Dewleta Tirk Kampa Serdeşt da ber bombeyan
Dewleta Tirk, Kampa Serdeşt a li Şengalê ku Êzidiyên ji êrîşê DAÎŞ’ê rizgar bûne lê dijîn, da ber bombeyan.
Dewleta Tirk, Kampa Serdeşt a li Şengalê ku Êzidiyên ji êrîşê DAÎŞ’ê rizgar bûne lê dijîn, da ber bombeyan.
Dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên biçek ên bêmirov, saet di 20.15’an de, Kampa Serdeşt a Êzidiyên ji êrîşê DAÎŞ’ê rizgar bûne lê dijîn û derdora kampê dan ber bombeyan.
Di der barê êrîşê de agahî nehatin wergirtin. Tevgera dagirkeran li herêmê berdewam e.