Jinên Tîrêjên Rojê: Li Geverê 4 polîs hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî polîsan çalakî lidar xistine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 4 polîs hatine cezakirin, 5 jî birîndar bûne.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyek weşand û ragihand ku di navbera 20'ê Îlonê û 3'ê Cotmehê de li ser mala polîsan, wesayitên polîsan û qereqola polîsan çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîneyên me ji bo çalakiya hevalên Şehîd Sara û Şehîd Rûken silav bikin, li Geverê di 20-24 û 30'ê Îlonê de çalakî lidar xistin."

Înîsiyatîfê li ser encamên çalakiyan ev agahî da:

" 20'ê Îlonê bi şev saet derdora 7-8'an de li sûkê bi fîşekên hewayî û bombeyên deng li hemberî mala polîsan çalakî hate lidarxistin.

24'ê Îlonê li taxa Cûmhûriyetê ya Geverê bi şev saet di 11:30'î de li hemberî wesayitên zirxî û wesayitên polîsan ên sivîl ên li dewriyeyê digeriyan bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. Wesayita polîsan a sivîl bi temamî îmha bû, 2 polîsên dewleta Tirk a dagirker ên tê de hatin cezakirin, yek jê giran 2 dagirker jî birîndar bûn.

30'ê Îlonê bi şev saet di 00:00 de li taxa Orman a Geverê li hemberî qereqola polîsên dagirker ji du baskan ve bi bombeyên deng û molotofan çalakî hate lidarxistin. Dagirkerên ku tirs û panîk kete nava wan, heta sibehê li derdorê reşandin."

Înîsiyatîfê diyar kir ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 3'ê Cotmehê de li taxa Kişla ya Geverê li qereqola polîsan a li 75'an xistine.

Di daxuyaniyê de li ser vê çalakiyê ev agahî hate dayin:

"Saet di 20:00-21:00 de yekîneyên me li qereqola polîsan a 75'an xistin ku taxa me dagir kiriye. Ji du baskan ve bi bombeyên destan û yên deng çalakî hate lidarxistin. Piştî çalakiyê li hemberî polîsên tîmên taybet ên berê xwe dan taxa me, bi çekan çalakî hate kirin. Bi çekên ferdî li polîsên tîmên taybet hate xistin û demeke dirêj şer qewimî. Piştî vî şerî, bi qasî ku yekîneyên me tespît kriin 2 polîsên dagirker hatin cezakirin, 3 polîs jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Yekîneyên me piştî van çalakiyên me yên serketî bi rengekî ewle gihîştin qadên xwe."