Çekên qedexe yên termobarîk li dijî gelê Kurd tê bikaranîn

Çekên termobarîk ku weke bombeya vakum jî tê zanîn û li gorî Peymana Cenevreyê qedexe ye; bûye çeka dewleta Tirk ku li Kurdistanê bikar tîne.

Artêşa Tirk 8’ê Mijdara 2019’an li herêma Welîka ya dikeve başûrê Mûşê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kiribû. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li herêmê ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikin hedef, mehekê zêdetir dom kir. Artêşa Tirk a 7’ê Kanûna 2019’an ciheke gerîla ya zivistanê tespît kir, bombe li stargehê barand û 5 gerîlayên HPG’ê qetil kirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Mûşê ya dewleta Tirk ku piştre dabû, ragihand ku li hemberî sitargeha mijara gotinê ‘roketên termobarîk ên nû’ bikar anîne. Bi vê yekê carekî din dewleta Tirk bi vê daxuyaniyê nîşan da ku çeka termobarîk ku xwedî hêzeke zêde ya germahî û dîsa bi bandora xwe ya şokê dema diteqe hemû heyînên li qadê tine dike û weke bombeya vakum jî tê zanîn, bi kar aniye.

Artêşa Tirk di operasyona dagirkeriyê ya şeva 24’ê Nîsana 2021’ê li ser Zap, Avaşîn û Metîna daye destpêkirin de, bê navber çeka termobarîk bi kar tîne. Qilif û kartonên van çekên ku ji bo bi temamî tunelên şer tine bike, li Werxelê hatibûn tesbîtkirin. Dîmenê gelek kartonên ku li ser ‘Termobarîk’ hatibûn nivîsîn, 8’ê Nîsana 2022’an ji aliyê ANF’ê ve hatibû weşandin.

DEWLETA TIRK SALA 2020’AN MODELÊN NÛ HILBERANDIBÛ

Dewleta Tirk berî niha ev çekên termobarîk ji Rûsya û DYE’yê dikirî. Roketên bi tîpa TBG-7V ku serikên termobarîk ên li ser mil tên bikaranîn û bi taybet berhemên Rûsyayê ne, yek ji çeka ku leşkerên Tirk tercih dike ye. Sala 2020’an bi xwe dest bi pêşxistina hilberandina vê çekê kirin.

Madeya teqemenî ya termobarîk a modela nû ya ji aliyê Enstîtûya Pêşxistin û Lêkolîna Pîşesazî ya Parastinê (TUBÎTAK-SAGE) tê hilberandin, di salên dawî de bûye yek ji çeka ku di nava amûrên leşkerî yên Tirk de ku pir bikar tîne ye. TUBÎTAK-SAGE ragihandibû ku ev çek ji bo tunel û şikeftan pir bi bandor e, diyar kiribû ku wê termobarîkê bixin nava bombeyên balafiran, dîsa guleyên tank û bombeyên destan, her wiha di çekan de jî bikar bîne.

Heta di ‘Rapora Xebatên Sala 2021’ê’ ya Fermandariya Giştî ya Jendermeyan a têkildarî şerê li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ev agahiya balkêş hatibû dayîn û ev hatibû parvekirin: “Ceribîn û pêşxistina testa çeka termobarîk a ji bo îmhakirina stargeh, tunel, şikeftan temam bûye, heta ji aliyê yekîneyan ve dest bi bikaranîna wê jî hatiye kirin.”

HÊZA WÊ YA KUŞTINÊ HEYE

Berî niha hêz, germahiya teqemeniyên di destê dewleta Tirk de ku bikare bandorek zêde li şikeft, çeper, sitargeh û avahiyan bike nebûn. Berovajî vê bi van teqemeniyên termobarîk re germahî û hêz dikare bikeve nava şikeft û tunelan û heta encamên rûxîner ên mezin bi xwe re tîne. Ev çek, ji bo teqîneke bi hêza germahiyeke zêde çêbike, bi pêlên şokê re bi vakumê re dibe yek, ji bo wê weke bombeya vakum jî tê binavkirin.

