Kalkan: Hedefa di 9’ê Cotmehê de îmhakirin bû

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir bi komploya 9’ê Cotmehê re Rêberê Gelê Kurd bû hedef lê ev tişt bi ser neket.

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, pirsên ANF’ê bersivand. Beşa yekemîn a hevpevyîna berfireh wisa ye:

9’ê Cotmeha 1998’an destpêka komploya navneteweyî e, di vê demê de li cihanê, herêmê û li Kurdisanê tabloyeke siyasî-leşkerî ya çawa hebû?

Berî her tiştî di serî de berxwedana Rêber Apo ya ku ev 24 sal e li dijî komploya navneteweyî berdewam dike, silav dikim. Berxwedana “Hûn nikarin roja me tarî bikin” a li dora Rêber Apo bûn xelekek, di kesayetiya rêhevalên me Halît Oral û Aynûr Artan bi rêzdarî silav dikim.

Ez berxwedana gelê Kurd a ku tu demê ranewestiya, li dora Rêber Apo bûn yek, her gavê di binê her şertî de têkoşîna xwe berdewam kir, pîroz dikim. Ev berxwedana li dijî komployê wê teqez bi serkeftinê tacîdar bibe, ji dil û can ji vê seknê bawer im. Wê gelê Kurd û jinên Kurd azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin û jiyana azad ava bikin.

Bêguman bûyera herî girîng a sedsala 20’emîn, komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de pêk hatiye. Ji xwe gelek aliyên di nava vê komployê de cih girtin e, Rêber Apo wekî şoreşgerê sedsala 20’emîn pênase kirine. Jixwe di her serdemê de rêber, şoreşger, fermandar û şervanên bêhempa ji bo doza gelan derketine û nirxên mirovahiyê parastine. Ji ber wê sedsala 20’an ji niha de bûye sedsala şoreşgeran.

Li dijî vê tevgera şoreşa mezin, di çaryek sedsala 20’an de jî, dij şoreşek jî derket holê û wiha tê pênasekirin. Di çaryeka sedsalê û nîvê wê de pêşketinên şoreşgerî, di dawiya sedsalê de hatin tepisandin. Şoreşgerên ku dîrok nivîsandin, vê carê xwestin wan ji dîrokê paqij bikin. Kesê li dijî vê pêvajoyê derket û têkoşîna azadiyê li Kurdistanê bi pêş xist, Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber wê, ev hêza talanker, xwest hêj ev sedsal neqediyaye, Rêber Abdullah Ocalan îmha bike û vê şoreşa mezin têk bibe. Ji ber wê divê rastiya komploya navneteweyî di vê çarçoveyê de bê dest girtin û bê nirxandin.

BER BI STRATEJIYA CÎHANA NÛ

Wekî ku tê zanîn destpêka sedsala 20’an, bi awayekê mezin razemeniyek ji bo çekan tê kirin û Şerê Cîhanê yê Yekemîn qewimî. Bêguman bûyera herî girîng a Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Şoreşa Rûsan a di sala 1917’an de pêk hat. Di sedsala 20’an de şoreşa ku di pêşengtiya Lenîn de pêk hat, mohra xwe lêda. Di dawiya sedsala 20’an de ev pêşketina şoreşgerî têk çû. Ev jî pêvajoya ku em wekî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê pênase dikin bi pêş ket. Ji ber wê em bi rihetî dikarin bêjin ku bûyera herî mezin a di dawiya sedsala 20’an ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de pêk hatiye, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye.

Di serê sala 1990’an de Yekitiya Sovyetê têk çû û cîhan ket pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn, bûyereke ecêp pêk hat. Ev bûyera girîng çi bû? Hêzên Iraqê yên di bin rêveberiya Seddam Huseyîn de, di 2’yê Tebaxa 1990’an de ketin Kuveytê û dagir kirin. Ev dagirkerî bû sedema qeyrana Kendavê û şerê Kendavê. Ev pêvajoya li Rojhilata Navîn dest pê kir, li cîhanê jî bi xwe re pêvajoyeke nû anîn.

Niha têkçûna Yekitiya Sovyetê berê Rêveberiya Seddam Huseyîn da Kuveytê, an, dagirkeriya Seddam Huseyîn pêvajoya rûxandina Yekitiya Sovyetê bi lez kir? Bêguman ev pirs dikare bê nîqaşkirin. Lê pêşketina van a hemwext, teqes ne tesadufî e.

Di vê çarçoveyê de dema em bala xwe bidinê, DYA’yê ji bo dagirkirina Kuveytê ya Seddam Huseyîn di çi astê de piştgiriyeke tam dayê. Her çendî piştgiriyeke xurt nedabê jî, em bi rihetî dikarin bêjin ku li dij derneketiye û di pişt perdeyê de erê kiriye.

Di warê dagirkeriyê de, hêza herî zêde di warê leşkerî û siyasî de ev pêvajoya nirxandî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye. Wekî pîvanek giştî, kîjan alî herî zêde ji vê bûyerê sûdê bigire, di qewimîna vê bûyerê de herî zêde bandora wan heye. Ji ber wê em bi rihetî dikarin bêjin ku di pêvajoya şer û qeyrana Korvezê de, herî zêde DYA sûd dîtiye.

