HPG: Du dagirker hatin cezakirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de du dagirker ceza kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 28 û 29’ê Cotmehê li herêma Zapê ji aliyê yekîneyên gerîla yên gerok ve 2 çalakiyên sûîqestê hatine kirin û di van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan 28’ê Cotmehê saet 07.40’an û 29’ê Cotmehê saet 01.00’an de li Çemçoyê her du dagirker bi taktîkên sûîqestê ceza kirine.

Li herêma Xakurkê, 28’ê Cotmehê saet 11.30’î li Qada Berxwedana Girê ya Şehîd Şahan hêzên gerîla bi çekên giran li leşkerên dagirker xistine.

ÊRÎŞÊN KU BI BOMBEYÊN QEDEXE HATINE KIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî dike, ev agahî hatin dayîn:

“-28’ê Cotmehê saet di navbera 13.30 û 17.00’an de çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedana ya Girê Amediyê car caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hat tesbîtkirin ku gazên kîmyewî yên tên bikaranîn, bê reng e û bêhneke giran jê tê.

-Di 28’ê Cotmehê saet 13.00’an de çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê bi bombeyên qedexekirî carekê hate bombekirin.

- Di 28’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîda di saet 10.30’an de carekê û saet di navbera 17.30 û 18.00 de 3 caran bi bombeyên qedexe hatiye bombekirin.

- 28’ê Cotmehê saet di navbera 11.30-17.30’an de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Çemçoyê car caran bi çekên kîmyewî bombe kirin. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker dûmana jehrê ya ku bi şewitandina madeyên plastîk û tekerên erebeyan derdiket bi aspiratoran ber bi çeperên şer ve şand.”

Her wiha di daxuyaniyê de li ser êrîşên hewayî û topbaranê jî ev agahî hatin dayîn.

“- Di 27 û 28’ê Cotmehê de qadên Girê Zengil, Deriyê Hirçê yên Garê, bejahiya Gundê Berçiya, Golka ya Metîna û dora Ava Zapê 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- Di 27’ê Cotmehê de qadên Berxwedanê ya Girê FM du caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.

- Di 28’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

- Di 28’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bi kepçe û alavên şikandina zinaran hewl da çeperên şer ên li qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne. "