Gefa kuştinê li parlamenterê HDP’ê Ozguneş xwarin

Ji ber salvegera qeyûma li ser Şaredariyê Cizîrê daxuyanî hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de polîsên Tirk, gule avêt Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş.

Polîsên Tirk bi fermana ji desthilatdariya AKP/MHP’ê ya faşîst girtî, di şexsê parlamenterên HDP’ê de êrîşê îradeya meclîs û gel kiribûn û gef xwarin.

Di salvegera qeyûma li ser Şaredariya Cizîrê de, bi tevlêbûna Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û di wê navberê de geşedanek xeter ku “gefa mirinê” digire nav xwe, qewimî. Daxuyaniya çapemeniyê di bin dorpêşa polîs de pêk hat û polîsan guleyek avêt Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş.

Di dîmenan de diyar dibe ku gule ji aliyê polîsekê ve çawa hatiye avêtin.

Hasan Ozguneş bertek nîşanî vê nêzîkatiyê da û ji polîsan re wiha got: “Ferîştehê we bê, hûn nikarin me bitirsînin.”