‘Ji peyv û hevokeke Rêber Apo ditirsin’

Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir: Yek hevok û yek peyva Rêber Apo dikare wan têk bibe û guherînê çêbike. Hemû ew hêzên mezin ên cîhanî ji hevokeke Rêber Apo ditirsin. Ev mezinahiya Rêber Apo ye.

Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir di salvegera destpêkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê diyar kir ku fikir, felsefe, îdeolojî û manîfestoya Rêberê Gelê Kurd a gihayî gelan wê teqez bi ser bikeve.

Destpêkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi derketina li Şamê re dest pê kir, dikeve sala xwe ya 24’an. Li ser vê yekê yek ji kesayetên siyasî û Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir ku bi xwe Ocalan dîtiye, ji nêzîk ve dişopîne ji ANF’ê re axivî.

‘TEVÎ ÊŞKENCEYÊ 23 SAL IN RÊBER APO LI BER XWE DIDE’

Bekir destpêkê sala 24’an a Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an şermezar kir û got: “Di nava 23 salên borî de, tevî êşkence û sîstema Îmralî Rêber Apo bi têkoşîn û parêznameyên xwe yên gihandin gel, têkoşîneke mezin dike hê jî didomîne. Serok Apo hê ji destpêka xebata xwe ji bo çareseriya pirsa Kurd dest bi kar û xebatê kiriye. Hemû hewldana Rêber Apo ji bo pirsa Kurd bi rêya demokratîk û pirsgirêkên netewên herêmî çareserkirin bû.

‘RÊBER APO GIRÎNGIYEK MEZIN DIDA ÎDEOLOJÎ Û KARÊ AVAKIRINA HIŞMENDIYÊ’

Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re bal kişand ser pêvajoya komployê ya hêzên serdest û ev nirxandin kir: “Di serî de hêzên serdest ên cîhanî û dîsa sîstema faşîzan a Tirk li ber vê raman û îdeolojiyê asteng bûn. Ji ber ku di pêvajoya dîrokê de gelek komplo û êrîş li ser gelê Kurd hatibû, ji bo wê Rêber Apo bi qasî şer zêdetir girîngî da warê îdeolojî û rêyên demokratîk û çareseriyê.

‘GIRTÎGEH KIR QADA BERXWEDANEKE HEMDEM A GUHERÎNEKE STRATEJÎK A HIŞMENDIYÊ’

Her kes li bendê bû piştî dîlgirtina Rêber Apo, şerekî pir mezin ku ziyanê bide her kesê û gelê Kurd bû, lê Rêber Apo berxwedaneke hemdem hilbijart. Ew berxwedan jî berxwedaneke fikr û îdeolojî bû. berxwedaneke guherîna stratejîk bû. Berxwedaneke welê bû ku guherîn li ser hişmendiyê dikir. Her ji raman û manîfestoyên ji kêliya yekem a girtîgehê û heta niha Rêber Apo gihandî gelan, rêya çareseriya demokratîk ji bo gelê Kurd û gelên herêmê vekiriye. Vê berxwedana Rêber Apo û tezên çareseriyê li şûna ku PKK’ê lewaz bike, bi pêş ve bir. Em dibînin gerîla û Tevgera Azadî pêş ket û xurtir kete nava têkoşînê. Bi avakirina fikrê Rêveberiya Xweser û Konfederalîzma Demokratîk em dibînin di warê stratejîk de serketinên mezin bi xwe re anî. Bi vê berxwedan û hizrê em dibînin di serî de Erdogan û faşîzma AKP/MHP’ê têk diçe.”

‘BI RENGEKÎ HERÎ BÊREHM EV KOMPLO HATE KIRIN’

Li ser pêvajo û heta qonaxa dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Bekir ev got: “Dîlgirtina Rêber Apo bi rengek giştî bandor li ser me tevan û hevalan kir. Di pêvajoyeke welê de bi rengekî herî bê rehm ew komplo hate kirin.

