Jinên Êzidî ji Mîrê Êzdiyan xwest ku li dijî êrîşan bibe xwedî helwest

Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg, serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Şengalê kir.

Piştî wefata Mîr Tehsîn Beg, kurê wî Hazim wek mîrê Êzidiyan li Cîhan û Iraqê hate hilbijartin cara yekemîn serdana Şengalê kir. Mîr Hazim Tehsîn Beg, duh serdana gundê Koço kir û îro jî di dema vegera xwe ya li Şengalê de serdana Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a şehîdên berxwedana Şengalê gerîlayên HPG’ê, YJA Star, şervanên YBŞ û YJŞ’ê kir.

Hazim Tehsîn Beg, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate pêşwazîkirin. Mîrê Êzdiyan, li nava goristanê geriya û li ser gora Mam Zekî Şengalî axivî û her kesê di ber Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ji malbatên wan re sersaxî xwest û got: “Em, soz didin gelê xwe ku bêyî cudahî ji bo berjewendiya Êzidiyan em ê kar bikin û tişta bikeve ser milê me em ê pêk bînîn.”

Di dema pêşwazîkirinê de endamên TAJÊ û dayikên şehîdan daxwaz ji mîr kirin ku rê li ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengal bên girtin û mîr bi erka xwe rabibe. Piştre li goristanê, Mîrê Êzidiyan bi Rêveberiya Xweser re civiya û guhdariya daxwazên wan kir.

Li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevseroka Meclîsa Xweser a Şengalê Xezal Reşo, Berpirsê Têkiliyan ê Rêveberiya Xweser Azad Hisên û Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm axivîn û daxwazên xwe gotin.

Di serî de ji mîr hate xwestin ku nekeve bin bandora aliyên siyasî û tevahiya aliyên siyasî bike xizmeta Êzidiyan, ne ku Êzdiyatiyê li gor berjewendiyên siyasî bi kar bîne.

Rêveberiya xweser, daxwazên Êzidiyan û xelkê Şengalê wiha pêşkêşî kirin:

“Ji dema fermana li ser Şengalê ve em li Şengalê li ber xwe didin û heta niha şehîdan didin. Rojane pêşengên Êzidiyan ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û şehîd dikevin. Em daxwaz dikin rê li ber van êrîşan bê girtin.

Ji ber zextên aliyên siyasî destê me ji cihê me yê herî pîroz hatiye qutkirin û rê nayê dayîn ku em serdana Laleşê bikin.

Aliyên siyasî, ji me re dibêjin hûn PKK’yî ne, ev nakeve xizmeta Êzidiyan. Em, spasdarên PKK’ê ne ku di dema fermanê de bi hewara me de hat û ji bo me şehîd dan. Lê PKK ji Şengalê derketiye û tenê şehîdên xwe emanetê me kirine.”

Her wiha ji Mîr Hazim Tehsîn Beg hate xwestin ku kar ji bo yekîtiya Êzdiyan were kirin. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew wek Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo xizmeta Êzidîxanê çi bikeve ser milê wan, ew ê bikin.

Piştre Mîr Hazim Tehsîn Beg berê xwe da Sinûnê û wê li Şengalê li gera xwe dewam bike.“