Êrîşên bi çekên kîmyewî li Binarê Qendîlê hat protestokirin

Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîla bikartîne, li Binarê Qendîlê çalakiyek hat lidarxistin.

Piştî nîvro li gundê Şerwêtî yê Binarê Qendîlê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bi kar tîne, çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de Şêx Mihemed Bestê yê ji gundê Şerwêtiyê axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker tu demê dest ji hovîtiyên naberde. Niha jî piştî li dijî berxwedayîna gel û gerîla bi ser neket, çekên qedexekirî û kîmyewî bi kar tîne. Dewletên cîhanê jî li dijî van kiryarên hovane yên dewleta Tirk bêdeng in. Erka her mirovê biwijdan e li ber bikaranîna çekên kîmyewî rabibe û xwe ker neke.