‘JI BO PLAN Û PROEJYÊN XWE LI ROJHILATA NAVÎN BIKIN, RÊBER APO WEKÎ ASTENGÎ DÎTIN’

Jixwe Rêber Apo berî ev komplo dest pê bike, bi rêya peyamên xwe diyar dikir ku wê komployên wiha li ser bê kirin. Bi vê hesiyabû ku wê komployeke navneteweyî li ser bê kirin. Hêzên serwer ên hegemon ji bo pîlan û projeyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin, yekane astengî fikir û felsefeya Rêber Apo li pêşiya xwe didît. Ji bo mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin, diviya bû ewilê vê astengiyê ji pêşiya xwe rakin. Ji ber ku van hêzan dizanî ji derveyî vê ti hêzek bi leşkerî, bi ol û nîjatperestî nikare ber wan raweste. Yekane alternatîfa ku ji bo gelan hebû, projeya Tevgera Azadî Kurd bû ku Rêber Apo pêşengtî dikir. Ji bo wê dixwest vê astengiyê rake. Gelek welatan bi rengekî herî bê rehm li nava vê komployê de cih girtin.

‘RÊBER APO BI RAMANÊN XWE KOMPLO PÛÇ KIR Û HÊZÊN KOMPLOGER POŞMAN KIRIN’

Bi girtina Rêber Apo em di rewşeke pir bi fikar de bûn, hêviya me ya bi têkoşîna hişmendî ya Rêber Apo heyî, kir ku ev pêvajo wiha bi reş û tarî dewam nake. Rojek wê bê Rêber Apo li zindanê be, bi rêya wan peyam û ramanên ku bi rêya parêzerên xwe digihand gel, derket ku Rêber Apo bi rastî dikare wê komplo û pîlanan pûç bike, hemû armancên komplogeran tarûmar bike. Ji van peyaman giha wê yekê ku Rêber Apo wê vê pêvajoya girtinê veguherîne asteke felsefe û ramanên herî xurt a dîrokî. Bike ku hezar carî poşman bike ku Rêber Apo girtine û radestî Tirkiye kiriye û Tirkiye bi xwe ji vê poşman bibe. Ew baweriya me ya bi Rêber Apo li ser vî bingehî hemû rast derketin.”

Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir li ser domandina komplo û dîsa tecrîda girankirî û astengiyên hevdîtinên malbat û parêzeran jî axivî û ev anî ziman:

‘HÊZÊN KOMPLOGER LI ÎMRALIYÊ BI RENGÊN CUDA KOMPLOYÊ DIDOMÎNIN’

“Hêzên komploger hê jî di domandina komploya xwe de israr in û bi reng û şêwazên cuda dewam dikin. Sîstem û îzolasyona ku niha li Îmralî didome, berdewama sîstema komplogeran e. Sîstema Îmralî di domandina komplo û êşkenceyê de israr e. Ya ku li Îmralî li serkar e, tenê helwesteke faşîst a Tirkiye û Erdogan nîne li hember Rêber Apo, helwesta hemû hêzên serdest ên cîhanê ye.

‘JI YEK PEYV Û HEVOKA RÊBER APO DITIRSIN’

Hêzên komploger û Tirkiye çima ewqas tund û hovane siyaseta êşkence û komployê li Îmralî bi rê ve dibe? Ji wê felsefe, raman û îdeolojiya Rêber Apo ditirsin. Ji manîfestoyên wî ditirsin. Hemû hêzên cîhanî û dîsa veşarî raman û felsefeya Rêber Apo xwendine û baş dizanin. Ev hêzên serwer îro di nava krîz û kaosekê de ne, bi şer dixwazin berjewendiyên xwe biparêze. Rêber Apo bi manîfestoyên xwe dixwaze çerxek nû bigerîne, jiyanek nû bide çêkirin. Jiyanek tije aştî û bi hev re jiyan be. Sîstemên cîhanî modelek wiha naxwazin. Berjewendiyên wan li pir rengî nîne, berjewendiyên wan bi hev re jiyanê nîne. Berjewendiyên wan di proje û modela Rêber Apo de nîne ku pêşkêşî gelan dike. Rêber Apo xwedî fikir û felsefe ye. Xwedî bîrdozî ye. Hêzên serdest mirina xwe di vê felsefê de dibînin. Ev fikir û felsefe amade ye ku ji bo mirovahiyê bibe bersiv. Ji gotineke herî sade ya Rêber Apo ditirsin. Eger rê nadin hevdîtinên malbat û parêzeran, ji Serok Apo ditirsin. Yek hevok û yek peyva Rêber Apo dikare wan têk bibe û guherînê çêbike. Hemû ew hêzên mezin ên cîhanî ji hevokek ya Rêber Apo ditirsin. Ev mezinahiya Rêber Apo ye. Rêber Apo wê bi fikir û felsefeya xwe, bi îdeolojiya xwe, bi ew manîfestoya ji bo me û gelan hiştî teqez wê bi ser bikeve.”