Ferît Şenyaşar: Mirovên xwedî wijdan nikarin li ber daxwaza 'edaletê' bêdeng bimînin

Nobeda Edaletê ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar sibe dikeve roja 600'î. Ferît Şenyaşar got, "Li Tirkiyeyê edalet nîne. Dadgerî bi rengekî adîl tevnagere. Dixwaze me bêzar bike. Edalet ji bo her kesî pêwîst e."

Malbata Şenyaşar a li navçeya Pirsûs a Rihayê ku beriya niha bi çend salan tenê ji aliyê xizmên xwe ve dihate naskirin, niha li Kurdistanê, Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê weke sembola edaletê tê naskirin. Wan bi têkoşîna xwe ya ji bo edaletê xwe dan naskirin. Di 14'ê Hezîrana 2018'an de gelek ji malbatan Şenyaşar ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Ferdên malbatê yên mayî jî ji bo darizandina kujeran dest bi têkoşînê kirin û bûn 'sembola lêgerîna li edaletê'. Dayik Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeda Edaletê dikin.

Ferît Şenyaşar têkildarî Nobeda Edaletê ku dikeve roja 600'î ji ANF'ê re axivî. Ferît Şenyaşar diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet nîne, komkujiya ku li wan hate kirin nîşaneya vê yekê ye û got, "Êdî her kes baş zane ku li welatê me edalet nîne. Em daxwaza edaletê dikin, lewma her kesê ku wijdanê xwe heye, xwedî li doza me derdikevin. Vê xwedîderketinê hêz da me, berxwedêriya me zêde kir. Bi vê têkoşîna xwe me dengê xwe gihand cîhanê. Em li vê derê tiştekî awarte nakin. Tenê şert û mercên mirovbûnê bi cih tînin. Bi malbatê komkujî li me hate kirin, 3 mirovên me hatin qetilkirin, birayekî me yê bi şens rizgar bû bi neheqî hate girtin. Nedibû ku em vê zilmê qebûl bikin û li mala xwe rûnên."

'DIXWAZIN ME BÊZAR BIKIN, BITEPISÎNIN'

Şenyaşar têkildarî dozên ku ji ber gotinên wan ên di dema çalakiyê de li wan hatine vekirin wiha axivî: "Me mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar anîn û li ber Edliyeya Rihayê tevî dayika xwe dest bi çalakiya nobedê kir. Me li vê derê sîstema cemaweriyê xera nekir, îftira û heqaret li kesî nekir. Ji ber ku yên ev komkujî kirin wekîlekî ji partiya desthilatdariyê û alîgirên wî ye, li ber edliyeyê tiştên ku neanîn serê me nema. Em 5 caran hatin destgîrkirin. 24 saetan li gel dayika xwe li nezaretxaneyê man. 3 caran cezayê pereyan birîn. 4 caran dest danîn ser pankarta me ya 'edaletê'. Gelek caran li ber edliyeyê li me xistin. Heta niha 20 caran em ketin ber lêpirsînê. Dadger û dozgerên ku darizandinê dikin li rûyê dayikê jî nanihêrin. Dema ku serê xwe radikin, dayik ji wan dipirse 'kê li nexweşxaneyê zarokên min û hevserê min qetil kir?' Dozger baş zanin ku komkujî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Mîna ku doz ne xema wan e guh nadin. Ti sparteya qanûnî ya lêpirsînên li hemberî dayikê nînin. Dixwazin me bêzar bikin û bitepisînin."

Şenyaşar bi bîr xist ku dosya nexweşxaneyê ya roja komkujiyê piştî 4 sal û 4 mehan veguherî gilînameyê, lê belê wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz bi ti awayî nayê sûcdarkirin û diyar kir, ku dadgerî bi rengekî adîl tevnagere.

'PÊWÎSTIYA HER KESÎ BI EDALETÊ HEYE'

Şenyaşar herî dawî got, "Dema ku me dest bi vê têkoşînê kir, me texmîn dikir ku wê bibe pêvajoyeke demdirêj. Ji ber ku rêyeke din li ber me nehatibû hiştin, me serî li vê rêyê dan. Gotinek heye ku dibêje 'cografya mirov lê ye qeder e'. Li vê cografyaya me zilmê timî dewam kir. Hinekan li dijî vê zilmê li ber xwe dan, hinekan jî qebûl kirin. Me her tişt dan pêş çavên xwe û li dijî zilma serweran wijdanê mirovan nîşan dan û cihê xwe di wijdanê bi milyonan mirovî de girtin. Vê têkoşînê ji aliyê fîzîkî ve em betiland, lê belê ji bo jiyanê jî bû hêviya me. Yên ku daxwaza edaletê dikin, yên xwedî wijdan divê bêalî nemînin. Edalet rojekê wê ji bo her kesî pêwîstî be." Şenyaşar bang li her kesî kir ku têkoşînê mezin bikin.