KCK: Ji bo têkbirina komployê em di asta herî jor de têbikoşin!- NÛ BÛ

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: “Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, pûçkirina planên şer ên topyekûn ên dewleta Tirk û têkbirina komployê di sala nû de bang li her kesî dikin ku di asta herî jor de têbikoşin.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê got, “24 sal di ser komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya Hebûnê pêk hatiye derbas bû. Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku bîst û çar sal li pey xwe hişt, careke din bi hemû kîn û nefreta xwe şermezar û lanet dikin. Em diyar dikin ku em ê ti carî serî li ber ti nêzîkatiyên komploger ên li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya Hebûnê netewînin.

Em di şexsê hevrêyên xwe Halît Oral, Selamet Menteş û Aynur Artan careke din hemû şehîdên Qehreman ên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û ji bo ku negihêjin armancên xwe yên qirêj bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dora Rêber Apo xwe kirin mertalek ji agir; bi bîr tînin, li ber bîranînên wan bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.”

EM RÊBER APO KU LI BER PERGALA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ LI BERXWE DIDE SILAV DIKIN

Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê de wiha hat gotin:

“Em Rêber Apo ku piştî komploya navneteweyî 24 sal in li dijî şert û mercên esareta li Îmraliyê, tecrîda mutleq û êşkenceyê, bi îradeyeke xurt û hilberîneriya rewşenbîrî ya awarte li berxwe dide, silav dikin.

Di dema ku hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên navneteweyî yên bi pêşengiya DYE’yê bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin xwe amade dikirin ku bikevin sedsala 21’an, Rêber Apo û têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê weke astengiya herî mezin li pêşiya berjewendiyên xwe yên kapîtalîst, modernîst û emperyalîst dîtin. Ji ber ku hîn wê demê dîtibûn û diyar kiribûn ku Kurdbûna Azad a bi pêşengiya Rêber Apo xwedî potansiyela bandorkirina tevahiya Rojhilata Navîn e. Kurd di nava çar welatên sereke yên Rojhilata Navîn de hatin parvekirin û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê karî Kurdên li her çar welatan bikişîne nava helwesteke girîng a têkoşînê. Kurd bi hişmendiya azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, nexwest sedsaleke din bê Rêbertî û bê statu derbas bike û li ser vê bingehê bê dudilî xwedî li Rêber Apo û Têkoşîna Azadiyê derket. Her cure piştgirî û tevlîbûna têkoşînê nîşan dan. Ew gav bi gav dibûn dînamîka herî mezin a guhertin û veguhertina ji bo demokrasî û nirxên azadiyê yên li Rojhilata Navîn. Armanca hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên bi pêşengiya DYE’yê ku bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê destpê kirin, ji holê rakirina vê îradeya nû ya Kurdê Azad a ku li Rojhilata Navîn roj bi roj rola navendî dilîze, bû. Ji bo vê jî bi hevkariyeke pir qirêj komploya navneteweyî plan kirin. Ji bo pêkanîna vê yekê di navbera xwe de ji dayîna her cure tawîzan xwe nedan paş. Ji ber ku wan hesab kiribûn ku bi hêsanî dikarin Rojhilata Navîn a ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd lê hatiye bidawîkirin û tasfiyekirin, bi dest bixin û ji nû ve dîzayn bikin.

Armancên herêmî yên Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi vî rengî ne, lê di çavê Kurdan de jî armanca herî bingehîn a wê ev e; Mîna sedsala 20’an, di sedsala nû ya ku em ketinê de jî dihat xwestin ku Kurd careke din bê nasname, Rêbertî û statu bihêlin. Ji ber ku gelê Kurd serî li ber pergala cîhanê ya hegemonîk a kapîtalîst netewand û dest ji îradeya xwe ya li dijî polîtîkaya îmha û înkarê ya qirker a dewleta Tirk a dagirker berneda, lewma xwestin sedsaleke din bi gelê Kurd bidin windakirin.

