Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi biryarnameyê hate girtin Çetîn Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi biryarnameyê hate girtin Çetîn Kûrşûn bi îdîaya ku damezrînerê malpera bi navê Ciwannews e, dihate darizandin. Di vê dozê de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî ku Daîreya Ceza ya 3'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya li Dîlokê xwest bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" bê darizandin, darizandina Kûrşûn ji nû ve destpê kir. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Duyemîn a Mêrdînê pêk hat û Kûrşûn û parêzerê wî tevlî nebû.

Dozger xwest di asta herî bilind de ceza lê bê birîn.

Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 8 sal û 3 meh, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" jî 5 sal cezayê girtîgehê li Kûrşûn birî.

Di heman demê de biryar da ku Çetîn Kûrşûn bê girtin.