Hevserokê HDP’a Çêlikanê Huseyîn Uzun hate girtin
Hevserokê HDP’a Çêlikanê Huseyîn Uzun ku hatibû destgîrkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Hevserokê HDP’a Çêlikanê Huseyîn Uzun ku hatibû destgîrkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Polîsan duh bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çêlikan a Semsûrê Huseyîn Uzun de girtin û destgîr kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, Uzun sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê, Uzun bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tawanbar kir û bi daxwaza girtinê şand Dadgeriya Cezayên Silhê. Dadgeriyê bi heman îdiayê biryara girtina Uzun da.