Lê ev pêvajoya sûdgirtinê çiqasî dewam kiriye? Demeke dirêj e, an demek kurt e? Bi rastî jî DYA hat asteke bi bandor, an di dawiyê de xitimî?

Ev mijara nîqaşeke din e. Lê di serê sala 90’an de di warê leşkerî û siyasî de ji DYA’yê re qadek vekir. Qet nebe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, di pêvajoya rûxandina Sovyetê de ev rewşa nirxand û di bin navê “Sererastkirina Cîhana Nû” de stratejiyeke nû di warê leşkerî û siyasî de da destpêkirin û di warê pratîkî de ev pêk anî. Ji bo wê berî her tiştî, divê serweriya siyasî û leşkerî bixista bin destê xwe, dê çawa ji Şer û Qeyrana Kendavê sûdekê bigire, di qada herêmî û gerdûnî de li dijî rêveberiya Seddam Huseyîn îttifaqên siyasî bi pêş bixe, di her warî de hewldan bi pêş xist.

Dema em li encamên di dawiyê de derketine holê mêze dikin, di bingeha stratejiya sererastkirina cîhana nû ya di salên 90’an de di pêşengtiya DYA’yê de li Rojhilata Navîn û gelek hêlên cîhanê derketin pêş mêze dikin, diyar e siyaseteke aktîf tê dîtin. Bi taybetî bi Şerê Kendavê re, hêza Rêveberiya Seddam Huseyîn şikandiye û Iraq kiriye sê perçan, rêveberiya Seddam Huseyîn li derûdora Bexdatê dorpêç kiriye. Nehiştiye ev rêveberî di aliyê Başûr û Bakurê Iraqê de bi pêş de biçe. Başûrê qada hevkêşeyî ya 36’an û 32’yan ji rêveberiya Seddam re bi temamî hatiye girtin. Bi vê re li Iraqê di warê leşkerî û siyasî de serweriyek daye avakirin. Bi vê rêbazê xelqeya navîn a ku Îran-Iraq û Sûriyeyê ku navenda wê Iraq e, şikandiye. Ev pêşketin rêveberiya Seddam Huseyîn bi tevahî ji hêzê xistiye û bandora hêza Îran û Sûriyeyê lewaz kiriye.

XWESTIN PKK’Ê DI BAKUR DE ASÊ BIKIN

Ji hêla din ve, li ser bingeha Operasyona Hêza Çakûç ku navenda wê Hewlêr e, Rêveberiya Kurdistana Başûr ava kir û perçeyê Başûrê Kurdistanê ji Tevgera Azadiyê PKK’ê re da girtin, bi vê re xwest tenê PKK’ê bi qada Bakurê Kurdistanê re sînor bike. Rêveberiya Kurdistana Başûr a li ser bingeha Operasyona Hêza Çakûç ava bû, bi DYA û T.C’yê re ket nava hevkariyeke gelek kûr û wekî hêzeke herêmî ya li dijî PKK’ê ket tevgerê. Xwestin bi vê rêbazê Tevgera Azadiyê bi Bakurê Kurdistanê re sînor bikin, gelê Kurd û Tevgera wê ya Azadiyê bi van taqtîkan di bin kontrola xwe de bigirtin. Heke ev hemû pêk bihata na, dihat wê maneyê ku dê DYA li Rojhilata Navîn di warê leşkerî û siyasî de her tişt di destê xwe de bigirta.

Ji xwe DYA’yê bi vê rêbazê di salên 90’î de li gelek herêmên cîhanê serweriya xwe xurt kir, di warê leşkerî û siyasî de, hêza xwe bi pêş xist. Li Balkanan bi rêbaza şer, hin encam jî girtin, dîsa li Kafkasyayê, bi şer re hin encam bi dest xistin. Piştî van pêşketinan û bi rewşa niha re, ne pêkan e ku bi Sêyemîn Şerê Cîhanê re wê bandora xwe ya berê pêk bîne. Ji bo wê dixwaze pêngaveke nû bîne rojevê. Vê gavê jî dixwaze li Rojhilata Navîn bavêje. Ji bo wê dixwaze rewşa li Iraqê hêj zêdetir kûr bike û hemû serweriya li herêmê bixe bin destê xwe. Li ser vê tahekûma ku dixwaze ava bike, di serî de Kurdistan û gelek herêmên din, rasterast dixwaze bi rê ve bibe. Ji bo wê bi taybetî dixwaze serweriya xwe ya li ser Tevgera Azadiyê qayîm bike û dorpêçê kûrtir bike. Çima? Heke li Iraqê bi tevahî serweriya xwe qayîm neke, piştî ji bo rêveberiya Seddam Huseyîn bi tevahî ji holê rakir, qadê ji PKK’ê re jî teng neke, dibe ku bandora PKK’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir bibe. Ev yek jî dê pêşî li gavavêtina DYA’yê ya li herêmê asteng bike, ev ji bo wan dibe tirsekê.

Ji bo wê komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ket rojeva DYA’yê û êrîşa li dijî Rêber Apo dan destpêkirin. Bi komployê re xwestin PKK’ê bê rêbertî bihêlin û bandora wê bişkînin, piştre bi hinceta bûyera 11’ê Îlonê ya 2001’an re, bi ser El-Qaîdeyê de çûn, Afganistan dagirkirin, di 2003’yan de li dijî rêveberiya Seddam Huseyîn êrîş dan destpêkirin. Di van pêvajoyan de gav bi gav komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo xistin dewrê.

