Babûr: Divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan

Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku berdana Aysel Tûglûk ew kêfxweş kirin, lê belê divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan ku rewşa 618 ji wan giran e.

Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ji girtîgeha ku 6 sal in lê dîlgirtî bû, hate berdan. Tevî ku nexweşa Demansê ye û rapora 'Nabe ku li girtîgehê bê hiştin' jê re hatibû dayin jî demeke dirêj nehate berdan. Piştî berdana Aysel Tûglûk mijar û daxwaza berdana girtiyên nexweş zêdetir kete rojevê. Li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 618 girtiyên nexweş hene.

Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku berdana Aysel Tûglûk dereng jî be cihê kêfxweşiyê ye, lê belê têrker nîne. Babûr got, "Aysel Tûglûk îradeya me ye, lê belê mîna wê bi sedan girtiyên nexweş hene û ev biryar mînak e. Divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan. Ji bo karibin li derve li cihên taybet bêne dermankirin û karibin jiyana xwe dewam bikin, ev yek şert e. Mirovên me bi rastî jî di kêliyên dawî de têne berdan, mînakên vê gelek in. Hin ji hevalên me demeke kurt piştî berdanê jiyana xwe ji dest didin. Divê her kes di nava hiqûqê de bijîn û hevalên me yên nexweş bêne berdan. Banga me li Wezareta Edaletê ew e ku li gorî qanûnan tevbigere û girtiyên nexweş tavilê berde."

LI GIRTÎGEHAN BI SEDAN NEXWEŞÊN DEMANSÊ HENE

Babûr ragihand ku li girtîgehan bi sedan nexweşên demansê hene û got, "Li ber destê me hejmareke zelal nîne, lê belê em zanin ku hejmara nexweşên demansê gelekî zêde ye. Niha 618 girtiyên me yên nexweş hene. Malbatan û parêzeran jî ev eşkere kirin. Dengê girtiyên nexweş nayê bihîstin û di nêzîkatiya li girtiyên nexweş de divê hîn bi hestiyar bin. Mijareke gelekî hesas e û em ê li gel girtiyên xwe yên nexweş bin."

XWARIN JÎ KÊM TÊ DAYIN

Babûr bal kişand ser êşkenceya li girtîgehan û got, "Li girtîgehan bi her awayî êşkence tê kirin. Ya herî berçav jî ew e ku di bin navê serjimartinê de ji ber ku li ber jimartina li ser piyan radibin, girtî li hucreyan têne bicihkirin. Ji bo kuştinê li girtiyan didin. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê êşkenceya jimartinê hate kirin û malbatekê îro serî li me da. Her wiha li Tîpa T malbatên girtiyên jin agahî dan me. Li girtîgehên Wanê xwarin jî ji girtiyan re kêm tê dayin. Li devereke din a cîhanê di vê astê de zext nayê kirin. Tenê li Tirkiyeyê tê kirin."