Baregehên leşkerî xwezayê jehrî dikin

Li Colemêrgê ava kanalîzasyonê û çopa leşkergehan xwezayê qirêjî dikin. Ji ber qirêjbûna avê, nexweşî jî zêde dibin.

Kanalîzasyon û çopên HES, bendav û baregehên leşkerî yên li Colemêrgê hatine çêkirin xwezayê qirêj dike. HES’ê li ser Çemê Zê yê ku ji Wanê dest pê dike û ji Colemêrg, Gever û Çelê diherike Başûrê Kurdistanê û yên li ser Çemê Nehîlê û çemên din û ava kanalîzasyonê û çopên leşkergehên li vê herêmê, xweza û avê qirêjî dikin.

Ava Otlûca ya ku ji Çiyayê Reşê derdikeve û ji Gundê Otlûca û navenda Colemêrgê derbas dibe, ji ber kanalîzasyon û bermahiyên Tûgaya Komando ya Çiyayê Colemêrgê jî qirêj dibe. Hemû giyandarên di van avê de dijîn ji ber bermayiyên leşkerî û kanalîzasyonê qir bûne. Welatiyên Colemêrgê li gundên ku Çemê Otlûcayê jê derbas dibe û demekê li navenda Colemêrgê masî digirtin. Gelek kes bi masiyên ku di van çeman de digirtin debara xwe dikirin.

Demekê li Çemê Otlûcayê masiyên 20-50 kîloyî dihatin girtin. Ji ber ku masiyên dihatin girtin debara gelek malbatan bû, ava çeman jî wekî ava vexwarinê dihat bikaranîn. Çemê Otlûcayê ku ya navend û gundên Colemêrgê li ser wê ne, ji ber ava kanalîzasyonê û bermahiyên baregehên leşkerî veguheriye çemekî qirêj. Havîn û payîzê ji ber bermahî û çopên leşkerî ji çem û derdora wê bêhna pîs tê. Li Çemê Otlûcayê masî di serî de jiyana giyandaran qediyaye.

Bi hezaran kesên ku li gund û taxên nêzî çem dijîn ji ber ava vexwarinê ya bi ava çopê ya leşkeran re têvlî ava wan a vexwarinê dibe, nexweş dikevin. Ligel ku gundî gelek caran giliyan dikin û daxwaznameyê didin jî heta niha tu encamek nehatiye bidestxistin.

Ahmet Aslanê ku li Colemêrgê dijî, diyar kir ku berê wan li hemû avên bajêr masî digirtin lê bi hatina baregehên leşkerî û qereqolan re av qirêj bûne û zindiyên jiyanê qir bûne. Aslan, anî ziman ku bermayiyên leşkerî bêyî ku bên parzûnandin yekser tevlî avê dibin û wiha got: “Berê me di çema Otlûca ya ji Colemêrgê derbas dibû bi kîloyan masî digirtin. Hin kesan bi van masiyan debara malbata xwe dikirin. Lê bi avakirina baregeha leşkerî re ava kanalîzasyonê rasterast diherike ser çem. Êdî em nikarin nêzîkî ava ku me vedixwar jî bibin. Bermahiyên leşkerî jî bi kamyonên çopê yên şaredariya qeyûm, bera ber çem didin. Ev çopa ku li kêleka çemê tên rijandin, piştre bi baran û ba re tevlî çem dibe. Mixabin xwezaya me ya paqij ji aliyê baregeh û qereqolên leşkerî ve qirêj bûye.”