YBŞ: Di êrîşa hewayî de tu ziyan negihîştiye hêzên me

YBŞ’ê di derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a doh bi şev li ser Şengalê pêk anî de daxuyaniyek da û da zanîn ku di encama vê êrîşê de tu ziyanek negihiştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa hewayî ya ku dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bi balafirên bêmirov û biçek, li ser herêma Serdeşt a Şengalê pêk anî de daxuyaniyek nivîskî da û got ku di encama van êrîşan de tu zirarek negihiştiye hêzên wan.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Doh şev di navbera saet 20:30-21:00’an de balafirên bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker êrîş birin li ser derdora Kampa Serdeştê. Di encama van êrîşan de tu zirar negihişt hêzên me.

Dewleta Tirk a faşîst dîsa bi balafirên bêmirov û biçek kampa Serdeştê ya ku gelê me piştî komkujiya 2014’an li Çiyayê Şengalê lê mabû, kir hedef. Di vê êrîşê de ti zirar negihiştiye hêzên me. Rez û baxçeyên gelê me zirar dît. Ev êrîş jî nîşan dide ku; dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi van êrîşên qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê nîv hiştibû bibe temam bike. Lê belê dewleta Tirk a faşîst û hêzên hevkar divê baş bizanibin ku; Çawa ku gelê me li hemberî fermanan xwe parast û azad kir, li hemberî van êrîşan jî wê dev ji berxwedana xwe bernede û têkoşîna xwe bidomîne.

Weke ku tê zanîn çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a faşîst di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin; Gelê me yê li hemberî van êrîşan li berxwe da, axa xwe neterikand, ji bo parastina xwe li derdora YBŞ, YJŞ’ê ku ji aliyê zarokên xwe ve hatibû avakirin, li Çiyayê Şengalê beşdarî Pêngava Rizgarkirina Şengalê bû. Gelê me yê li vê kampê di Pêngava Azadkirina Şengalê û berxwedana Şengalê de bi dehan şehîd û birîndar dane. Gelê me li hemberî her cure êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê bêyî ku tawîz bide berxwedana xwe xaka xwe terk nekir. Êrîşên bi vî rengî yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê yên herêmî PDK’ê, ji bo têkbirina aramî û ewlekariya Şengalê, di pêvajoyeke wiha de ku gelê me vegeriyaye ser axa xwe, armancên xwe yên sereke derdixe holê.

Di vê çarçoveyê de gelê me; Li hemberî hemû êrîş û meylên dijmin rabin ser pêyan, bertekên xwe nîşan bidin û nehêlin dagirker li ser axa me ya pîroz serdest bin. Divê gelê me li dijî van êrîşan li ber xwe bide û Şengalê biparêze.”