Bêguman divê DYA bi tena serê xwe wekî dewletekê neyê dîtin. Divê wekî pêşengekê pergalekê bê destgirtin. Ji xwe bi awayekî çalak bi Îsraîl û Îngiltereyê re di nava kar de ye. Dîsa bi her awayî NATO’yê bi kar tîne. Dema em van hemû hêzan di şexsê DYA’yê de li ber çavan bigirtin, mudaxaleya li dijî Rojhilata Navîn ji êrîşa di Yekemîn Şerê Cîhanê de derkete holê pir girtantir e.

Di çarçoveya van nirxandinan de, heke em bi kurtasî rewşa siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê jî bînin ziman: Wekî ku tê zanîn di li ser Peymana Cezayîrê ya di sala 1975’an de derket pêş, PDK têk çû, bi vê re pêvajoya berxwedanê ya Kurdan bi dawî bû û mîada xwe temam kir. Lê piştî demekê, lêgerînên azadî û serxwebûnê yên nû derketin holê. Li parçeyê herî mezin ê Kurdistana Bakur, xeta feodal a di şexsê PDK’ê de tune bû, xeta azadiya neteweyî ya ku Rêber Apo û PKK’ê pêşengtiya wê dikir, derket holê.

Di salên 1970’yan de li Bakurê Kurdistanê tevgerên ciwanan her ku çû bû tevgerên civakî û tevgerên gel bi xwe re anîn. Ev êdî lêgerîneke nû ya azadiya gelan bû. Hêj ev di pêvajoya destpêkê de bûn, xwestin van tevgeran têk bibin. Dewleta T.C’yê û hêza xwe spartî ya modernîteya kapîtalîst, derbeya 12’ê Îlonê ya faşîst-leşkerî anî rojevê. Bi vê derbeyê xwestin tevgera azadîxwaz a li Bakurê Kurdistanê têk bibin. Wekî ku tê zanîn, PKK’ê li dijî van hemû êrîşan li ber xwe da û ev êrîş vala derxistin. Her çendî dewleta Tirk bi hêzên hevkar ên li Başûrê Kurdistanê re xwestin di Cotmeha 1992’yan re stratejiya şoreşgeriya dijberî li pêş bixe jî, negihiştin armanca xwe.

Di navbera modernîteya kapîtalîst a ku pergaleke navneteweyî ye û PKK’ê de asteke pevçûn û têkiliyê çawa heye? Komploya Navneteweyî çima Rêber Apo kir armanc?

Pirsgirêka Kurd di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dawiya wê de di nava pergala modernîteya kapîtalîst de derket holê. Vê pergalê Kurdistan perçe kir, gelê Kurd û hemûna Kurdistanê tune hesiband. Di bin serweriya netewe dewletan de, gelê Kurd bi komkujî û tunebûnê re rû bi rû hişt. Ji ber wê her hêza ku azadiya gelê Kurd û hebûna wê kiribe armanc, di warê siyasî û leşkerî de ev hêzên navneteweyî li dijî xwe dîtine. Bi piştgiriya hêzên kûrevî û kapîtalîst, li ku derê çirûskeke ji bo azadiyê hebe, xwestine tune bikin û ji holê rakin.

Ev rewşa tunekirinê di salên 1925-40’an de di serhildanên li Bakurê Kurdistanê de jî derketine pêş, di serhildana Simkoyê Şikakî ya li Rojhilatê Kurdistanê de ji xwe daye der, di Komara Kurd a Mahabadê de jî û di serhildanên li Başûrê Kurdistanê de jî bi awayekî zelal xwe daye nîşan. Ji xwe têkçûna serhildana Barzanî ya di sala 1975’ân de jî bi destê van hêzan pêk hatiye.

Her çendî Kurdistan perçe kiribin, her perçeyeke wê xistibin bin serweriyeke netewe dewletekê jî, di dawiyê de rêvebirina wê pergala modernîteya kapîtalîst kiriye. Bi Peymana Sadabatê, Peymana Bexdayê û Sentoya sedsala 20’an re ev pêvajo berdewam kiriye.

Yanî li kîjan parçeyê Kurdistanê serhildanên ji bo azadiyê derketibin pêş, bi tevger bibin, li hemberî xwe êrîşên van hêzên hegonomîk dîtine. Ev rewşa mijara gotinê di şexsê Rêber Apo û PKK’ê de jî xwe daye nîşan. Her çendî PKK tevgereke azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd derketibe holê, wekî Tevgereke Azadiyê di warê fikir û çalakiyê de xwe bi pêş xistibe û armanca wê ya sereke şerê xwe li dijî T.C’ya faşîst meşandin be jî, her gavê li hemberî xwe pergala modernîteya kapîtalîst dîtiye. Heta ev rewş di warê T.C’yê de tevlêbûna wê ya NATO’yê jî xurt kiriye û di warê siyasî û leşkerî de hêj zêdetir sûd wergirtir kiriye.

