HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, 2 gerîla şehîd bûn

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Li Metînayê di şer de 2 gerîla şehîd bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 6 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 6 caran bi balafirên şer, 44 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan carî jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Li herêma Metînayê di çalakiyeke xurt de, hevrêyên me Piling û Zinar ên bi rengê fedaî şer kirin û di kêliyekê de ku dijmin ne li bendê bû derba giran lê dan, di şer de şehîd bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

30'ê Îlonê li qada Girê Sor a Metînayê, hêza dijmin a ku ji bo lewhiya rêya leşkerî ya dagirkeriyê li qadê bi cih bûbû, hate kontrolkirin. Saet di 16:30'î de bi rêbaza êrîşê li dijî dagirkeran çalakî hate kirin. Bi bombeyên destan û çekên ferdî ji cihekî nêz ve li dagirkeran hate xistin û herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku dest li tîmên me yên çalakiyê werdin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger ên li qadê û şer qewimî. Di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Piling Teyî û Zinar Reş ên bi fedaî şer kirin, şehîd bûn.

Wêrekiya mezin, ruhê fedaî û rêbaza xurt a lêdana li dijmin ên hevrêyên me Piling û Zinar wê ji bo me bibin mînak û em ê di têkoşîna xwe de her tim xwedî li wan derkevin. Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên leheng û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Piling Teyî
Nav paşnav: Orhan Pezît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nergîz-Kamîl
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2022 / Metîna

Nasnav: Zinar Reş
Nav paşnav: Adnan Hemo
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Yaşar-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2022 / Metîna

PILING TEYÎ

Hevrêyê me Piling li Cizîra Botan li nava malbateke ji eşîra Teyî ji dayik bû. Bi welatparêziya xurt û çanda civakî ya qedîm a Cizîra Botan mezin bû, partiya me PKK zû nas kir. Hevrêyê me Piling, ku hişmendiya welat, nasname û gel zû pê re çêbû, bi dilê xwe yê hestewar piştî serhildanan û çalakiyên ciwanan beşdarî nava karên ciwanên şoreşger bû. Di heman demê ev yek ji bo xwe têrker nedît û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, di meheke Newrozê de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Piling li Avaşîn, Garê û Metînayê gerîlatî kir. Bi kesayetiya xwe ya bi meraq û jêhatî, bi hişê xwe yê xurt û eleqeya xwe, zû hînî jiyana gerîla bû. Bi rêk û pêk hewl da tiştên hîn bûye bixe meriyetê û teorî û pratîka wî hevdu temam kir. Lewma weke kesayetekî hevgirtî hate naskirin. Piştî ku apê wî hevrêyê me Nûman li nava refên YPS'ê şehîd bû, vê yekê kîn û hêrsa hevrêyê me Piling a li dijî dijmin zêdetir kir û bêhtir têkoşer bû. Hevrêyê me Piling bi kesayetiya xwe ya xwîngerm, hîperaktîf, lêgerîner û çalakger, timî hewl dida derbê li dijmin bixe. Bi wêrekiya xwe ya mezin li eyaleta Metînayê li qadên Koordîne, Girê Ortê, Girê Hakkarî, Zendûra û Qaşûrayê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Piling ku nizanîbû tirs çi ye, di her çalakiyê de hewl da bibe pêşeng, bi ser dijmin ve biçe, encamê werbigire û ev hewldana xwe jî bi ser xist. Hevrêyê me Piling piştî perwerdeya li akademiya leşkerî bû sekvanekî pispor û sekvanî bi afirîneriyeke mezin bi cih anî, di her kêlî û cihê ku dijmin ne li bendê bû li dagirkeran xist. Di salên 2021 û 2022'an de li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Metînayê, bû yek ji fermandarên tîmên bi tevger û gerîlayên wêrek ku bersiva herî bi bandor da êrîşên dagirkeriyê. Bi kesayetiya xwe ya çalakger hate naskirin û li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê.

Hevrêyê me Piling di bicihanîna taktîkên gerîla yên afirîner û rêbaza şerê tîm ê bi tevger de bi erka pêşengiyê rabû. Bi kesayetiya xwe ya bi coş û moral, hezkirina hevrêtiyê li derdora xwe belav kir, her wezîfe bi serketî bi cih anî. Mîna hemû çalakiyên ku beşdarî wan bû di çalakiya Girê Sor de jî ku lê şehîd bû, bêtirs bi ser dijmin ve çû, bi fedaîtî şer kir û bi lehengî şehîd bû.

