Omer Hacî Hisên: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya gelek pirsgirêkan e

Siyasetmedar Omer Hecî Hisên bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di serî de pirsgirêka Kurd wê bike ku gelek pirsgirêk di çarçoveya neteweya demokratîk de çareser bibin."

Têkildarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora azadiya Ocalan a li ser çareserkirina pirsgirêka gelên herêmê, doza Kurd, pirsgirêka azadiya jinan û çend mijarên din Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî Omer Hacî Hisên ji ANF’ê re axivî.

‘WELATÊN HEGEMON LI BER REWŞA NIHA YA RÊBER OCALAN BERPIRSIYARIN’

Hisên di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Sedemê vê tecrîda li ser Rêber Ocalan tenê ne Tirkiye ye, di heman demê de Rêber Ocalan dîlê welatên hegemon ên weke Emerîka û hevpeymanên wî yên pergala sermayedariyê ne. Ev tecrîd li dijî yasayên mafê mirov a ku welatên rojavayî propagandaya wê dikin e. Birêz Ocalan rêbertiya gelekî bindest û hatî kumkujkirin dike, pêwîst bû yên propagandaya mafê mirov dikin xwedî li doza Rêber Ocalan derketibana, lê mixabin berjewendî û welatên hegemon li ber rewşa niha ya Rêber Ocalan berpirsiyarin.”

‘JI BO KU DENGÊ AZADÎXWAZIYÊ NEGIHÎJE CIVAKÊ TECRÎDÊ LI SER RÊBER OCALAN FERZ DIKIN’

Siyasetmedar Omer Hacî Hisên di dewamê de îşaret bi derhiqûqîbûna tecrîdê kir û wiha pêde çû; “Ya li dijî Rêber Ocalan tê kirin, binpêkirina mafê mirov e ku li hember kesekî azadîxwaz tê kirin. Ji bo ku dengê azadîxwazî û demokrasiyê negihîje civakê, tecrîdê li ser Rêber Ocalan ferz dikin. Modela birêvebirina civakê ya dewlet netewe dîroka wê derbas bûye, îro tenê modelek ji bo rêvebirina civakê ku ji mirovatiyê re dibe destketî xwerêvebirina demokratîk e ku Rêber Ocalan pêşkêşî mirovatiyê kiriye.”

ÇALAKIYÊN JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN

Hisên çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha nirxand; “Em kesên siyasetmedar û azadîxwaz bi hêvî ne ku civaka mirovatiyê gihîştiye astekê ku çav vekirî be ku mafê mirov nas bike û di hewldan de ye ku bi rêya pêşketin û teknolojiyê daxwaza mafê mirov û azadkirina azadîxwazan bikin. Vê yekê jî kiriye ku têkildarê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hin pêşketin çêbibin. Ji her kesî re eşkereye ku nêzî 2 salin ji bo azadiya Rêber Ocalan bi domdarî çalakî hene û roj bi roj berfirehtir dibin. Kesayetiyên rewşenbîr ên cîhanî jî zêdetir tevlê çalakiyên azadî ji bo Rêber Ocalan dibin. Van hemûyan kiriye ku heta astekê di proseya daxwazkirina azadî ji bo Rêber Ocalan pêşketin çêbibe.”

‘REWŞENBÎR Û AZADÎXWAZÊN CÎHANÊ HELWESTA NATO’YÊ QEBÛL NAKIN’

Hisên her wiha qala helwesta NATO’yê ya li hemberî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd kir û got, “Rewşenbîr û azadîxwazên cîhanê berjewendiya sîstema sermayedarî û bi taybetî helwesta hevpeymaniya NATO’yê ya li dijî azadiya gelê Kurd û Rêberê wê qebûl nakin. Pêwîste Emerîka xwe li ber çavan re derbas bike da ku êdî gelên Rojhilata Navîn nexin nava şer.”

‘AZADIYA RÊBER OCALAN AZADIYA TEVAHIYA MIROVATIYÊ YE’

Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî Omer Hacî Hisên bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Azadiya Rêber Ocalan, pirsgirêka Kurd di çarçoveya hişmendiya neteweya demokratîk de çareser dike, ne tenê ji bo Kurd, di heman demê de teqez hizra Rêber Ocalan ji bo azadiya gelan pir girînge, bi taybetî ji bo çareseriya pirsgirêka azadiya jin. Îro em dibînin ku li tevahiya cîhanê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye dirûşmeya hemû jinên cîhanê. Ev yek jî tê vê wateyê ku hizr û felsefeya Rêber Apo ji bo azadiya jinan pêşeng e. Ji bo wê jî azadiya Rêber Ocalan azadiya tevahiya mirovatiyê ye. Em siyasetmedar û azadîxwaz jî ji bo azadiya Rêber Ocalan têdikoşîn.”