Dersên Kurdî nîne, dersên olî li zarokên Kurd ferz dikin

Dersên hilbijartî yên bi Kurdî, ku hikumeta AKP-MHP'ê beriya bi du salan pê pesnê xwe dida, li Wanê ji ber astengiyên hikumeta AKP-MHP'ê bi cih nayên anîn. Li şûna dersên Kurdî li dibistanan dersên olî li ser xwendekaran têne ferzkirin.

Hikumeta AKP-MHP'ê ku ji destpêka desthilatdariya xwe ve polîtîkaya têkildarî Kurdan bi tundî û şer ava kiriye û bi vî rengî dest li qadên Kurdan werdide, ziman û nasnameya Kurdan jî îstîsmar dike.

Hikumeta AKP'ê beriya her hilbijartinê sozên cuda dide, lê belê piştî her hilbijartinê careke din li polîtîkayên şer vedigere. Par ragihandibû ku li dibistanên navîn wê dersên hilbijartî yên Kurdî hebin. Serokkomarê AKP'î Erdogan ku ji bo pêşî li daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bigire dersa hilbijartinê ya Kurdî xiste rojevê, daxuyaniyek dabû û gotibû, "Vaye me pirsgirêka Kurd çareser kir, êdî pirsgirêka Kurd nemaye."

Di nava du salên derbasbûyî de careke din eşkere bû ku AKP di vê mijarê de ji dil nîne û weke malzemeya hilbijartinê bi kar aniye. Li Wanê dersên hilbijartî yên Kurdî li dibistanan nayê dayin. Zarokên Kurd ên ku daxwaza dersa hilbijartî ya Kurdî dikin, lîsteyeke ji dersên olî li pêşiya wan tê danîn. Bi vî rengî berê wan didin dersên cuda û pêşî li hilbijartinan dersa Kurdî digirin. Malbatên ku serî lê didin jî ji wan re dibêjin, "Niha şert û mercên me ne li gorî vê ne, sala bê careke din serlêdanê bikin." Li Wanê ji bilî dibistanekê li ti dibistanê destûr ji dersa hilbijartî ya Kurdî re nayê dayin.

LI BAJARÊ MEZIN TENÊ DIBISTANEK HEYE

Serokê Egîtîm-Senê yê Wanê Mûrat Atabay li ser mijarê axivî û diyar kir ku Egîtîm-Sen mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdan diparêze û ji destpêkê ve bal kişandin ser şaşitiya dersa hilbijartî. Atabay anî ziman ku hikumetê ev rewş îstîsmar kir, ji bo hilbijartinê bi kar anî û got, "Her carê di vê mijarê de sozê didin civakê, civakê dixapînin û piştre jî gotinên xwe pêk nînin. Li Wanê niha ji bilî dibistanekê dersa hilbijartî ya Kurdî nayê dayin."

Atabay diyar kir ku tevî daxwaza ji bo Kurdî jî li dibistanan berê zarokan didin dersên olî û got, "Dersên olî yên neçarî têne ferzkirin. Em vê mijarê demeke dirêj e dişopînin. Dersên amadekirî pêşkêşî zarokan dikin. Dibêjin 'Vê hilbijêrin, wê hilbijêrin'. Ji bo Kurdî mamoste nayên tayînkirin. Salane bi tenê du yan jî sê têne tayînkirin. Ji bo xwendekar û malbatên wan ên dersê hilbijêrin jî dibêjin, şert û mercên me ne guncaw in. Ji bilî dibistanek, du dibistanan perwerdeya bi Kurdî nayê dayin."

KURDÎ KIRIN DERSA HILBIJARTÎ, DERSÊN OLÎ JÎ KIRIN MECBÛRÎ

Atabay herî dawî got, "Par jî dersên olî hatin ferzkirin. Hikumeta AKP'ê, Walîtî, Midûriyetên Perwerdeya Milî yên Bajar û Navçeyan dersên olî yên hilbijartî kirin mecbûrî. Mamosteyên van dersan yekser têne tayînkirin. Em dest li vê yekê wernadin, lê belê em perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin. Ne dersa hilbijartî, lê perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza me ye. Nerazîbûna me ew e ku dersên hilbijartî têne ferzkirin. Em ê mijarê di mehên bê de jî bi rengekî cidî bişopînin."