Lêbelê di qonaxa niha de; bi saya feraseta berxwedanê ya nû û bêhempa ya Rêber Apo, afirînerî û hilberîneriya rewşenbîrî, asta bilind a xwedîderketinê ya ji aliyê gelê me yê welatparêz û îradeya têkoşînî ya bin nakeve ya gerîlayên azadiya Kurdistanê, ev armancên qirêj ên komploya navneteweyî hatin pûçkirin û nehiştin bigihêjin armanca xwe. Berevajî vê, di vê dema bîst û çar salan de ku di ser komployê re derbas bû; rastiyeke giştî ya bi zanebûn û rêxistinkirî, şêwazeke gerîlatî ya profesyoneltir û asteke gihîştî ya partîbûnê, zanabûna siyasî û pratîkî derket holê. Di encama van hemûyan de destketiyên gelê Kurd ên netewî û civakî di vê pêvajoya têkoşîna bîst û çar salan de mezin bûne û kariye xwe bigihîne perspektîfeke demokratîk.

Lê belê armancên berfireh ên komploya ku hatiye pûçkirin, ji aliyê hêzên komploger ve bi awayên cuda tên nûjenkirin û bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayin bê rêvebirin. Rewşa rojanebûyî ya komploya navneteweyî di gelek qadan de hewl dide xwe bidomîne. Li êşkencexaneya Îmraliyê girtina Rêber Apo di pozîsyona “dîl” de û di bin êşkenceya tecrîda mutleq de, rehendeke rojanebûyî ya komployê ye ku tê xwestin bê dewamkirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê, Kurd ji Rêbertiya xwe bêpar tên hiştin; li aliyê din pirsgirêka dîrokî ya weke pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî mezin û sereke ya Tirkiyeyê ye, di polîtîkayeke bê çareseriyê de tê hiştin û nahêlin Tirkiye bikeve pêvajoya demokratîkbûnê.

DOZA RÊBER APO DOZA SEDSALÊ YE

Doza Rêber Apo doza Sedsalê ye û çareseriya wê jî wê bibe çareseriya Sedsalê. Çareserkirina dozeke wiha dîrokî ya ku mohra xwe li sedsalekê daye, bêguman bêyî têkoşîna şoreşgerî ne mimkûn e. Lê belê zemînên siyasî û hiqûqî yên bi têkoşîna şoreşgerî vebûne jî divê bi awayekî pir xurt bên nirxandin. Ji ber ku gelê me û raya giştî ya demokratîk dişopîne, êdî bingeha hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derketiye holê. Li gorî hiqûqa navneteweyî cezayê ku li Rêberê me hatiye birîn ber bi qedandinê ve diçe. Lê belê di vî warî de rejîma faşîst, qirker û mêtinger a Erdogan-Bahçelî yê dijminê Kurdan, di vê mijarê de komployeke hiqûqî ya mezin birêve dibin. Bi dayîna cezayên dîsîplînê yên bênavber ên li Rêbertiya me yên ku tu bingehê wan nîne, hewl didin hiqûqa bêhiqûqiyê ava bikin. Vê yekê mîna tevna pîrê her rojê piçekî hişktir dihûnin. Armanca wan ew e ku rewşa “dîl” a li ser Rêberê me û şert û mercên esaretê heta hetayê dirêj bikin. Ji bo vê yekê pêk bînin, ji bo ku nekaribin îtîrazê li pêkanînên di bi navê cezayên dîsîplînê yên ku didin Rêberê me bikin jî parêzerên wî jî agahdar nakin. Bi vî rengî armanc dikin ku biryara “binpêkirin” ya AÎHM’ê ku derbarê “cezayê heta hetayî ya girankirî” ya ji aliyê dadgehên Tirkiyeyê ve bi taybet ji bo Rêber Apo hatiye amadekirin daye, vala derxînin. Li gel tecrîda mutleq a ku li ser Rêberê me berdewam dike, divê her kes rastiya vê komploya hiqûqî ya tê meşandin bibîne û ji bo pêşîgirtina li wê her cure têkoşîn bê pêşxistin. Ji vê rewşa bi vî awayî li dijî hiqûqê, li dijî mafên mirovan û demokrasiyê berdewam dike; Konseya Ewropayê ya ku pêkhateyên weke DMME û CPT girêdayî wê ne û hêzên komploger ên navneteweyî jî berpirsyar in. Divê Konseya Ewropayê di çarçoveya prensîbên Mafên Mirovan, Demokrasî û Edaletê de erka xwe pêk bîne û bersivê bide hêviyên gelê Kurd.

XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO DI ASTA NAVNETEWÎ DE PÊŞ DIKEVE

Rêber Apo bi hêza ramana azad şert û mercên esareta li Îmraliyê derbas kir û paradîgmaya civakeke nû ya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaz a jin pêş xist û hem ji gelê Kurd re û hem jî ji hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê yên bindest û mêtingehbûyî re pêşkêş kir. Ev cîhana nû ya fikir û ramanê ku Rêber Apo di şexsê xwe de jiya û derxistiye holê, hema bêje ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî jî ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê bernameyeke azadiyê ye. Ev asta mezin a ramanê ku çendîn sal berê di bin êşkenceya tecrîda mutlaq de derxistiye holê, her ku bi wergerandina wan bi zimanên cuda û kirina malê gelan û mirovahiya demokratîk; vediguhere asteke mezin a xwedîderketin û hembêzkirinê. Di nava bîst û çar salên me derbas kirî de dostên gelê Kurd li ser vî esasî zêde bûne. Hem bi gelên Rojhilata Navîn û hem jî bi gelên cuda yên li Ewropa û gelek deverên cîhanê re, weke têkiliyeke dostanî û xwişk û biratiyê ya gelekî hêja û pir watedar pêş dikeve. Ji ber ku aştiya demokratîk û têkiliya xwişk û biratiyê ya ku Rêber Apo dixwaze di navbera gelan, bawerî û çandan de pêş bixe, têkiliya bi Modernîteya Demokratîk re ji bo mirovahî, demokrasî û azadiyê dest bi hilberîna nirxên nû dike. Ji bo xilasbûna ji krîzên civakî û jiyanî yên ji ber pergala dewletparêz, desthilatdar a ku îdeolojiya kapîtalîst a sermayeperest xwe tê de weke netewe dewlet û îndustriyalîzmê ava kiriye, dest bi qebûlkirina ango yekane rêya xilasbûnê ye dike. Dema ku ev rastî derdikeve holê, asta xwedîderketina li Rêber Apo ya gerdûnî û daxwaza azadiya wî bi wê re paralel pêş dikeve. Di van salên dawî de, bi pêşengiya rêxistin û sendîkayên cuda yên kedê û kesimên navdar ên civakê ên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, hiqûqnas, femînîst, ekolojîst, antî-kapîtalîst û anarşîst ên cîhanê, di van salên dawî de piştgirîdayîna wan a ji bo hewldanên azadkirina Rêbertî asteke girîng derxistiye holê. Bi taybetî serlêdanên hevdîtinên bi Rêbertiyê re ku di van demên dawî de di bin pêşengiya derdorên hiqûqî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine çêkirin û bi beşdariya kolektîf a parêzerên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê tên kirin, ji bo têkoşîna hiqûqî nêzîkatiyek pir girîng û pir bi nirx e. Ev 'Têkoşîna Serlêdanê' ya ku ji aliyê hiqûqnas û parêzeran ve hatî destpêkirin qada têkoşînê ya girîng e û bi giranî li ser bidestxistina encamê dikare bêtir were xurt kirin. Li ser vê bingehê em hemû hevalên xwe û têkoşîna wan a bi nirx ku ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya Rêbertî tevlî bûne, piştgirî dane û ked dane, silav dikin. Bi hatina sala nû ya komployê re, em bawerî û bendewariya xwe tînin ziman ku ew ê van xebatên azadiyê yên ji bo Rêber Apo derbasî asteke nû bikin.

TEZÊN AZADIYA JINÊ YA RÊBER APO RÊYA JINÊ ZÊDETIR RONÎ DIKE

Tezên Azadiya Jinê ya Rêber Apo di sedsala 21’an de rêya jinên Kurd her ku diçe ronî dike. Têkoşîna jinên Kurd a ku bi Tezên Azadiyê yên wî ketiye ser rê, geşedanên pir cidî ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn derxistine holê. Îradeya bilind a ku jinên Kurd di qada siyasî, leşkerî û civakî de derxistiye holê, hem di nava jinên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê û hem jî jinên gelên cîran ên ku bi hev re dijîn, veguheriye şiyarbûn û hişyariyeke cidî. Ev êdî derketiye holê ku ev pêşketinekî ku pêşiya wê nayê girtin e. Hêza tu dewletê têrê nake ku vê zanabûn û ronakbîriya derketî holê û îradeya azadiyê ya jinê ya hesap dipirse bitepisîne. Em vê yekê her roj di pêkanînên mêtîngeriyê yên ku bi taybet rêveberiya faşîst a Komara Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî jinên Kurd pêk tîne, dibînin. Dîsa em vê yekê di helwesta îradeya jinên Rojava de di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê û dijminê jinê de dibînin. Herî dawî em vê yekê di serhildana jinan de dibînin ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê û Rojhilat ji bo Jîna Emînî ya ji ber ku porê wê xuya kiriye ji aliyê polîsên Exlaqê ve hat destgîrkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin de, dibînin. Di qonaxa niha de jî helwesta azadiya jinê ya ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat derketiye holê û asta xwe têrkirina paradîgmayî ya vê helwestê ji îdeolojiya Rêber Apo di pûçkirina komploya navneteweyî de roleke gelekî girîng dilîze.

GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ BI HÊZ Û MORALA KU JI RÊBERIYÊ DISTÎNE LI BERXWE DIDIN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hêza xwe ya bingehîn a bîrdozî, felsefî û rêxistinî ji Rêber Apo digire; bi têkoşîna xwe ya bi biryar û îradeya teqez di nava bîst û çar salên dawî de bû hêza sereke ya pêşî li serkeftina komploya navneteweyî girt. Bi Rêber Apo ve bi rengekî xurt girêdayî ye û ji bo xwe weke navenda moralê ya sereke dibîne. Gerîlayê azadiyê bi saya hêz, moral û zanabûna ku ji Rêbertî wergirtiye, di her şert û mercî de hêz û vîna xwe ya berxwedanê nîşan dide. Artêşa Tirk a dagirker, qirker û mêtinger bi rengekî nedîtî rê û rêbazên nemirovane li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne. Li dijî hêzên me yên gerîla hemû derfetên şer ên NATO’yê yên di destê xwe de bi awayekî hovane bikar tîne. Ji par ve li dijî hêzên me yên gerîla ku bi teknolojiya herî dawî ya NATO’yê nikare wana bin bixîne, gazên kîmyewî û jehrî bikar tîne. Ji ber ku dît ku bi gazên kîmyewî û jehrî nekarî encamên tam bi dest bixe û berxwedana bêhempa berdewam dike, niha çekên nukleerî yên taktîkî û çekên termobarîk li van zêde kirin. Ev hemû rê û rêbazên dijmirovahî yên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tên bikaranîn, sûcên şer in. Ew sûcên li dijî mirovahiyê ne. Bîlançoya van sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker, mêtinger, qirker û dagirker her roj ji aliyê Navenda me ya Parastina Gel ve bi raya giştî re tê parvekirin. Her roj hesabê van sûcên şer yek bi yek tê pirsîn û wê bê pirsîn. Bila gumana kesî ji vê yekê nebe. Hevrêyên me Şehîd Sara û Şehîd Rûken li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li dijî navenda polîsan ên dagirker bi şêwazeke fedayî operasyoneke şoreşgerî lidar xistin û bi dehan sûcbarên şer ceza kirin. Ev operasyona şoreşgerî ya ku ji aliyê hevrêyên me Şehîd Sara û Şehîd Rûken ve hatiye lidarxistin, di xeta Zîlan û Egîd’an de çalakiyeke pir serkeftî û rast e. Di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de encamên pir cidî derxistiye û peyamên cidî daye. Em fedakariya hevrêyên me Şehîd Sara û Şehîd Rûken ên di pêvajoya nêzî salvegera komploya navneteweyî de hatin kirin, bi rêzdarî silav dikin. Şêwaza çalakiya fedayî ya profesyonel a van hevalan jî bi awayekî zelal nîşan da ku divê li hemberî komployê helwest çi be. Bi rastî jî ji yekîneyên gerîla yên profesyonel û xweser re rêzanî kirin. Careke din îspat kirin ku di navenda hemû geşedanên li Kurdistanê de îradeya teqez û bi biryar a Gerîlayên Azadiyê heye. Divê her kes careke din bibîne û bizane ku bêyî vê helwesta gerîla ya bi biryar û bi îrade, pelek jî li Kurdistanê nikare bê hejandin.

Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, pûçkirina planên şer ên topyekûn ên dewleta Tirk a li dijî Kurdan û binxistina komploya li ser vê bingehê, di sala nû a komployê de, em bang li gel gelê me yê li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat dijîn, bi dostên xwe re heta encamekê bi dest bixin, têkoşîna xwe di asta herî jor de birêve bibin. Li ser vê bingehê em bang li ciwan û jinên Kurd dikin ku ji bo şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertiya me pêk bên, rêxistinbûna xwe berfireh bikin û çalakiyên xwe xurtir bikin.”