Ya rast, piştgiriya ku pergala modernîteya kapîtalîst li dijî Kurdan dide dewleta Tirk, ne bi tenê ji wê boneyê ye ku ketiya nav NATO’yê. Ev rewş ji ber pirsgirêka Kurd ji berê de heye. Dewletên wek Îran, Iraq û Sûriye nebûne endamên NATO’yê lê di têkoşîna li dijî Kurdan de pergala modernîteya kapîtalîst tim pişta wan girtiye. Kurdan tevî vê pergalê bi rê ve birine. Li dijî berxwedana Kurdan operasyonên siyasî û leşkerî yên pelçiqandinê kirine. Çima?  Ji ber ku hêza ku pirsgirêka Kurd derxistiye holê pergala modernîteya kapîtalîst e.Ya ku dixwaze Kurdan hesab neke û tune bike, pergala modernîteya kapîtalîst e. Lewma her fikir û çalakiya azadiyê ji xwe re dike hedef di demeke kin de dibê dijberê pergala modernîteya kapîtalîst. Ev rewş ji bo PKK’ê ku têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdan di xeta herî radîkal de bi rê ve dibe jî derbasdar e.

PIŞTÎ AVABÛNA PKK’Ê DARBEYA FAŞÎST HATE KIRIN

Çawa ku di dawiya meha Mijdara sala 1978’an de, piştî avabûna PKK’ê bi demeke kin û bi şûn de derbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî hat kirin. Her kes bi aşkereyî dizane ku ev derbeyeke NATO’yê ye û bi pêşengiya DYE’yê hatiye kirin. Derbekaran jî wiha gotiye. Rêveberiya DYE’yê û derdora NATO’yê qebûl kirine ku wisa ye. Derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî bi rastî ji bo pelçiqandina fikir û bizava azadîxwaz a li Kurdistanê hatiye kirin. Hêza asas a ev derbe kiriye jî pergala kapîtalîst a kûreyî ye. Pêşeng DYE ye. A ku parastina wê kiriye NATO ye. Bi derbeya 12’ê Îlonê re berê PKK’ê û pergala modernîteya kapîtalîst ketiye hev.

NATO’yê, pêngava gerîla ya bi çalakiyên 15’ê Tebaxa 1984’an a Erûh û Şemzînanê wek êrîşeke li dijî xwe dîtiye û wisa nirxandiye. Dewleta Tirk ku sala 1985’an pirsgirêk biriye ba NATO’yê tu zehmetî nekişandiye. Jixwe pergala NATO’yê PKK wek êrîşeke ku li dijî xwe hatiye kirin, dîtiye. Ji wê boneyê serlêdana dewleta Tirk di cih de erê kiriye û di pey re êrîşa plankirî ya kûreyî ya ’87-88’an li dijî PKK’ê kiriye.

Ragihandina rewşa derasayî li Kurdistanê, şerê giran ê 1987-88’an, rawestandina şerê Îran-Iraqê bi destwerdana pergala kûreyî bixwe, artêşên Îran û Iraqê kirine wek sind, bi piştgiriya NATO’yê artêşa Tirk jî kirine çakûç bi rêbaza sind-çakûç, li navenda Kurdistanê, pelçiqandina gerîlayên Kurd li Botanê, îmhakirina Rêber Apo bi êrîşên komplogeriyê,  bi rêxistina bi navê ‘’Yekîneya Şoreşker a PKK’’ê ku ji yên tesfiyeker pêk hatiye, bi girtina dorê li rêxistinê, wek PDK’ê entegrekirina PKK’ê li pergala kûreyî, hatiye armanckirin. Geşepêdana zexta siyasî-leşkerî ya vê li Kurdistan û Rojhilatê Navîn, bi doza Dusseldorfê ya li Elmanyayê hat birêxistinkirin jî hewila kirina zext û pêkutiya bi her awayî bi rêya Ewropayê hatiye dayîn. Eşkere ye ku ev êrîşeke plankirî ya kûreyî ye.

PKK’ê, bi berxwedaneke mezin planê êrîşê yê kûreyî bi bin xist, îcar wek êrîşeke plankirî ya kûreyî ya hêj berferehtir Operasyon Hêza Çakûç a sala 1991’î û Şerê Başûr derxistin holê. Hêza gerîla ku di ’87-88’an de têk neçû, xwestin bi Şerê Başûr û bi êrîşa siyasî ya Cotmeha sala 1992’yan  bi temamî bişikînin. Berxwedana Rêber Apo û gerîla li dijî vê jî bi ser ket. Ev planê êrîşê jî ku bi berxwedanê têk çû, bi ser de ku Rêber Apo meha Adarê ya sala 1993’yan Agirbesta Yekalî ya Yekemîn ragihand û bi bandora siyasî ya wî re, pergala modernîteya kapîtalîst a kûreyî, bi her awayî piştgiriya dewleta Tirk kiriye û di salên 1993-1998’an de êrîşa pelçiqandin û tunekirina PKK’ê daye ber xwe.

Mirov dikare bibêje ku şerê 1993-1998’an, şerê herî mezin ê Kurdan û dewleta Tirk e. Ji aliyê berfirehî, kûrahî, berdewamîbûnê ve wisa ye. Ev şer ne şerekî wisa biçûk e ku mirov hema wisa di ser re lê binihêre. Dewleta Tirk, hema hêza xwe bi pêşengiya Demîrel, Çîler û rêveberiya çeteya Agar, ji bo rakirina ji holê ya PKK’ê bi awayekê nehuqûqî û exlaqî, bi konsepta şerê taybet ê faşîst-qirker ê bi liv û tevger kiriye.

