiyê li wargehê di nava saziyan de belav bû, li qada perwerdeyê jî pergala hevberdevkiyê ket meriyetê û wiha got: “Ji dervey wê jî di hemû dibistanan de, weke koordînasyon rêvebirên 3 kesî hene. Weke rêveberiyek berfireh bi giştî 31 rêvebir, 150 mamoste û 14 dibistan pergala perwerdeyê tê rêvebirin. Armanca sereke ya pergalê, li gorî pergala netewa demokratîk xwe birêxistin kirin û rêvebirin e. Li gorî herêmî jî dema em temaşe dikin, pergala me ji bo pergalên perwerdeyê yên li dora wargehê, mînakek pêşketiye. Ji ber ku dema şandeyên ku ji derve tên lêkolînan dikin û di nîqaşên ku çêdibin de, di aliyê pergalê de pêngavek gelek pêştir heye. Em dibînin ku pergala me ya rêveberiyê, di astek pêş de ye ku xwe li ser paradîgmaya Rêber Apo û pergala netewa demokratîk daye avakirin.”

‘BERIYA RÊGIRIYÊ JÎ ASTENGÎ JI BO ME HEBÛN’

Kaya anî ziman ku ew di gelek aliyên perwerdeya Mexmûrê de, zehmetiyan dikêşin û got: “Her sal em dibistanên li wargehê di temîretan de derbas dikin. Ev yek jî di aliyê madî û manewî de, zoriyan ji bo me çêdike. Ji bo van zoriyan me gelek hevdîtin bi hikûmeta navendî ya Iraqê û hem jî beriya rêgiriyê bi pergala perwerdeyê ya hikumeta herêm re kirin. Lê daxwazên me nedihatin qebûlkirin. Ji dervey vêna jî di aliyê materyalên pêwîst ên weke pirtûk, kirtasiye û hwd de, daxwazên me nedihatin pêkanîn. Ev astengiyane berî rêgirtiyê jî gelek caran ji bo me çêdikirin. Gelek caran tiştên ku ji derve ji bo perwerdehiya wargehê dihatin, desteser dikirin û nedihiştin ku derbasî wargehê bibin. Ev yek jî weke yek ji bêmafiyên ku li hemberî me dihat kirin bû.

Carekê bi hewldanên dîplomasiya me ya wargehê, bi wezîrê perwedehiya Iraqê re hevdîtin kir. Hemû daxwazên me di wê hevdîtinê de hatin gotin. Qala astengiyên ji bo xwendevanan a xwendina zanîngehê jî hat kirin, lê tevî ku xwendevanên me tevlî ezmûnan jî dibûn û pileyên baş werdigirtin, lê bersivek erênî nedan me. Li hemberî vê yekê jî hewldanên me hene ku em rêyên çareseriyê peyda bikin. Metaryalên pêwîst ku em bikarin derfetên xwendina asta jor li wargehê bidin avakirin, mixabin niha di destê me de nînin. Bêmafiyên ku niha li hemberî me tên kirin berbiçav e ku parçeyek a siyaseta wan e.”