ZINAR REŞ

Hevrêyê me Zinar Reş li Kobanê ji dayik bû ku vê herêma me Şoreşa Azadiyê ya Rojava da destpêkirin û bi welatparêzî û berxwedana xwe ya dîrokî tê naskirin. Di nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz de mezin bû. Malbata wî jî weke gelek malbatên Kobanê, Rêber Apo ji nêz ve dîtine û girêdanek mayînde çêbûye. Bavê hevrêyê me Zinar bi Rêberê me re li heman cihî maye û di nava xebatên welatparêziyê de cih girt. Vê yekê bandorek mezin li tevahiya malbatê kir û dilê wan her tim bi tevgera azadiyê re lêdixist. Hevrêyê me Zinar û birayên wî yên ku bi hestên welatparêzî yên ewqas xurt mezin bûne, xwe ji têkoşîna azadiyê berpirsyar dibînin. Di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de berpirsyarî girtin û erka xwe ya welatparêzî pêk anîn.

Di sala 2014’an de dema ku faşîzma DAÎŞ’ê û dewleta Tirk êrîşî Kobanê kir, malbata hevrêyê me Zinar li dijî vê êrîşa çeteyan rawestiya. Birayê hevrêyê me Zinar hevrê Hogir Reş, di Pêngava Berxwedana Kobanê ya dîrok de cihê xwe girt û şehîd bû. Di heman demê de şehadeta kurê mamê wî Hesen û keça mamê wî Bêrîvan hevrêyê me Zinar gelekî bandor kir û li ser vê bingehê di sala 2015’an de ji Kobanê tevlî nava refên têkoşînê bû. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi awayekî bi bandor şer kir û 3 caran li cih û demên cuda birîndar bû. Lê belê tu carî serî netewand û her carê bi hêztir, bi moral û coştir beşdarî têkoşînê bû.

Hevrêyê me Zinar di ronahiya felsefe û bîrdoziya Apoyî de beşdarî pêvajoyên perwerdeyê bû û xwe perwerde kir. Di heman demê de di hunera leşkerî de pêş ket û pispor bû. Dema ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurdistanê zêde bûn, ji bo pêşî li êrîş û zextan bigire li çiyayên Kurdistanê têkoşînek bênavber kir armanc. Aniye ziman ku koka gelê Kurd a rastî li çiyayan e û gihandina jiyana çiyayî xewn û hesreta wî ya herî mezin bûye. Li ser vê bingehê berê xwe da çiya û tevlî pêvajoya têkoşînê ya aktîf bû.

Çûyîna çiyan û tevlîbûna nava refên gerîla kêfxweşiyek bêhempa, moral û coşeke bilind di hevrêyê me Zinar de afirand. Diyar kir ku ew wek ku li çiyayan ji nû ve ji dayik bûye xwe hîs dike û ji ber vê yekê pir kêfxweş e. Li çiyayên Kurdistana azad, di hawîrdoreke gerîla de bêhna azadiyê girtiye û bê dudilî têkoşîn kiriye.Ezmûna xwe yên şer di destpêkê de bi pratîka gerîla ya li çiyayan re kir yek, xwe adepteyî şêwaza şer a gerîlatiya modernîteya demokratîk kir û cihê xwe di nava şer de girt. Fermandarî ji fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) û fedaîbûnê jî ji xwedawenda me ya fedaî ya azadiyê Zîlan (Zeynep Kınacı) hîn bû û ji bo xwe esas girt. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin bi kîn û hêrsek mezin rawestiya û di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre de bi awayekî aktîf cih girt. Di pêvajoya berxwedanê ya li qada Metîna ya li dijî êrîşên dijmin ên sala 2022’an pêş ket de cihê xwe di nava tîmên bi tevger de girt û bi cesaret û berxwedaniya xwe ya bilind rola xwe ya dîrokî lîst. Hevrê Zinar ku bi beşdarbûna di gelek çalakiyan de derbên giran li dijmin xist, heta roja ku gihişt şehadetê berpirsyariya xwe bi temamî bi cih anî û weke yek ji milîtanên fedaî yên pêngava me ya şoreşgerî mohra xwe li dîrokê da.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

5'ê Cotmehê saet di 07:00 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 caran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Şehîd Agir xistin.

Şeva 5'ê Cotmehê tîmên me yên bi tevger li 2 helîkopterên Skorsky xistin ku hewl dida hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Sacayê deynin. Di encamê de neçar man ji qadê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

5'ê Cotmehê saet di 09:40 û 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê bi çekên giran 2 caran tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

5'ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Felat û Şehîd Agir ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

5'ê Cotmehê zeviyên Gundê Yekmalê û qada Kanîsarkê yên Garê û qada Serê Metîna ya li Metînayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 44 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

5'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar û Çemçoyê bi dehan carî bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

5'ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.

5'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker birûxîne.

BOMBARDÛMANA ÎRANÊ DEWAM DIKE

Ji 5'ê Cotmehê heta niha li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizinê û Hornê yên Goşînê ji ailyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombekirin."