HPG: Fermandarên me yên pêşeng Nevzat, Piling û Sîpan şehîd bûn

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku di 30’ê Îlona 2022’an de li Botanê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de gerîlayên bi navê Tûrgût Oslû (Nevzat Şervan), Emrûllah Tûncer (Piling Qoser) û Sîpan Cûdî şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, gerîlayên bi navê Nevzat, Piling û Sîpan Cûdî di 30’ê Îlona 2022’an de  di êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên Girê Gêsin, Girê Sor, Omyanis û Mergumare yên herêma Besta ya Botanê şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “Hevrêyên me Nevzat, Piling û Sîpan Cûdî li dijî van êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a qirker bi pêşengiya fermandar Nevzat Şervan berxwedaneke destanî kirin. Tevî hemû êrîşên dijwar û teknîkê dijmin nekarî berxwedana dîrokî ya hevalên me bişkîne û dijmin derbên giran xwarin. Di vê berxwedana destanî ya hevrêyên me de gelek dagirker hatin cezakirin û rê nedan dijmin derbas bibe. Fermandarê me yê pêşeng Nevzat, hevrê Piling û Sîpan di pevçûnên ku derketin de heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û gihiştin şehadetê.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku agahiyên nasnameya gerîlayê bi navê Sîpan Cûdî yê şehîd bûye, dema zelal bibe wê bi raya giştî re were parvekirin.

  Nasnav: Nevzat Şervan

  Nav û paşnav: Tûrgût Oslû

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Xunav - Sadiq  

  Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022’an / Besta

 

  Nasnav: Piling Qoser

  Nav û paşnav: Emrûllah Tûncer

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Navê dê û bav: Adlê - Hamît

  Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022’an / Besta

 

HPG’ê der barê gerîlayên şehîd bûne ev agahî parve kir:

NEVZAT ŞERVAN

Hevrêyê me Nevzat li navçeya Qileban a Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û Qilaban herêmeke di bin bandora gerîlaya Azadiya Kurdistanê de bû, ji biçûkatiya xwe de navê Partiya me bihîst û nas kir. Rêhevalê me Nevzat ku bi destanên lehengiya gerîla mezin bû jî xeyal dikir ku rojekê bibe lehengê van destanan. Rêhevalê me Nevzat ku di hawîrdora gundê Qilebanê de mezin bû û bi çand û exlaqê kevnar kesayeta eşîra Goyî ava kir, roj bi roj hişyariya xwe ya Kurdewariyê zêde kir. Bi taybet dema zilma dijmin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser gelê dît, ev tişt bûn sedem ku hêrsa hevrê Nevzat zêde bibe.  Hevrêyê me Nevzat di sala 2011’an de, di komkujiya ku dewleta Tirk a qirker li Roboskî li dijî ciwan û zarokên Kurd pêk anî, 2 mam û gelek hevalên wî ên zarokatiyê şehîd ketin. Hevrêyê me hemû têkiliyên xwe yên bi dewleta dagirker re qut kir û xwest xwe nas bike. Hevrêyê me Nevzat piştî vê qetlîama ku li heval û xizmên wî yên zarokatiyê hat kirin, fikirî ku divê teqez tola vê komkujiyê bê hildan û da zanîn ku ev yek bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Nevzat di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû, li qada Qendîlê perwerdehiya şervanên nû dît û di vê qadê de demekê tevlî xebatên pratîkî bû. Di dema mayîna xwe ya li Qendîlê de, bi yekkirina çand û exlaqê ku ji malbat û eşîra Goyî ya welatparêz wergirtî bi bîrdoziya PKK’ê re, di kesayeta xwe de serkeftinên girîng afirandin. Di vê pêvajoyê de partiya me ji nêz ve nas kir û xwest fêm bike.  Piştî ku ezmûnek bîrdozî û rêxistinî bi dest xist, berê xwe da qada Zapê. Li vir zêdetir tevlî xebatên biryargehê dibe û di warê rêxistinî û leşkerî de dest bi tecrubeyên xwe dike. Hevrêyê me Nevzat ê ku dixwest xwe li ser taktîkên gerîla yên serdema nû perwerde bike û bi pêş ve bibe, bi vê armancê perwerdeya sûîqestê dît û ji ber serkeftina xwe ya di van perwerdeyan de bi baweriya rêxistina me perwerdehiya hevalên xwe girt. Rêhevalê me Nevzat ku bi qasî 3 salan rêhevalên xwe di taktîkên sûîqestê de perwerde kiriye, weke milîtanên Apoyî yên li hemberî dijmin kedeke girîng daye têkoşîna bi sedan hevalên xwe. Hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de hemû zehmetiyên taktîka sûîqestê nîşanî hevrêyên xwe da û ji bo pêşketina wan bi hemû hêza xwe hewl da. Di vê pêvajoyê de ji bi dehan rêhevalên ku pê re jiya û xebat kir, gelek tişt fêr bû û her roj xwe bi wî ruhî perwerde kir. Ji her rêhevalekî fêrbûna tiştekî ji xwe re kiriye armanca xwe ya sereke, her rêhevalekî weke parçeyek ji xwe dibîne û di her kêliya jiyana xwe de vê hîs kiriye. Rêhevalê me Nevzat ku hest dike ku piştî her rêhevalekî ku digihêje şehadetê parçeyek ji xwe winda dike, hîn bêhtir xwe xurt bike û vê hêzê ji bo tolhildana şehîdên me bi kar bîne, kiriye yek ji armancên xwe yên sereke. Difikirî ku dilsoziya bi şehîdan re ancax bi vî rengî tê fêmkirin û bi mezinkirina têkoşînê wê xeyalên wî pêk werin. Ji ber vê yekê her tim xwest biçe Bakurê Kurdistanê ku têkoşîna me ya azadiyê û şerê gelê me yê hebûn û tinebûnê herî zêde lê diqewime û di sala 2018’an de ev daxwaza xwe bi cih anî.

Rêheval Nevzat, ku piştî çûyîna Bakurê Kurdistanê xwest perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bi hemû aliyên xwe ve bi kar bîne û ji bo vê yekê xwedî kelecaneke kûr bû, di vî warî de hewldaneke girîng daye. Rêheval Nevzat ku bi pratîka xwe ya ji bo pêkanîna jiyana gerîla û şêwaza şer a serdema nû û bi vî rengî serkeftinê bi dest dixe, bi vê taybetmendiya xwe bûye mînak û pêşengtiya rêhevalên xwe kiriye. Bi beşdarbûna di gelek çalakiyan de bersiv da êrîşên dijmin ên li dijî gelê me. Di van çalakiyan de xwedî şêwazeke ku derbe li dijmin dixist û bi ezmûna xwe ya şer, bû yek ji fermandarên pêşeng ên serdema nû ya gerîlatiyê. Di vê astê de fermandariya herêmê girt ser xwe û ji bo vê berpirsyariyê bi awayekî herî bi bandor bixe pratîkê de xebitî. Rêhevalê me Nevzat ku xwedî jiyaneke kedkar, sade, fedekar û pir nefsbiçûk e, weke rêheval û fermandarekî li qada Botanê cihê xwe di dilê hevalên xwe de girtiye.

Herî dawî di êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li herêma Besta de, tevî hevrêyên me Piling û Sîpan bi ruhê Apoyî li hemberî hêza dijmin mudaxele kir û derbeke giran li dijmin xistin û heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û gihişte şehadetê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê tola hevrê Nevzat hilînin û xeyalên wî yên azadiyê pêk bînin.

PILING QOSER

Hevrêyê me Piling li bajarê welatparêz ê Mêrdînê Qoserê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku malbat û derdora wî Partiya me nas dikin, hevrêyê me Piling jî ji biçûkatiya xwe ve bi partiya me PKK'ê re eleqedar bûye û bûye sempatîzan. Li Kurdistanê jiyîn û her roj bi zextên dijmin re rû bi rû mayîn, hiştiye ku hevrêyê me Piling ji zû de rastiya dijmin nas bike. Bi taybetî li hember polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dijmin li Kurdistanê pêş dixist, li rêyên têkoşîna li dijî vê zîhniyetê geriya. Li ser vê bingehê di nava xebatên ciwanan de cih girt û kete nava têkoşînê. Hevrêyê me Piling ku bi salan ew jî di nava vê pença qirkirinê de jiya, heta zanîngehê xwend. Li dijî jiyana derewîn a ku ji nirxên bingehîn ên ku wî dike mirov, nasname, hebûn dûr dixe, jiyana azad hilbijartiye û di sala 2014’an de ji zanîngeha Çanakkaleyê berê xwe dide çiyayên Dersîmê û tevlî refên gerîla dibe.

