KJK: Bi xwedîderketina li gerîla divê bersiv ji komplogeran re bê dayin

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî salvegera komploya 9'ê Cotmehê de got, "Bi xwedîderketina li berxwedana gerîla divê bersiv ji hêzên komploger re bê dayin."

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hate gotin, "Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komploya navneteweyî hate destpêkirin ku ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve li dijî Rêberê me hate amadekirin. Di şexsê Rêberê me de xwestin îrade, hişmendî û hêviya jiyana demokratîk, wekhev û azad tune bikin. Em van hêzên şer ên tarî ku kmoploya zalim anîn serê rêberê me, me jinan, gelên herêmê û mirovahiya pêşverû, bi hêrs şermezar dikin."

SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ KU 25 SAL IN DEWAM DIKE

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Rêber Apo 25 sal in di nava şert û mercên herî giran ên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de bi îradeyeke awarte li ber xwe dide û bi vê têkoşîna xwe ya bi biryar nehişt ku komploya navneteweyî biçe serî. Bi vê wesîleyê di salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî de em destpêkê vê berxwedana bêhempa ya Rêber Apo silav dikin, şehîdên xwe yên leheng ên bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora rêbertî bûn xeleka ji agir Rojbîn, Berwar, Tayhan, Rotînda, Halîl, Kurdêyan û herî dawî jî Rûken û Sarayan bi rêz û minet bi bîr tînin. her wiha em gelê xwe û dostên xwe yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di nava çalakiyan de ne, vê têkoşîna wan a bi rûmet silav dikin.

Bi komploya ku di 9'ê Cotmehê de ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî ve hate destpêkirin, di şexsê Rêberê me de êrîşî nasnameya Kurd ên azad, nasnameya jin a azad û nirxên mirovahiyê kirin, xwestin bi vî rengî encamê bi dest bixin. Hêzên komploger ên Rêberê me dîl girtin, di şexsê gelê Kurd de xwestin Rojhilata Navîn bixin nava kaoseke nû, pêşî li yekîtiya hêzê ya demokratîk a gelan bigirin. Rêber Apo ku li dijî vê komploya mezin 25 sal in kêlî bi kêlî têdikoşe û maskeya li rûyê komplogeran anî xwarê, bi paradîgmaya xwe ya nû paşerojeke ronî pêşkêşî civaka Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir. Lê belê dîlgirtina Rêberê me ya di nava şert û mercên giran de nîaşn dide ku komplo hîn jî neqediya ye û tê xwestin ku bi rê û rêbazên cuda bê dewamkirin.

PÎLANÊN KOMPLOYÊ

Bi vê komployê re ku bi dîlgirtina Rêber Apo ya li nava sîstema Îmraliyê bi encam bû, hate xwestin ku di navbera gelan de şerekî giran bê destpêkirin. Rastiya komploya navneteweyî ya li rêberê me hate kirin, bûyer, şer, nakokiyên li cîhanê, Kurdistanê û Kurdistanê bêhtir da fêhmkirin.

Sîstema kapîtalîst-modernîst ku li ser bingeha tunekirina hemû nirxên exlaqî hebûna xwe dewam dike, di şexsê Rêberê me de êrîş bir ser nirx, hiş û mîrateya sîstema modernîteya demokratîk û xwest temsîliyeta van nirxan tune bike. Ji bo vê jî pîlanên komployê yên di dîrokê de mînakên xwe nîne, xiste meriyetê.

JIN, JIYAN, AZADÎ

Bi bandor û hêza paradîgmaya nû ya Rêberê me ku di nava êşkenceya Îmraliyê de bi kedeke mezin afirand, plan û projeyên sîstema desthilatdar a dewletperest li Rojhilata Navîn li hemberî berxwedana demokratîk a gelan bêencam ma. Bêguman hêzên ku bi amadekariyeke baş beşdarî vê pêvajoyê bû, Kurdên azadîparêz û hêzên ji y ekîtiya hêzê ya demokratîk bûn. Gel û jinên Kurd ku bi pêngavên şoreşgerî ev pêvajo pêşwazî kirin, peşengî ji berxwedaneke mezin re kirin. Bi rengekî şênber bûyerên ku li Rojava pêk hatin, serketina paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêberê me ispat kiriye. Her wiha rastiya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku li Rojhilata Navîn jinên Kurd tînin ziman, weke nirxekî gerdûnî bûye bûye parolaya têkoşîna demokrasiyê ya gelan, bûye manîfestoya têkoşîna azadiya jinê.

Şoreşa Rojava ku li ser xeta azadiya jinê bi pêş ve diçe, careke din ispat bû ku hêviya jiyana azad a gelên Rojhilata Navîn e. Di şexsê jin û gelê me de yên li Rojava li ber xwe didin, perspektîfa civaka azad, jin a azad, bi sîstema Neteweya Demokratîk-Xweseriya Demokratîk şênber bûye û veguheriye hêza alternatîf. Ev destketiyên şoreşgerî bi ked û hewldana bêhema ya Rêber Apo, di encama têkoşîna mezin a şehîdên me yên leheng de hatine avakirin. Eger îro li çiyayên me, bajarên me û li her devera ku gelê me lê ye êrîşên faşîst ên li dijî mirovahiyê têne kirin, ev yek nîşaneya tirsa hêzên hegemon a ji rastiya Kurd ên azad e.

DIVÊ XWEDÎ LI BERXWEDANA GERÎLA WERE DERKETIN

Hêzên hegemon tehamulî destkeftiyên ku gelê me bi berxwedan û berdêlên mezin bi dest xistine, nakin û ji bo pûçkirina van destkeftiyan her cure êrîşên dermirovî dikin. Hêzên komploger û dewleta çete ya faşîst a AKP û MHP’ê  yên ku tehamulî berxwedana ku gelê Kurd bi dostên xwe re ava kiriye nakin li ser Rêbertiya me tecrîd û îzolasyona mutleq ferz dikin, li hemberî tevgera me li her çeperê êrîşên ji bo îmhakirinê dikin, ji her temenî mirovên me dixin zindanan û êşkenceyên giran tê kirin, ji bo tunekirina berxwedana jinên berxwedêr, li dijî jinên pêşeng û destkeftiyan bi polîtîkayên xwe yên qetlîamker û faşîst, dixwazin Rêbertiya me bi paş ve gavan biavêje. Li hemberî van polîtîkayên qirkirinê Rêbertiya me dev ji helwesta xwe ya berxwedêr bernade, tevgera me ya azadiyê jî bi berxwedaneke bi heybet îspat kiriye ku ew ê jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nekin. Li hemberî van êrîşan divê gelê me têkoşîna xwe li her qadê mezin bike û bi şîara ‘Dem dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’ xwedî li berxwedana gerîla derkevin a ku îspat kiriye heqîqeta berxwedana serdemê wê têk neçe û divê bersiva pêwist bidin hêzên komploger. 

EM DIKARIN KOMPLOYÊ TÊK BIBIN

Em tevgera jinên Kurd diyar dikin ku ji her demê zêdetir bi bihîstyarî û berpirsyari derfetên serkeftina mezin heye û evqas jî rîsk tê de hene, divê em vê têkoşîna sereke ya dîrokî bigihînin asta ku dijmin biqehire. Di vê pêvajoyê de divê em bala xwe bidin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi tevgerîna bi milyonan kesan li her derê têkoşîneke radîkal were kirin û em dikarin komployê têk bibin.

Di çarçoveya van geşedanan de ji bo ku em têkoşînê bigihînin asta xurt û encamgir, em tevgera azadiya jinan diyar dikin ku li hemberî êrîşên li ser Rêbertî, tevger û gelê me, em ê bi biryardarî li ber xwe bidin û li hemberî qetlîamên ku li ser me tê ferzkirin, em ê têkoşînê geştir bikin.  Li hemberî van polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku li ser gelê me tê ferzkirin, ji bo ku şerê qirkirinê were têkbirin, divê aliyên demokratîk ên Tirkiyeyê û hêzên şoreşger tevî jinên Kurd bi têkoşîneke hevpar, em banga têkoşîneke radîkal a li hemberî faşîzmê dikin. 

BI BERXWEDANA DÎROKÎ DIKARE WERE ŞIKANDIN

Geşedana ku dijminên azadiyê diqeherîne, geşedana jinên azad e. Em tevgera jinên Kurd li hemberî vê konsepta êrîşê ya ku li ser hemû jinan tê pêkanîn, li hemû qadan em li ser bingeha xwedîlêderketina Rêber Apo berxwedanê geştir û mezintir bikin. Di serî de jin û ciwan em diyar dikin ku gelê me, dostên me yên şoreşger û demokrat heke tevlî berxwedana dîrokî bibin wê ev berpirsyariyeke dîrokî be. Em diyar dikin bi berxwedaneke dîrokî em dikarin vê pêla êrîşê ya li ser destkeftiyên hebûna me, were şikandin. 

Em ê bi bawerî û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe geş bikin, li dora Rêbertiya xwe bibin yek û em ê teqez azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin. Li ser vî esasî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo ku komplo bi temamî were têkbirin, divê her kes her kolan û her bajarî bi ruhê berxwedanê bike qada xwedîlêderketina Rêbertî. Bi vê îrade û hêzê em careke din hemû hêzên ku ev komplo kirine bi nefret şermezar dikin. Wekî ku Rêbertiya me dibêje ‘Wê teqez azadî were bidestxistin."