NATOYÊ BI HER AWAYÎ PIŞTGIRÎ DAYE DEWLETA TIRK

Di êrîşeke wiha de, NATO’yê bi her awayî piştgiriya dewleta Tirk kiriye. Hemû çekên ku NATO’yê çêkirine, di vê serdemê de ji aliya dewleta Tirk ve li dijî gerîlayên Kurd hatine bikaranîn. Dewleta Tirk, bûye xwediyê teknîka leşkerî ya herî dawî. Di vê mijarê de daxuyanî û bîranînên generalên Tirk hene. Mirov dikare lê binihêre.

Ya me ne sûcdarkirin û îdiakirin e. Ew bixwe jî li xwe mikur tên. Lixwemikurhatinên bi devkî û nivîskî hene. Bibîranînên Dogan Gureş bixwînin, çawa bi derbeyeke veşartî Rêveberiya dewleta Tirk xistiye bin destên xwe, bi gefeke çawa, NATO bi xwe ve girêdaye, bûye xwediyê çekên herî modern ên bi her awayî, tiştên ku bêyî pere bûye xwedî bi awayekî eşkere dibêje. Em li gor îfadeyên wan, van tiştan dibêjin. 

Dijayetiya NATO’yê, ya pergala modernîteya kapîtalîst a kûreyî bi PKK’ê re di vê astê de ye. Bi hemû hêza xwe ketina hewila şikandina bandora leşkerî ya PKK’ê da ku PKK’ê bikin PDK’yî û bikin xizmeta pergalê. Ji aliyekî ve piştgiriya bi her awayî ya leşkerî-siyasî û çek dane dewleta Tirk, çavên xwe ji êrîşên faşîstane-qirker ên bi her awayî yên nehuqûqî û êrîşên faşîst-qirker birine bi ser PKK’ê û gelê Kurd de.

Ji aliyekî ve jî her hewil dane ku PKK’ê bînin ser xeta xwe. Polîtîkaya ku jê re ‘’Şekir-qamçî’’ tê gotin, pergala NATO’yê, di vê serdemê li dijî PKK’ê pir bi kar aniye. Bi piştgiriya ku daye dewleta Tirk xwestiye PKK’ê û gele Kurd bide ber qamçiyan û di ber de jî banga radestbûnê li PKK’ê kiriye.

Eger ji polîtîkayên wê re bibêje erê, bibe parçeyekê pergala netewe dewletê ya heyî, li ser vî asasî li gor berjewendiyên pergala modernîteya kapîtalîst bi dewlet û gelên li Rojhilatê Navîn re pev biçe, bibe hêzeke Kurd ku xizmeta pergala modernîteya kapîtalîst dike, wek PDK’ê gotine ku ew ê PKK’ê jî qebûl bikin.

PDK, ya rast ne tevgereke Kurd e. Hêzek e ku pergala modernîteya kapîtalîst, ji bo Kurd û hêzên siyasî yên din ên li Rojhilatê Navîn bi hev bide xistin û ji wê pevçûnê bibe xwedî berjewendî, bi kar tîne. Tiştê ji PKK’ê hatiye xwestin jî qebûlkirina xeteke wiha ye. Lê Rêber Apo û PKK’ê her tim ev rewş red kiriye. PKK û Rêber Apo, her tim red kiriye ku PKK bibe hêzeke ji bo hin dewletên mêtinger-qirker ên emperyalîst pergala modernîteya kapîtalîst bi hin dewlet ya jî gelên li herêmê re pev biçe lê jiyana bi hev re ya bi xwişk û biratî li ser asasê rêveberiya yekîtiya demokratîk, azadiya Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye wek xeteke esas. Red kiriye ku bibe wek PDK’ê. Li dijî qetlîam, êrîş û zext û pêkutiyên bi her awayî bi qehremanî li ber xwe daye û tu car radestê hişmendî û siyaseta mêtinger-qirker nebûye, radestî û hevkariya lê ferz kirine qebûl nekiriye. Asta pevçûna di navbera PKK û pergala modernîteya kapîtalîst de wiha ye.

Ji ber ku yê di pevçûneke wiha rêbertiye kiriye, pêvajoya siyasî û leşkerî bi rê ve biriye Rêber Apo ye, pergala modernîteya kapîtalîst ketiye hewila naskirin, famkirina rastiya Rêber Apo. Hem di êrîşa salên 93-98’an a bi armanca şikandina vîna PKK’ê hatiye kirin de piştgiriya dewleta Tirk kiriye, hem jî ketiye hewila famkirina ji rastiya Rêber Apo. Sîxurên xwe şandine qadên perwerdehiyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kirine. Ji bo bizanin bê ka Rêber Apo pergala xwe ya fikirî, taybetiyên xwe yên kesayetî, hemû geşepêdanên şoreşgerî bi çi awayî pêk anîne.

Rêveberiya Fransayê ya hingê, li xwe mikur hatiye ku ji bo famkirin û dahûrandina kesayeta Rêber Apo ji sala 1993’yan û pê de xebateke taybet kiriye.

Ji bo dahûrandina kesayetiya Rêber Apo xebateke wiha hatibe kirin jî, stratejiya wê demê li ser pelçiqandin gerîlayên PKK’ê û şikandina vîna siyasî PKK û teslîmgirtina bi rêya piştgiriya siyasî û leşkerî ya bi her awayî ya ji bo dewleta Tirk bûye. Bi vî awayî gerîla têk bibin, rêxistinê zeîf bikin, Rêber Apo bêyî gerîla û rêxistin bihêlin ya jî gerîla û hêza rêxistinê zeîf bikin ku radest bibe.

DI 1998’AN DE BIRYARA ÎMHAKIRINA RÊBER APO DAN BER XWE

Lê di sala 1998’an de wan bixwe jî bi xebata demdirêj û piralî kiriye, dîtiye ku ne pêkan e. Dîtine ku heta Rêber Apo hebe, PKK ji holê ranabe, gerîlayên Kurd bi bin nakevin, çiqas jî lê bixin, di dawiyê de wê Rêber Apo xebata bipêşdebirina gerîla û mezinkirina PKK’ê bike. Anku gihîştine wê encamê ku ne mimkûn e PKK’ê biqedînin û Rêbertiyê têk bibin. Lewma ji bo rakirina ji holê ya PKK’ê, bi bin xistina gerîla pêşî tunekirina Rêber Apo dane ber xwe.

Ji ber reva hin xayinan ji nav PKK’ê jî bandor li çêbûna vê fikirê kiriye. Bo nimûne; sersîxurê zindana Amedê yê salên 1980-1982’yan Şahîn Donmez jî hêj ew dem ji MÎT’ê re wiha gotiye: ‘’Hûn Apo tune nekin, 40 caran jî PKK’ê tune bikin, wê Apo rêxistineke nû ya PKK’ê derbixe pêşberÎ we.’’ Bi fikireke wiha diyar kirine ku divê bi hemû êrîşan Rêber Apo bibe hedef. Şemdîn Sakik ê sala 1998’an reviya û xwe li pergala şerê taybet girt jî heman tişt got. Ne gerîla û Partî lê destpêkê divê Rêber Apo bibe hedef.

Hem bi tecrûbeyên xwe yên pratîk; têkoşîna wan a li dijî PKK’ê û Rêber Apo, hem jî bi vekolînên li ser Rêber Apo kirine û bi fikirên xayînan gihîştine wê encamê ku stratejiyeke wiha bidin ber xwe. Plansaziya stratejîk a êrîşa ji bo îmhakirin û rakirinê ji holê ku em jê re dibêjin komploya navneteweyî ev e.

Berê stratejî wiha bi rê ve diçû: Gerîla biqedîne, PKK’ê ji holê rabike û Rêber Apo têk bibe. Plansaziya komploya navneteweyî jî ev stratejî berovajî kiriye. Destpêkê Rêber Apo îmha bike, piştre PKK’ê ji holê rabike, gerîla bipelçiqîne, tune bike. Pergala modernîteya kapîtalîst, bi vî awayî stratejiya xwe ya êrîşê ya dijî Kurdan guhertiye. Stratejiya komploya navneteweyî li ser vî asasî ji êrîşên berê cudatir e. Divê mirov vê baş bibîne û jê fam bike. Di encama têkoşîneke demdirêj de pergala modernîteya kapîtalîst gihîştiye stratejiyeke wiha. Tifaqa DYE, Îngilistan û Îsraîlê, bi pêşengiya DYE’yê planê êrîşa heyî kiriye û ji bo birêveçûna vê êrîşê jî bi peyman Washîngton a 17’ê Îlonê kiriye ku serokên PDK û YNK’ê dest bi êrîşê bikin.

Bi êrîşa komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an hedef Rêber Apo ye. Hedefa leşkerî, bi rêbazên komploger îmhakirina Rêber Apo ye. Ya rast plansaziya wê rojek e. Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de pêşbîniya biserxistina êrîşeke wiha hatiye kirin. Lê pêvajoyeke dûvdirêj a heta wê gavê hatiye heye; danragihandina agirbestê bi Rêber Apo û PKK’ê di 1’ê Îlona sala 1998’an de, ji bo biserxistina êrîşeke wiha ya komployê wek çêkirina zemîne siyasî-leşkerî ya yê guncav hatiye dîtin û nirxandin.  17’ê Îlona sala 1998’an bi peymana Washîngtonê li ser asasê avakirina yekîtiya PDK û YNK’ê li dijî PKK’ê û dayîna biryara ‘’PKK, rêxistineke terorî ye, divê terka Başûrê Kurdistanê bike, dest bi êrîşa hevkariya Kurd li dijî PKK’ê kiriye. Komployê, xwe li yasayîbûna PDK û YNK’ê girtiye û kiriye ku vê biryarê bidin. Piştre li ser Rêveberiya Hafiz Esad ji aliyekê bi Serokkomarê Misirê Husnu Mubarek, ji aliyekî ve bi rêya dewleta Tirk zext hatiye kirin ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derbixe. Ev pêvajo, zexta nivîskî ya Serokê DYE’yê Bîll Clînton û bi zexta bi rêya rêveberiyên Misir û Tirkiyeyê lê hatiye kirin, hatiye kûrkirin. Dawiyê, Rêveberiya Hafiz Esad zêde li ber van zextan li ber xwe nedaye û ji Rêber Apo xwestiye ku terka Sûriyeyê bike. Piştî ku diyar bûye ku wê Rêber Apo terka Sûriyeyê bike, ji ber têkiliyên berê ku hatine danîn hatiye pêşbînîkirin ku di ser Yewnanistanê re terka Sûriyeyê bike û ev bi pratîkî hatiye pêkanîn. Qaşo, hin derdorên siyasî û leşkerî yên di nav dewletê de erkdar Rêber Apo vexwendiye Yewnanistanê. Li ser navê parlamenteran her soz dane. Ji wê boneyê Rêber Apo, roja 9’ê Cotmehê bi balafireke taybet ji Şamê çûye Atînayê. Bi vî awayî xwestiye ku bersiva ji bo vexwendinê bide.