Teqemeniya termobarîk ku bi zimanê Yewnanî termos tê wateya ‘germahî’ û baros jî ‘hêz-bandor’, cara yekem ji aliyê fîzîkzanê Nazî Marîo Zîppermayr ve hatiye çêkirin. Ev teqemenî cara yekem di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de ji aliyê Elmanên Nazî ve hatiye bikaranîn, salên piştre jî ji aliyê DYE û Yekîtiya Sovyetê ve hatiye pêşxistin.

Li gorî pisporan ev teqemeniya termobarîk ku li gorî cûreyên berê xwedî pêlên zêdetir ên teqînê ne, xwedî wê hêzê ye ku laşê mirovan bi temamî bihelîne. Li qadeke mezin bi qasî tinekirina gelek zindiyan, ji bo yên nêz jî xwedî hêzeke welê ye ku bandor û encamên pir xedar li ser beden û laş bihêle. Di dema teqînê de yên li nêzîk be perdeya guhê wan diteqe û dîsa bi taybet dihêle ku kezeb îflas bike.

Di meha Adara borî de, di şerê Ûkranyayê de çekên termobarîk demekê kete rojeva raya giştî ya cîhanê. Li ser îdîaya Ûkranya ku Rûsya çekên termobarîk bi kar tîne, Komeleya Tibî ya Leşkerî ya Avûstralya li ser bandora vê çekê lêkolînek belav kiribû û bal kişandibû ser van xisûsan: “Çekên termobarîk bi rengekî giştî, kezebê, dil-demar, nebihîstin, mîde û bandorê li sîstema sinirê dike. Bi taybet bandorê li kezeb, rûvî, dîsa guh-bihîstin û piranî bandorê li ser lebetên mirov ên li derve dike.”

LI GORÎ PEYMANA CENEVREYÊ QEDEXE YE

Çekên termobarîk hem ji ber germaya xwe ya zêde û hem jî ji ber bandoreke rûxîner li ser mirovên ku li ser tê bikaranîn û jê bandor dibe, li gorî Peymana Cenevreyê qedexe ye. Pispor diyar dikin ku bi taybet cara yekem çeka termobarîk sala 1949’an hate îmzekirin û 1977’an 2 protokolên pêvek lê hatin zêdekirin, dikeve çarçoveya Konvansiyona Cenevre ku bingehê hiqûqa mirovan ava dike.

Li jêr sernava ‘Pîvanên Bingehîn’ ên Hejmara 1 a Protokola lê Hate Zêdekirin a Madeya 35’an ev tişt tê gotin:

“- Di çi şerekî bi çek de, mafê hilbijartinê yê amûrên şer û rêbazên şer ên aliyan bê sînor nîne.

-Çek, gule, amûr û rêbazên şer ên ji heda xwe zêdetir rê li ber birîndarî û dîsa êş vedikin, qedexe ne.

-Bikaranîna amûr û rêbazên şer ên ziyanê didin xweza, bandorê demeke dirêj li qadê, ziyanên demdirêj û cidî vedike, qedexe ne.”

Li gel vê protokola sala 1977’an hate îmzekirin, sala 1980’ê bi pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî ‘Peymana Têkildarî Qedexe Yan Jî Sînordarkirina Bikaranîna Çekên Ku Bê Ku Ferqê Bixe Nav Û Bandora Wê Zêde, Rê Li Ber Ziyanên Mezin Ên Rûxîner Vedike’ hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê bikaranîna çekên termobarîk qedexe ye. Dewleta Tirk a peymana protokola pêvek a Peymana Cenevre ya sala 1977’an îmze kirî, sala 2005’an ji aliyê Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye îzmekirin û bûye aliyê peymanê.