Meclîsa Xweseriya Demokratîk têkildarî êrîşan daxuyanî da

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyanî da, banga rawestandina êrîşan, parastina serweriya xwe û rabûna bi erka xwe li Hikûmeta Iraqê kir.

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser êrîşên bê navber yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Meclîsa Xweser, bang li Iraqê kir ku êdî rêyê li ber êrîşan bigire, bi erka xwe rabe û serweriya xwe biparêze.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Dugurê Hecî Hecem ve hate dayîn. Di despêka daxuyaniyê de êrîşên li ser Şengalê, Başûr û Rojava hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Bi navê gelê Şengalê em diyar dikin ku em beşek ji Iraqê ne, lê heta niha Iraqê em wek hemwelatiyên xwe qebûl nekirine û li me xwedî derneketiye. Niha jî dewleta Tirk li her derê êrîşê ser axa Iraqê dike, gelê sivîl dike hedef û serweriya Iraqê binpê dike. Em bang li rayederên Iraqê dikin, bi erk û berpirsiyariya xwe rabin û rê li ber van êrîşan bigirin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek civaka Êzidî, li ber çavên tevahiya cîhanê hatin qirkirin, kesek li me xwedî derneket. Niha jî em dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker, pêwîst e rê li ber van êrîşan bê girtin. Em wek gelê Şengalê û civaka Êzidî ku me xwe rêxistin kiriye, hêzên xwe yên parastinê ava kirine, em ê dest ji vê xetê bernedin, li ser vî fikrî heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û li têkoşîna xwe dewam bikin.”