Hevrêyê me Piling piştî tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe li Dersîmê dît û firsend dît ku ezmûna gerîla ya bi dehan salan a jiyan û şer bi dest bixe û ev şans baş bikar anî. Hevrê Piling tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de weke şansek ku bibe şervanê têkoşîna azadiya gel û têkoşerê felsefeya Rêbertî nirxand; Rastiya ku Rêber Apo û şehîdan van nirxan afirandiye tu carî ji bîr nekir. Ji bo vê jî xwe deyndarê Rêber Apo û şehîdên me hîs kir û xwest layîq be. Bi vê hişmendiyê zêdetir têkoşîna xwe hembêz kir û xwest bi hemû hebûna xwe ve xwe bide têkoşînê. Hevrêyê me Piling ku weke milîtanekî Apoyî xwest bersivê bide êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gelê me, di şerê li dijî van çeteyan de cih girt û di vî şerî de carekê birîndar bû. Lê belê ji biryar û îradeya xwe tu carî gav paşde neavêtiye, ev jî bûye sedema têkoşînek mezintir. Hevrê Piling ku di têkoşîna li dijî çeteyan de ezmûna şer bi dest xist, bi perwerdeya akademîk ev ezmûna şer xurt kir û bi îdiaya ku bûye gerîlayekî pêşeng û milîtanê serdema nû, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Piling ku bi qasî 2 salan beşdarî xebatên li qada Garê bû, bi tevlîbûna xwe ya kedkar ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Di vê pêvajoyê de di gelek xebatên cuda de cih girt û bi tempo û şêwaza xwe ya di van xebatan de rola xwe ya pêşengiyê bi rêk û pêk anî.

Hevrêyê me Piling ku bi berdewamî li ser gerîlatiya serdema nû ya ku rêxistina me bi israr têxe rojevê û hemû hevrêyên me dixwazin hîn zêdetir pêş bixin, giranî dide û xwe perwerde dike, ji dil û can bawer kir ku azadiya gelê me bi pratîka serkeftî pêkan e û li ser vê bingehê tevlîbûna xwe kir. Li ser vê bingehê perwerdeya sabotajê dît û di şaxa sabotajê de xwe kûr kir. Di pêvajoya perwerdehiya xwe de timî li ser divê têkoşînek çawan li Bakûrê Kurdistanê bimeşîne dihizirî. Ne tenê di warê hestyarî de vê têkoşînê weke pêwîstiyek didît. Ji ber ku di wê baweriyê de bû ku zilm, çewisandin û qetlîamên ku her roj zêdetir li ser gelê me pêş dikevin, ancax bi têkoşîneke bi bandor a li Bakûrê Kurdistanê bi dawî bibe. Hevrêyê me Piling ku dizanê bi qasî ku xwe pêş xistin erka hevrêyên xwe pêş xistin jî heye, di perwerdekirina hevrêyên xwe de cih girt û destek da wan ku bibin gerîlayên Apoyî yên jêhatî. Piştre hevrêyê me Piling ku ji bo perwerdehiya bîrdozî çû Akademiya Hakî Karer, xwe li hemberî nirxên Rêbertiya me û şehîdên berçav re derbas kir û weke milîtaneke pêşeng a Apoyî berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Piling ku berê xwe da herêma Botanê ku navenda têkoşîna me ya gerîla ye, bi lez xwe li herêmê bi cih kir. Hevrêyê me Piling ê ku li herêma Botanê ku bi dehan şehîd û fermandarên me têdikoşiyan, kêfxweşî û coşa mezin a gerîlatiyê dît, di her kêliya jiyana xwe de ev kêfxweşî nîşan da û di vê wateyê de bû çavkaniya hêzê û moral ji bo hevrêyên xwe. Hevrêyê me Piling ku li qada Botanê li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girt, roj bi roj taybetmendiyên xwe yên fermandariyê xurtir kir û bû fermandarekî pêşeng ê qada Besta.

Hevrêyê me Piling ku her tim di asta fedaîbûnê de beşdarî jiyan û şer bûye, li herêma Besta bi hevrêyên me Nevzat û Sîpan re li dijî operasyona dijmin şer kiriye û bi dijmin re ketiye pevçûneke ku bi saetan dewam kiriye. Di van pevçûnan de bi têkoşîna xwe ya fedaî derbên giran li dijmin da û bi biryardariya ku layiqî Rêber Apo û şehîdên me be heta nefesa xwe ya dawî şer kir, gihişt şehadetê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re û bi taybet ji malbatên hêja yên hevrêyên me Nevzat û Piling re dixwazin ku bi sekna xwe ya fedaî û şerên leheng ên li hemberî dijmin cihê xwe di nava fermandarên jibîrnekirî yên Botanê de girtin. Em soz didin ku teqez em ê têkoşîna wan heta serkeftinê bidomînin.”