Gerîlaya YJA Starê: Moralê gerîla gelekî bilind e

Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan anî ziman ku gerîla bi moral û motîvasyoneke bilind şer dikin û destnîşan kir ku ev rastî di kapasîteya çalakiyan de tê dîtin.

Ji gerîlayên YJA Starê yên li Xakurkê Roza Tolhildan destnîşan kir ku wê çalakiyên li vê qadê xurtir bikin.

Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji qada şerê li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku hem tîmên gerîla yên bi tevger hem jî berxwedêrên li tunelan têkoşîneke mezin dimeşînin, xwedî moral û motîvasyoneke bilind in û ev yek di kapasîteya çalakiyan de jî tê dîtin.

Roza Tolhildan got, "Çekên kîmyewî yên li hemberî tunelên şer têne bikaranîn, nîşan dide ku artêşa Tirk a faşîst li quntarên Zagrosan li hemberî berxwedana gerîla têk çûye. Tevî ku ji dîmenên çalakiyên gerîla jî tê fêhmkirin, dewleta Tirk a faşîst windahiyên xwe, navê leşkerên hatine kuştin û hejmara wan hem ji raya giştî hem jî ji malbatên wan vedişêre. Ji bo desthilatdariya xwe biparêze hovîtiyê û derewan dike. Gerîla jî li gorî derfetên xwe rastiya şer belav dike, dîmenan parve dike."

JI XAKURKÊ JÎ PIŞTGIRIYA JI BO ÇALAKIYAN

Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan işaret bi çalakiyên gerîla yên li Xakurkê kir û got, "Gerîlayên li Xakurkê ku bi rêbazên dewlemend ên çalakiyan tevdigerin, tevî sûîqest û sabotajan her wiha çalakiyên bi çekên giran lidar xistin. Ji bo piştgiriyê bidin hevrêyên xwe yên li qadên berxwedanê, çalakiyên mezin têne lidarxistin û artêşa Tirk a faşîst windahiyên giran dide. Weke gerîlayên Xakurkê em ê çalakiyên xwe hîn xurtir bikin."