Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê: Pêwîstiya me bi 60.000 leşkerên din heye

Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Boris Pistorius li Brukselê daxuyaniyek da û diyar kir ku salên bê pêwîstiya Elmanyayê wê bi 50.000 heta 60.000 leşkerî hebe.

Pistorius di daxuyaniya vê Pêncşemê de diyar kir ku ji bo bersivê bidin kapasîteyên parastinê yên nû yên ku NATO dixwaze, "Pêwîstiya me bi qasî 50.000 heta 60.000 leşkerên din heye. Ev yek tenê texmînek e."

Welatên NATO'yê di sala 2014'an de biryar dabûn ku heta sala 2024'an lêçûnên xwe yên leşkerî bigihînin ji sedî 2 ê Hatineya Navxweyî ya Xeyrî Safî. Lê belê Spanya û Îtalya jî di nav de gelek welat negihîştin vê armanca xwe. Li gel vê yekê soz dan ku îsal bigihêjin armanca xwe ya ji sedî 2'an.

DYE: NABE KU WELATÊN NATO'YÊ BI ME VE GIREDAYÎ BIN

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Pete Hegseth li Brukselê di civîna Wezîrên Parastinê yên welatên Tifaqa Atlantîkê axivî û hişyarî da ku nabe welatên NATO'yê bi DYE'yê ve 'girêdayî' bimînin.