Lê tu yek ji yên Rêber Apo vexwendine, soz dane wî, nehatine balafirgehê. Şefê îstihbaratê yê Yewnanistanê Rêber Apo li ber derê balafirgehê pêşwazî kiriye û jê re gotiye demildest terka Yewnanistanê bike, nikare bikeve Yewnanistanê û bi eşkerehî gef lê xwariye. Bi vî awayî nehiştiye ku Rêber Apo bikeve nava Yewnanistanê. Zor daye ku Rêber Apo cardin vegere Sûriyeyê.

Komplo li ser vê hatiye avakirin. Eger Rêber Apo bixwesta vegeriya wê li ser Behra Spî lê bihata xistin li cihekê tu kes nizane bihata tunekirin. DYE’yê bixwe planê vê êrîşa li dijî Rêber Apo kiriye. Divê êdî rêveberiya DYE’yê li xwe mikur were. Îcabê veşartinê nake. Bi vî awayî mirov nagihîje tu encamê. Xeletiyek hatibe kirin, sûc hatibe kirin, bê veşartin û êrîş li ser wî asasî yek carî bê kûrkirin tu encam jê çênabe. Berovajiyê wê, lixwemikurhatinek e, bi xwestina lêbuhurînê mirov ya jî hêzeke siyasî dikare xwe ji sûcê kiriye xelas bike. Wekî din tu rêyeke xelasiyê nîn e. Bi ser de dijberî û nakokî û pevçûn yekcar zêde dibin.

Divê Rêveberiya DYE’yê belgeyên xwe yên veşarî nîşan bide, planê êrîşa berpêyî Rêber Apo eşkere bike, her kes bi vê dizane. Ev bi awayê ku em behs dikeve nav dîrokê. Nexwe bi helwesta wan a veşartî tu tişt nakeve nav dîrokê. Kurd, guhdariya wan nakin. Divê pê bê zanîn.

Komplo çawa xera bû? Çawa ber li îmhakirina bi komplogerî hat girtin. Rêber Apo, nexwest vegere Sûriyeyê. Vegera li Sûriyeyê ne rast dît. Tevî hemû berpêkirinan red kir. Lewre jê hatibû ku xwestin ku ji Sûriyeyê derbikeve. Tiştekê ku cardin vegeriya Sûriyeyê û bikira nîn bû. Ji wê boneyê li cihekê din geriya. Dît ku dikare biçe Rûsyayê ji Atînayê venegeriya Sûriyeyê û bi balafireke taybet çû Rûsyayê.

ZEXT LI SER HIKUMETA ÎTALYAYÊ HATE KIRIN

Bi vê pêvajoyê tê zanîn. Bû penaber li Rûsyayê. Meclîsa Rûsyayê penaberiya wî qebûl kir. Lê di pey re hêzên komploger; DYE, Îngilistan, Îsraîl demildest ketin dewreyê. Tirkiye xistin dewreyê. Hem zext di Rêveberiya Rûsyayê re kirin hem jî soz dan. Hingê Rêveberiya Prîmakov deshilat bû. Rêveberî di bin destê Yeltsîn de bû. Ew û dewleta Tirk li hev anîn.  Projeya enerjiyê ‘’Herikîna Şîn’’ ku Tirkiyeyê dida şirketên din, da şirketên Rûs. Bi bertîlê penaberiya Rêber Apo li Rûsyayê asteng kirin û kirin ku ji Rûsyayê derbikeve. Rêber dest bi gera li cihên din kir û çû Romayê. Bi erêkirina hikûmeta Massîmo D’Alema ya meyla wî li ser çepgiriyê ya li Îtalyayê, çû Romayê. Hikûmeta Şaxê Zeytûnê ya Îtalyayê got qey wê bi vî awayî çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bibîne. Di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de ket hewila danîna konferansekê bi Elmanya û Fransayê re. Lê Fransa û Elmanyayê jê re got na. Red kirin. Daxuyaniya çareseriya siyasî ya demokratîk a ji bo doza Kurdan ku Rêber Apo bi 8 xalan amade kiribû, qebûl nekirin. Berevajî wê deriyê xwe ji Rêber Apo re girtin. Li ser Hikumeta Îtalyayê jî ji bo dersînor bikin, DYE û TC’yê zext kirin. Faşîstên ku îro di hilbijartinê de bi ser ketin  li ser hikumeta D’Alema zext kirin. Di encama van tiştan de Rêber Apo neçar man ji Îtalyayê derkeve. Dema ku rewşeke wisa pêk hat, vê carê hêzên komploger ji ser Rûsyayê tevî hin sîxuran rêxistinkirinek kirin û peyam ji Rêber Apo re şandin ku wê li Rûsyayê daxwaz hatine qebûlkirin û wê daxwaz bi cih werin. Ji ber vê xwestin derketina ji Romayê îcar jî ber bi Rûsyayê ve were kirin.

BI VEGERA RÛSYAYÊ RE KONTROLA CIAYÊ YE

Dema ku vegera li Rûsyayê pêk hat bi amadekariyên ku kiribûn Rêbertî xistin bin kontrola CIA’yê. Ji wir birin Yewnanistanê.  Li Yewnanistanê bi komployên wekî balefirê xwestin îmha bikin lê nekirin. Gotin em ê bişînin Hollandayê lê şandin Rûsyaya Spî, Mînskê. Li wê derê di nîvê zivistanê de ji balefirê daxistin û xwestin îmha bikin. Lê bi ser neketin. Dema ku ev metodên îmhayî bi ser neket, li ser esasê baweriya ku hikumeta Yewnanistanê da, ew birin Balyozxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê. A rast soz hatibû dayîn wê ji Yewnanistanê bibin Efrîkaya Başûr û soza îltîcaya li wir hatibû dayîn. Rêber Apo li ser esasê vê sozê îltîcaya wir qebûl kir. Ne ji bo soza dabûn Kenyayê ew biribûn wir, ji bo îmhakirinê ew biribûn wir. Bi destê Yewnanistanê xwestin li Kenyayê îmha bikin. Rêber Apo hewldan pûç kirin û dema ku ev metodên îmhayê bi ser neketin vê carê CIA bi MÎT’ê re têkilî danî û ji bo darvekirina Rêber Apo plan kirin ku wî bidin Tirkiyeyê. Dema ku rêveberiya Tirkiyeyê ev rewş qebûl kir, di 15’ê Sibata 1999’an de ji Rêber Apo re got ‘Em ê te ji Kenyayê bibin Hollandayê’ û ew revandin birin Tirkiyeyê. Ji ber vê dema komploya 9’ê Cotmehê bi ser neket, komploya 15’ê Sibatê li ser esasê ku Rêber Apo bidin Tirkiyeyê û wî dar ve bikin, pêk hat. Hate xwestin komplo li ser vî esasî were domandin û bi encam bibe.

Ev tişt di warê dîrokê de tên zanîn. Hêzên ku kirine jî tê zanîn. Wate û hedefa wê jî tê zanîn. Gelekî zelal e ku çima Rêber Apo bûye hedef. Pergala modernîteya kapîtalîst a global û DYE ya ku pêşengiya wê dike, dîtin heta ku Rêber Apo hebe wê nikaribin PKK’ê tasfiye bikin, gerîla têk bibin û qirkirina Kurdan pêk bînin, ji bo îmha û tasfiyeya Rêber Apo komployeke wisa ya navneteweyî kirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ ÇARESERÎ, AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BÛ

A rast dema ku Rêber Apo kirin hedef, bi vê re xwestin pirsgirêka Kurdan were domandin. Xwestin lêgerînên çareseriyê yên doza Kurdan were pûçkirin. Ji ber vê ev tişt êrîşa li dijî çareserî, aştî û demokrasiyê bû. Ji bo ku azadiya Kurdan pêk neyê, qirkirina Kurdan pêk were, bi vê re jî bila pirsgirêka Kurdan her dem hebe, desthilatdar û dewlet her dem karibin ji nakokî û şerên ji ber vê pirsgirêkê berjewendiyên aborî û siyasî derxîne. A rast hedef û armanca komployê ev bû. Ji bo serkeftina vê armancê divê gerîla ya ku têkoşîna hebûn û azadiya Kurdan geş kiribû, were eciqandin û PKK bihata tasfiyekirin. Ji bo ku ev tişt pêk were, xwestin Rêber Apo were îmhakirin û li ser esasê îmhakirina Rêber Apo plansaziya komploya navneteweyî kirin.

Kê ev tişt kir? DYE kir. Rêveberiya wê demê jî Demokrat bûn. Niha jî Demokrat di rêveberiyê de ne û wê berpirsyariyê bi cih tînin.Ev biryar û stratejiya DYE’yê bû. Berpirsyarî ne bi tenê ya partiyekê ye. Ya DYE bi xwe ye. Ev tişt tevî Îngîltere û Îsraîlê bi hev re kirin. Di vî warî de NATO bi kar anîn. Rûsya û Yewnanistan bi kar anîn. Li ser esasê ku Rêber Apo ji Ewropayê derxînin Elmanya û Fransa xistin tevgerê. TC, Misir û hemû hêzên li Rojhilat Navîn bi kar anîn. A rast DYE ji hemû dewlet û rêxistinan ji bo pêkanîna komploya navneteweyî hêz û piştgirî stend. Tu hêzê daxwaza DYE red nekirin. Çi xwestin dan wê.

Bi tenê rêveberiya Efrîkaya Başûr deriyê xwe ji Rêber Apo re vekir. Qebûl kirin heke were ew ê mafê îltîcayê bidin wî. Rêber Apo xwest bigihêje wir. Ji ber vê pêvajo wekî nêçîrê hate kirin. Gelekî eşkere xuya dike ku ev pêvajo çawa bû komploya 15’ê Sibatê.

 

Wê bidome….